ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 7 kesên ku hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 18'ê Adarê de, Endamê Meclîsa HDP'ê Azad Polat, Koçer Sason, Aktîvîsta TJA'yê Hediye Yayik, Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Can û welatiyên bi navê Resul Salsak, Beşîr Tûrel û Giyasettîn Kalkan ên hatibûn binçavkirin, piştî 4 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin.
5 kesên îfade dan dozger serbest hatin berdan. Dozger endamê Meclîsa HDP'ê Azad Polat û welatiyê bi navê Giyasettîn Kalkan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê piştî îfade girtinê, Polat û Kalkan jî serbest berdan.