Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di Newroza Amedê de diyar kir ku Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne û ev tişt got: “Nameya birêz Ocalan a di Newroza 2013’an de ji bo azadiya vî welatî manîfestoyeke girîng e. Em hê jî li pişt manifestoya Newroza 2013’an e.”

 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di Newroza Stenbolê de axivî û peyamên girîn dan. Bûldan, di destpêka axaftina xwe de siyasetmedarên girtî yên kurd silav kir û destnîşan kir ku ji bo wan Newroz tenê ne hatine biharê ye, di heman demê de nasname û çand e. Bûldan, diyar kir ku pêvajoya ku têde ne pêvajoyeke tarî ye û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê ya wê faşîzmê ya jî wê dmeokrasiyê tecrîh bikin. Em bawer dikin ku wê gelê me ji vê pêvajoyê tarî re bibeje bes. Bê guman tercîha me azadî, ronahî azadî û aştiya vî welatî ye. Em jiyana ku li me tê ferzkirin qebûl nakin.”
 
‘ME NEÇARIN MIL BI MIL BIMEŞIN
 
Bûldan, bal kişand ser zextên ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve li dijî partiya wê pêk tên û got ku wê di hilbijartina destpêkê de bersiv bidin van zextan û ev tişt anîn ziman: “Li vî welatî em neçarin ku mil bidin û bi hev re bimeşin. Em neçar in ders bidin AKP’ê û hevparê wê biçûk. Ji bo vê pêkanînênê wêrekî û baweriya me heye. Tişta me tîne cem hev jî ev wêrekî û baweriya me ya. Kes nikare biryar pêşeroja me bide. Em destûr nedin vê bikin. Bi hedef nîşandina me dixwazin ser polîtîkayên xwe bigirin. Dixwazin bedêla hemû şaşiyên xwe bi kurd, jin û kedkaran bidin razandin. Di encama vê bedelê de wê gelên Tirkiyeyê di hilbijartinê de bersiva we bidin.”
 
DOZ GIRTINÊ NÎŞAN TÊKÇÛNÊ YE
 
Di berdewamê de Bûldan, bal kişand ser pirsgirêk ku li Tirkiyeyê hene û têkildarî mijarê ev tiş gotin: “Li vî welatî pirsgirêka bêkariyê, qrîza aborî, pirsgrêka tecrîdê, pirsgirêka azadî û wekhviya jinê heye. Weke ku tayînkirina qeyûman ne bes parlamenteriya parlamenterên me jî xistin. Piştî birêz Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari niha jî parlamenteriya parlamentere me birêz Omer Farûk Gergerlîoglû xistin. Em hemû hevalên xwe silav dikin. Hem xistina parlamenteriya Gergerlîoglû hem jî vekirina girtina doza HDP’ê, nîşana têkçûna desthilatê ye. Doza wan a girtinê hebe ya me jî doza têkoşînê heye.”
 
‘LI VIR Û AMEDÊ BÎNÊRIN’
 
Di axaftina xwe de Bûldan, bal kişand ser ser têkçûnên AKP’ê yên di hilbijartinan de got ku 7’ê Hezîranê, 23’ê hezîranê û windakirina Enqere, Stenbol û Edeneyê ji bîr nakin. Ew roj bi roj diqedin û wê he jî biqedin. Ji ber ku di hilbijartinê de bi me nikarin dixwazin tolê ji me bigirin. Bila kes xema nexwe. Kesên ku doza girtinê li me vedikin bila vir û sibê li Amedê binêrin. Vê qadê bersiva li AKP’ê vegerandina doznameya girtina partiya me ye. Bi doza girtina HDP’ê dixwazin herkesê ku têdikoşe ji siyasetê dûr bixin. Lê em dibêjin ku heta ev qad wiha têje bin hêza we têr nake ku hûn siyasetê li me qedexe bikin.”
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Bûldan, têkildarî vekişandina Peymana Stenbolê axivî û têkildarî mijarê wiha axivî: “Weke ku hûn jî dizanin duh nîvê şevê ji Peymana Stenbolê vekişiyan. Em ji vir bang dikin û dibêjin ku wê gotina dawî jin bibêjin. Peymana Stenbolê bi biryara hevpar a hemû partiyan siyasî yên li meclisê hat derxistin. Kesek bi serê xwe nikare ji vê peymanê vekişe. Em vekişandina ji vê peymanê qebûl nakin.”
 
PEYAMÊN OCALAN NEWROZA 2013’AN
 
Piştî balkişandina ser vekişandina ji Peymana Stenbolê Bûldan, bal kişand ser peyamên Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan ên di Newroza sala 2013’an jî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Nameya birêz Ocalan a di Newroza 2013’an de hê jî di mêjiyan de ye. Ev Manîfesto ji bo azadiya vî welatî manîfestoyeke girîng e. Heke ev manifesto bihata qebûlkirin îro tiştên li welat pêk tên wê pêk nehatine. Hem manîfestoya Newrozê hem jî mutabakta Dolmabhaçeyê ji aliyê hikûmetê ve nehatin qebûlkirin. Em hê jî li pişt manifestoya Newroza 2013’an e.”
 
TECRÎDA LI SER OCALAN
 
Bûldan, got ku ji ber manîfestoyê qebûl nakin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûr dikin û axaftina xwe wiha domand: “Ji qanûnên ku wan derxistine jî bawer nakin û nas nakin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê weke her girtiyî Ocalan jî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike, Ev tiştekî meşrû ye. Mafê kesî tune vî welatî ber bi tariyê ve bibe. Em naxwazin pozê welatiyekî me jî xwîn bibe. Israra di neçareseriyê de polîtikayeke şaş e. Em bang li Hikûmet û Wezîrê Edaletê dikin ku tecrîdê rakin. Wê aştî teqez bê vî welatî, em jî têkoşîna vê didin û heta ku bijîn jî em ê têbikoşin.”
 
 BANG LI MUXALEFETÊ 
 
Di dawiya axaftina xwe de ji bo pêkanîna aştî û demokrasiye xwest ku partiyên muxalefetê û hêzên demokrasiyê jÎ piştgiriya wan bikin û ev bang li wan kir: “Em bang li muxalefetê û hêzên demokrasiyê dikin k udi vê têkoşînê de me bi tenê nehêlin. Daxwaza aşîtiyê berpirsyariya me teva ye. Hevî dikim ku Newroz bibe wesîleya demokrasî û aştiyê.”
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2021
17:07 Dersimê peyama yekitî, wekhevî û azadiyê da
17:06 Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin
16:48 Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan
16:46 Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn
Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e
16:29 Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma
16:22 Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim
16:15 Amediyan dîsa gotina xwe got: Ji Ocalan re azadî
16:08 Agirê Newrozê li Egeyê belav bû
15:57 Daxwaza ‘Azadiya Ocalan' bend derbas kir
15:49 Li Rihayê hezaran Ocalan silav kir û piştgirî dan HDP’ê
15:26 Geverê dîsa got HDP gele
15:24 Xelîl: Dijmin hewl didin projeya gelan têk bibin
Ehmed: Di Şoreşa Rojava de, hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne
14:33 Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn
14:32 Wan li qadê hilnehat: Çareserî li Îmraliyê ye
14:19 Li Amedê 33 kes ji ber alan hatin binçavkirin
14:15 Sancar: Em li pey banga Ocalan in
13:47 Gergerlîoglû hat berdan
13:46 Serokê Amerîkayê Biden Newrozê pîroz kir
13:32 Ciziriyan barîkatên polîsan hilweşandin
13:23 Sed hezaran agirê Newrozê pêxistin
12:56 Gelê Serhedê bi coşek mezin Newrozê pîroz dike
12:55 Li Sêrtê bi hezaran Newrozê pîroz dikin
12:47 Li Dîlokê beriya destpêkirina pîrozahiyê qada Newrozê têje bû
12:28 Kemal Kurkut li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
12:27 Bi deh hezaran beşdarî Newroza Wanê bûn
Bi yek dengi dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dikin
12:22 Li Dersimê gel qedexeya Newrozê ya walîtiyê guhdar nekir
12:03 Li Qada Newrozê posterên Ocalan li ba dibin
12:02 Bi dehezaran kes li Newrozê ne
12:01 Gelên Edeneyê bi hevre govenda Newrozê girt
11:48 Bi mîlyonan Newrozê pîroz dikin
11:40 Li Rihayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
11:32 Coşa Newroza Cizîrê deqe bi deqe mezin dibe
11:13 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin qadên Newrozê
11:01 Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:51 Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê
10:29 Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê
10:24 Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê
10:20 Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir
09:45 Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye
08:55 HDP: Destûr nedan nimêj bike
08:32 Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê