Newroza Amedê bi Ocalan dest pê kir û bi Ocalan bi dawî bû

img

AMED - Li Amedê bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî xwestin. Girseya ku bi daxwaza azadiya  Ocalan dest bi pîrozbahiyê kir, bi heman daxwazê pîrozbahî bi dawî kirin. 

 
Qada  Newrozê ya Amedê ku her sal malovaniya sedhezaran kesan dike, îsal jî bi sed hezaran kes li qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Parka Newrozê ku di sala 2013'an de Nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hat xwendin û zêdeyî milyonek kes beşdar bû, îsal jî bi sed hezaran bi coş û heybetek mezin Newroz pîroz kir. Her sal dema şaredarî di destê HDP'ê de bû otobusên şaredariyê gel dibirin qada Newrozê. Lê îsal ji ber qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, otobusên şaredariye xizmeta gel nekir. Otobusê şaredariyê li şuna gel vê carê polîs kişandin qada Newrozê. 
 
 
Girseya ku tevî hemû astengiyan herikî qada Newrozê bi cilên xwe yên rengîn qada Newrozê neqişandin, bi awayeki xwezayî çanda cil û bergê Kurdî li qadê dan pêşandan. Endamên Tora Çand û ziman û Platforma  Zimanê Kurdî ku kampanya Zimanê Kurdî di 22'ê Sibatê de dabûn destpêkirin, li ketina qada Newrozê gelek stand vekirin û îmze kom kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî Stantên îmzeyan dan. Aktîvistên ziman bi hezaran imze kom kirin. 
 
JI BO OCALAN AZADÎ XWESTIN
 
Bi sed hezaran kesên beşdarî Newrozê bûn ji destpêkê heta dawiya pîrozbahiyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin. Gel tevi hemû asteniyan posterên Ocalan xistin qadê û bê navber diruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. 
 
Li qada Newrozê tişta herî zêde bal kişand ser xwe alên PKK'ê bûn. Piştî Wezîr Suleyman Soylu got me 'Qedand' zêdebûna alên PKK'ê bal kişad ser xwe. 
 
Pişti bi deh hezaran kes li qada Newrozê kom bûn, gelek kesan bi şemalan Agirê Newrozê geş kir. 
 
Girseya ku li qadê tev li Newrozê bûn hêrsa xwe ya li diji tecrîdê anîn ziman û li çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan xwedî derketin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Girsê pankarta “Ruhê Newrozê iro li zindanan li seranserî jiyanê zindî bûye û gihiştiye wateya xwe ya dîrokî” vekirin. 
 
Dîsa girsê li dijî daxwaza girtina HDP'ê bertekên xwe anîn zimanm û gotin "HDP gel e, gel li vir e" û “Dest nede vîna min". Girsê dîsa li Qada Newrozê daxwaza yekîtiya neteweya Kurdan anîn ziman û gotina Cegerxwîn a “Heger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek 
 
SLAV JI OCALAN RE ŞANDIN
 
Bi hezaran kesên ku Meclîsa Ciwanên HDP'ê peşengiye j wan re dike pankarta “Em roja xwe silav dikin, berxwedana xwe dewam dikin" rakirin û ji Newroza Amedê ji Ocalan re silav şandin. Ciwan bi strana hunermend Kadir Çat a “Diren ha Diyarbekir” bêtir coşiyan û daxwaza Azadiya Ocalan anîn ziman. 
 
Jinan û ciwanan li qada Newrozê li dijî vekişîna  Peymana  Stenbolê bertekên xwe anîn ziman polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinan şermezar kirin. 
 
Piştî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû bi sedan ciwan disa li hev kom bûn û ji qada Qamişlo heta Goristana Yenîkoyê meşiyan. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “HDP gel e, gel li vir e" û “Bê Serok jiyan nabe”, berz kirin. Di meşê de polîsan herî kêm 5 kes bi lêdanê binçav kirin. Pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi daxwaza ji bo azadiya Ocalan dest pê kir, bi heman daxwaza azadiya Ocalan bi dawi bû.
 

Sernavên din

24/03/2021
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin
15:53 HDP ji bo Gergerlîoglû serî li AYM’ê dide
15:52 Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
15:48 Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin
15:38 Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin
15:33 Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin
15:23 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar
15:14 Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin
14:40 Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da
14:19 Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin
13:32 Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin
13:16 Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir
13:15 Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye
13:12 Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin
13:05 Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir
13:01 Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê
12:46 Nivîskara Misrî Nawal El Saadawî koça dawî kir
12:22 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:14 Ata û Sak li cem hev hatin veşartin
11:48 Welatiyên qadên Newrozê dagirtin: Em tecrîdê bişikînin
11:38 Peyama amediyan a Newrozê: Nikarin ava ku diherike qut bikin
11:27 Emîne Şenyaşar: Ger ez bimrim jî ez ê ji vê derê nerabim
10:46 Bila Berdevka Meclîsa Jinan Bayramoglu bê berdan
10:02 Piştî guhertina di Bankaya Navendî de windabûna TL derket ji sedî 11’an
09:53 Jinan ji qadên Newrozê bang kirin: Em ê dev jê bernedin
09:35 Rojnameyên Tirkiyeyê Newroz nedîtin
09:01 Koma 24'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Nerazaîbûna ji bo binçavkirina Gergerlîoglû: Em li kuçeyan têkoşînê xurtir bikin
09:01 'Daraz bûye buroya hiqûqê ya AKP-MHP'ê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2021'Ê
21/03/2021
22:33 Li Qoserê ciwanekî xwe kuşt
22:16 Li Amedê 100 kes hatin binçavkirin: 35 kes hatin berdan
19:57 Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya derbarê 2 zarokên pêl mayinê kirin de
19:42 102 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:25 Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek
19:05 Newroza Amedê bi Ocalan dest pê kir û bi Ocalan bi dawî bû
18:47 Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê
18:29 Li Qilebanê 2 zarokên ku pêl mayinê kirin jiyana xwe ji dest dan
18:20 Bi hezaran kesan li Bûrsa Newroz pîroz kir
17:55 Gelê Bazîdê bi coşek mezin Newroz pîroz kirin
17:55 Newroza Sêrtê: Em ê çok daneynin
17:40 Hevserokê KCD'ê: Ocalan vîna gel e
17:17 Cizîrî bûn yek deng: Azadî
17:07 Dersimê peyama yekitî, wekhevî û azadiyê da
17:06 Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin
16:48 Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan
16:46 Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn
Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e
16:29 Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma
16:22 Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim