Sancar: Em li pey banga Ocalan in

img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sanrcar, di Newroza Amedê de, berê rexneyan da îqtîdara AKP-MHP'ê û bal kişan ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Birêz Ocalan di nameya 2013'an de got 'Demek nû dê bê destpêkirin. Ne çek wê siyaset bi axive.' Em li pey vê banga Ocalan in. Em li pey nameya Ocalan a 2013'an in." Îqtîdar di tecrîdê de israr dike. Lê em soz didin teqez em ê bi ser bikevin." 

 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di Newroza Amedê de gel silav kir û li ser wateya Newrozê wiha got: "Newroz ne tenê rojek e, her roj e. Silav ji gelê Amedê yê heskiriyê azadî û berxwedanê re. Silav ji gelê Newrozê re. Ez we hemûyan bi coşa Newrozê silav dikim. Ji dil û can Newroza we û gelê Rojhilata navîn Pîroz dikim. Bijî Newroz. Newroz qêrîn e. Rêya heqîqetê û heviya jiyanê ye. Em hêviyên xwe di her Newrozê de wekî agirê Newrozê germ digirin."  
 
Sancar, ewil yek bi yek siyasetmedarên Kurd ên li girtîgehê silav kirin û piştiriya xwe da Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu.
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Sancar, destnîşan kir ku heta agirê Newrozê geş bibe tu kes nikare serê wan bitewîne û wiha axivî: "Zext û zilma li ser partiya me bi dawî nabe. Lê em berxwedanê dizanin. Em têkoşîne dizanin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Bi vê baweriyê û biryara we emê bi ber bikevin. Zextan zêde dikin. Qedexeyan zêde dikin. Lê bi ser nakevin. Ew bi vê yekê xerabiyê bi vî welatî dikin. Bi kedkar û jinên Kurd xerabiyê dikin. Di şevekê de îmzeya Peymana  Stenbolê vekişandin. Yanî dijminantiya jinê dikin. Bi vê yekê li dijî Destûra Bingehîn darbe pêk anîn. Ev îqtîdara darbeyê ye. Darbekar e. Wekîlên me yên em bi denge we dişînin meclîsê neheq wekîltiya wan dixin. Wekîltiya Leyla Guven û Musa Farisogullari xistin û êrîşî vîna  gel kirin. Niha jî wekîltiya birayê me Omer Faruk Gergerlîoglu xistin. Neheq û li dijî hiqûqê vîna gel xesp kirin. Bi vê yekê jî nehatin ser. Serê sibê dema dixwest destmej bigire bi ser de girtin û binçav kirin. Binerin ew qas xerab in. Ew qas li dijî baweriyê bê hurmet in. Li dijî vîna gel bê hurmet in."  
 
'TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Sancar, biryara serkeftinê jî anî ziman û wiha lê zêde kir: "Lê milyonan kesên qadên Qadên Newrozê kom bûne dibêjin "Em serî natewînin. Dibêjin soz em ê teqes bi ser bikevin. Teqez em ê qesenç bikin" HDP'a ku nikarin bi siyasetê wê têk bibin, niha darazê dixin nava tevgerê û dixwazin bigirin. Serdozgerê Komarê bi fermana Qesrê der barê HDP'ê de dozê vedikin. Hemû axaftinên me jibo aştî, demokrasiye ne. Wekî din tiştekî din tune ye. Em dipirsin hûn HDP'ê bigirin, hûn dê vî gelî çi bikin? Hûn nikarin pêşiya vî gelî bigirin. Tu hêz nikare bawerî û pêşiya gel bigire. Em we silav dikin. Em ê bi hevre ji bo siyaseta demokratîk û aştiyane siberojên din ava bikin."  
 
'WERIN EM BI HEVRE LI DIJÎ VÊ ZILMÊ TÊBIKOŞIN' 
 
Sancar, banga têkoşîna hevpar li hêzên demokrasiyê kir û wiha berdewam kir: "Em baş dizanin Berxwedan jiyan e. Berxwedan jiyan e. Daxwaza girtina HDP'ê daxwaza girtina demokrasî, hevî û wekheviyê ye. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê serî li hemû rêyên demokrasiyê bidin. Daxwazên azadî, aştiyê bînin ziman. Werin hemû hêzên demokrasiyê em bi herve li dejî vê zilmê têbikoşin. Werin em mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. Werin em bi hevre ber bi aştî, demokrasî û azadiyê ve bimeşin.  Em hêza xwe ji mafdariya xwe û gelê xwe distînin. Ev îqtîdar ji me ditirse. Me di 7'ê hezîranê de li ser sindoqê ev yek nîşanî wan da. De di 31'ê Adarê û hezîranê de ev yek li ser sindoqê nîşanî wanda. Bila van rojan ji bîr nekin. HDP dê dîsa bi wan bide windakirin. Werin em bi hevre têkoşîna demokrasiyê bidin. Em tifaqa herî mezin a demokrasiyê ava bikin. Werin em ve meşê mezin bikin. Wateya herî mezin a Newrozê sembola aştiyê ye."  
 
EM LI PEY PEYAMA OCALAN A NEWROZA 2013'AN 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bal kişand ser nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Newroza 2013'an de li Amedê bi raya giştî re parve kir û wiha got: "Binerin beriya niha 8 sal berê li vê qada Newrozê nameya aştiyê hat xwendin. Ew name tê bîra Gelê me. Gelê me hêj ji vê nameyê bi hevî ye. 
 
Ez hevokekê ji wê nameyê bixwînim. Birêz Ocalan di nameyê de gotibû "Demek nû dê bê destpêkirin. Ne çek wê siyaset bi axive. Em ê pêşeroja hevpar bi hevre ava bikin." Em li pey vê banga Newroza 2013'an in. Em piştgiriye didin banga  Birêz Ocalan a 2013'an. Em îro jî heman daxwazan tînin ziman. Peyama Ocalan ku danî holê banga çareriya demokratîk bû. Kilîda çareseriya Demokratîk bû. Em dîsa li pey vê daxwazê ne. Em li pey çareseriya demokratîk in. Em li pey siyaseda demokratîk in. Ji ber vê yekê dixwazin vê sisayetê tune bikin. Ji ber vê yekê tecrîdê li Îmraliyê pêş dixin. Israra di tecrîdê de israra di bê çareseriyê de ye. Ji ber vê yekê divê teqez ev tecrîd rabe. Daxwaza girtiyan jî rakirina tecrîdê ye. Ji bo aştîe û demokrasiyê rakirina tecrîdê ye. Em bi hevre li vê daxwazê derkevin. Em ê aştiyê bi gelê vî welatî bînin vî welatî. Em aştiyê ji îqtîdar û hikûmetê naxwazin. Em aştiyê ji gelên vî welatî dixwazin. Em dikarin aştiyê bi gelan re ava bikin. Ji ber vê yekê werin em bi hevre rêyên avakirina aştiyê pêş bixin. Em bi hevre aştî, demokrasî û azadiyê bînin. 
 
'AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN DI AZADIYA KURDAN RE DERBAS DIBE' 
 
Sancar, heri dawî bal kişand ser aştiya Rojhilata Navîn û wiha bi dawî kir: "Rêya aştiya Rojhilata Navîn di Azadiya  Kurdan re derbas dibe. Azadiya  Kurdan jî di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Divê gelê Kurd ji Mahabat heta Qamişlo li her derê heviyên demokrasiyê pêş bixin. Bila ev Newroz bibe Yekîtiya Neteweyî. 
 
EM SOZ DIDIN EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN
 
Rota me azadî ye. Em li dijî yekperestiyê em ê siyaseta demokratîk pêş bixin û bêtir mezin bikin. Yên van zextan li me dikin, bila bizanibin HDP mezin dibe û tê. HDP hatiye ku welat bi rêve nebe. Dê tu hêz nikaribe re li pêş siyaseta demokraktîk bigire. Em ê heta dawî di edaletê de israr bikin. Em ê teqez bahara gelan bînin. Em ê bêtir mezin bibin û bi hêz bibin. Em ê bêtir bi biryar bin û mil bidin hev. Em soz didin emê teqez bi ser bikevin.  Bi vê hêvî û coşê ez carek din Newroza we Pîroz dikim. Newroz pîroz be." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2021
17:07 Dersimê peyama yekitî, wekhevî û azadiyê da
17:06 Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin
16:48 Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan
16:46 Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn
Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e
16:29 Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma
16:22 Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim
16:15 Amediyan dîsa gotina xwe got: Ji Ocalan re azadî
16:08 Agirê Newrozê li Egeyê belav bû
15:57 Daxwaza ‘Azadiya Ocalan' bend derbas kir
15:49 Li Rihayê hezaran Ocalan silav kir û piştgirî dan HDP’ê
15:26 Geverê dîsa got HDP gele
15:24 Xelîl: Dijmin hewl didin projeya gelan têk bibin
Ehmed: Di Şoreşa Rojava de, hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne
14:33 Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn
14:32 Wan li qadê hilnehat: Çareserî li Îmraliyê ye
14:19 Li Amedê 33 kes ji ber alan hatin binçavkirin
14:15 Sancar: Em li pey banga Ocalan in
13:47 Gergerlîoglû hat berdan
13:46 Serokê Amerîkayê Biden Newrozê pîroz kir
13:32 Ciziriyan barîkatên polîsan hilweşandin
13:23 Sed hezaran agirê Newrozê pêxistin
12:56 Gelê Serhedê bi coşek mezin Newrozê pîroz dike
12:55 Li Sêrtê bi hezaran Newrozê pîroz dikin
12:47 Li Dîlokê beriya destpêkirina pîrozahiyê qada Newrozê têje bû
12:28 Kemal Kurkut li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
12:27 Bi deh hezaran beşdarî Newroza Wanê bûn
Bi yek dengi dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dikin
12:22 Li Dersimê gel qedexeya Newrozê ya walîtiyê guhdar nekir
12:03 Li Qada Newrozê posterên Ocalan li ba dibin
12:02 Bi dehezaran kes li Newrozê ne
12:01 Gelên Edeneyê bi hevre govenda Newrozê girt
11:48 Bi mîlyonan Newrozê pîroz dikin
11:40 Li Rihayê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
11:32 Coşa Newroza Cizîrê deqe bi deqe mezin dibe
11:13 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin qadên Newrozê
11:01 Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:51 Hezaran ji bo Newrozê berê xwe dan Qendîlê
10:29 Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê
10:24 Bi hezaran ji bo pîrozbahiya Newrozê dimeşin Keleha Wanê
10:20 Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir
09:45 Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye
08:55 HDP: Destûr nedan nimêj bike
08:32 Ew kêliyên Gergerlîoglû vegotin: Ji salên 1994'an xirabtir bû
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê