Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!

img
RIHA – Li Rihayê anonsên serwextkirinê yên derbarê Gola Masiya  de tenê bi tirkî û erebî tên kirin. Ji ber ku anons bi kurdî nayên kirin, welatiyan nerazîbûna xwe anîn ziman. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ev polîtîkayeke dewletê ye. 
 
Her sal bi hezaran turîstên xwecihî û biyanî diçin Rihayê û serdana Gola Masiya  dikin. Ji bo serdêr derbarê dîroka golê de serwext bibin anons bi tirkî û erebî tên kirin. Her wiha tabelayên danasînê jî bi tirkî, erebî û îngilîzî ne. Lê belê bi tu awayî kurdî tune ye. Serdêran nerazîbûna xwe nîşan da û xwestin anons bi kurdî jî bên kirin. 
 
‘MA BI KURDÎ BIHATA KIRIN Ê NEBAŞTIR BÛYE?' 
 
Ramazan Mavî ku ji Amedê ji bo Gola Masiya  hatiye Rihayê, got: "Heger gelê kurd hebe, nexwe divê zimanê wî kurdî jî bê bikaranîn. Bi erebî anonst tên kirin, lê ez bi erebî nizanim. Bi hezaran kesên wekî min hene. Ma bi kurdî bê kirin ê ne çêtir be?" 
 
‘LI RIHAYÊ HERÎ ZÊDE MIROV BI KURDÎ DIAXIFIN' 
 
Serdêr Mehmet Çîftçî jî anî ziman ku li Rihayê ziman herî zêde pê tê axaftin kurdî ye, lewma divê anons bi kurdî jî bê kirin û got: "Li vî bajarî hin welatî hene tenê bi kurdî dizanin. Lewma tavilê divê kurdî jî lê bê zêdekirin. Riha bajarekî pir qedîm û pirzimanî ye. Ez kurd im û dixwazim bi kurdî biaxifim. Biçim ku dixwazim li wir xwe bi zimanê xwe bînin zimên." 
 
WELATIYÊ EREB: DIVÊ KURDÎ JÎ HEBE 
 
Serdêr Omer Ûmût jî got: "Ez ereb im û gava anons bi erebî tê kirin kêfxweş dibim. Bi kurdî nizanim, lê gava bi kurdî jî bê kirin ê baş be." 
  
‘TENÊ BI KURDÎ DIZANIM' 
 
Riza Çelebî ku ji xeynî kurdî bi zimanekî din nizane got: "Li vî bajarî çend ziman hebin, divê anons bi hemû zimanan bê kirin. Anons tenê bi du zimanan tê kirin û nivîsa li ser tabelayan tenê bi 3 zimana ye. Ev têr nake. Çima kurdî tune ye? Ez li vir çêbûme û mezin bûme. Piraniya bajêr kurd in." 
 
Hediye Çelebî ya 80 salî jî diyar kir ku ji anonsan tiştekî fêm nake û got: "Ji xeynî kurdî bi tu zimanî nizanim. Anonstên kirin lê tiştekî fêm nakim. Bi kurdî bê kirin ez ê fêm bikim." 
 
GELÊ QEDÎM Ê BAJÊR: KURD 
 
Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir ku piraniya kesên li bajêr kurd in û her diçe zextên li ser kurdî jî zêde dibin. Surucu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn û got: "Riha, bajarekî dîrokî ye. Bi sedan sal e kurd li vir in. Gelê herî qedîm ê vî bajarî kurd in. Lê belê îqtidara ku her tiştê kurdan înkar dike, bi heman awayî nêzî zimanê kurdî jî dibe." 
 
‘POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE' 
 
Surucu, destnîşankirin li Gola Masiya  nebûna kurdî "polîtîkayeke dewletê" ye û got: "Polîtîkayên wan ên tunehesibandina kurdan li her derî didomin. Bi tayinkirina qeyûman êrîş birin ser kurdî. Herî dawî di mînaka KADES'ê de, xizmeta bi kurdî tune bû. Eynî wekî pêkanîna li Balikligoluyê di KADES'ê de jî îngîlîzce heye. Her ziman girîng e. Em nabêjin bila îngilîzî tune be, lê bi milyonan kurd hene, xizmeta bi zimanê wan, mafê wan e jî."
 
‘EM Ê BITÊKOŞIN' 
 
Surucu, destnîşan kir ku armanca sereke ya van polîtîkayan ew e ku gel bi temamî kurdî ji bîr bike û got: "Lê çi dikin bila bikin, Riha bajarekî kurdan ê dîrokî ye. Bi vî awayî dê nikaribin kurdî bi gel bidin jibîrkirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van polîtîkayan zeximtir bikin." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

21/03/2021
17:07 Dersimê peyama yekitî, wekhevî û azadiyê da
17:06 Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin
16:48 Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan
16:46 Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn
Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e
16:29 Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma
16:22 Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim
16:15 Amediyan dîsa gotina xwe got: Ji Ocalan re azadî
16:08 Agirê Newrozê li Egeyê belav bû
15:57 Daxwaza ‘Azadiya Ocalan' bend derbas kir
15:49 Li Rihayê hezaran Ocalan silav kir û piştgirî dan HDP’ê
15:26 Geverê dîsa got HDP gele
15:24 Xelîl: Dijmin hewl didin projeya gelan têk bibin
Ehmed: Di Şoreşa Rojava de, hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne
14:33 Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn
14:32 Wan li qadê hilnehat: Çareserî li Îmraliyê ye
14:19 Li Amedê 33 kes ji ber alan hatin binçavkirin
14:15 Sancar: Em li pey banga Ocalan in
13:47 Gergerlîoglû hat berdan
13:46 Serokê Amerîkayê Biden Newrozê pîroz kir
13:32 Ciziriyan barîkatên polîsan hilweşandin
13:23 Sed hezaran agirê Newrozê pêxistin
12:56 Gelê Serhedê bi coşek mezin Newrozê pîroz dike
12:55 Li Sêrtê bi hezaran Newrozê pîroz dikin
12:47 Li Dîlokê beriya destpêkirina pîrozahiyê qada Newrozê têje bû
12:28 Kemal Kurkut li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
12:27 Bi deh hezaran beşdarî Newroza Wanê bûn
Bi yek dengi dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dikin
12:22 Li Dersimê gel qedexeya Newrozê ya walîtiyê guhdar nekir
12:03 Li Qada Newrozê posterên Ocalan li ba dibin
12:02 Bi dehezaran kes li Newrozê ne
12:01 Gelên Edeneyê bi hevre govenda Newrozê girt
11:48 Bi mîlyonan Newrozê pîroz dikin
11:40 Li Rihayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
11:32 Coşa Newroza Cizîrê deqe bi deqe mezin dibe
11:13 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin qadên Newrozê
11:01 Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:51 Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê
10:29 Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê
10:24 Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê
10:20 Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir
09:45 Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye
08:55 HDP: Destûr nedan nimêj bike
08:32 Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê