Di rojeva jinan de berxwedan heye

img

ANTALYA - Jinên antalyayî êrîşên li ser Peymana Stenbolê û biryara fesixkirina wê wekî "îqtidar ji jinan ditirse" nirxandin û gotin: "Em ê dakevin qadan xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin." 

 
Piştî ku bi îmzeya Serokomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan Peymana Stenbolê hat fesixkirin, jinan û gelek derdoran bertek nîşanî vê yekê da. Li Antalyayê jî jinan destnîşan kir ku dê mafên xwe yên bi dest xistine biparêzin û ji bo vê jî dê bitêkoşin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'a Antalyayê Tulîn Uçdal, diyar kir ku peyman li dijî tahdeyê ji bo jinan ewleyiyek bû û ji ber ku berpirsiyarî daye ber dewletê, hedef hatiye girtin. Uçdal, anî ziman ku peyman di sala 2011'an de hatiye îmzekirin lê belê îqtidara AKP'ê ji bo vê tu gav neavêtine û got: "Dev ji pêşîlêgirtina tahdeyê berde, îqtidarê bi polîtîkaya bêcezatiyê kiryar wêrek kirin."
 
Uçdal, diyar kir ku îqtidar hebûna jinan tamûl nake. Uçdal, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê destkeftiyeke têkoşîna jina ye û dê bi daxwaza "yekzilamî" neyê tunekirin. 
 
BÊHUKM E 
 
Parêzeer Aylîn Onûrsev ku li ser navê Kolektîfa Feminîst a Antalyayê axivî, diyar kir ku îqtidar hêzê ji newekehviya cinsiyeta civakî digire û got: "Lewma biryara serokomar, di warê hiqûqî de bêhikm e. Peyman hîn jî di meriyetê de ye. Ev biryar, li dijî Qanûna Bingehîn û hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye. Bi vê biryarê rêgezên Qanûna Bingehîn, hikmên nayên guherandin û peymanên navneteweyî yên maf û azadiyan ku Tirkiye jî îmze daniye binî wan, hatine binpêkirin."
 
Onûrsev, destnîşan kir ku dê dev ji tu destkeftiyên xwe bernedin û got: "Em ê paş de gav navêjin, nehêlin destkeftiyên me ji dest me biçin. Em li vir in, naçin tu derî jî." 
 
TIRSA ÎQTIDARÊ 
 
Ebrû Întîbay jî ku li ser navê Jinên Halkevcî ya Antalyayê axivî, diyar kir ku kî serî netewîne, îqtidar mafê wan ê jiyanê binpê dike û bal kişand ser kuştina jinan, taciz û tecwizê. Întîbay, destnîşan kir ku derdora herî mezn a ku serî li ber îqtidarê natewîne jin in û got: "Sedema ku Peymana Stenbolê ev qasî ji xwe re kirine xem jî tirs e. Tirsa ji jina ye. Neyteke me ya ku em li bendê bin li Meclîsê biryara fesixkirinê bê sekinandin tune ye. Em ê li qadên bajêr xwe birêxistin bikin, li atolyeyan, li ber deriyên malan, li hemû qadan ji bo Peymana Stenbolê xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin. Cihê jinên ku mafên wan hatine xespkirin berxwedan e û kuçe ne." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Berpirsiyara Meclîsa Jinên Pêşverû ya Antalyayê Ayer Guneşhan jî diyar kir ku îqtidara ku jinan û LGBTÎ+yan hedef digire careke din diyar kiriye ku li cem kesên ku tahdeyê li jinan dikin û wan dikujin cih digire û got: "Peymana Stenbolê, temînata mafên me û jiyana me ye." 
 
Guneşhan got: "Em vê biryara serokomar nas nakin. Em jinên Meclîsa Jinên Pêşverû em ê li dijî vê pergala ku kujeran diparêze ltu carî dev ji têkoşînê bernedin." 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

24/03/2021
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin
15:53 HDP ji bo Gergerlîoglû serî li AYM’ê dide
15:52 Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
15:48 Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin
15:38 Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin
15:33 Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin
15:23 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar
15:14 Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin
14:40 Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da
14:19 Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin
13:32 Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin
13:16 Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir
13:15 Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye
13:12 Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin
13:05 Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir
13:01 Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê
12:46 Nivîskara Misrî Nawal El Saadawî koça dawî kir
12:22 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:14 Ata û Sak li cem hev hatin veşartin
11:48 Welatiyên qadên Newrozê dagirtin: Em tecrîdê bişikînin
11:38 Peyama amediyan a Newrozê: Nikarin ava ku diherike qut bikin
11:27 Emîne Şenyaşar: Ger ez bimrim jî ez ê ji vê derê nerabim
10:46 Bila Berdevka Meclîsa Jinan Bayramoglu bê berdan
10:02 Piştî guhertina di Bankaya Navendî de windabûna TL derket ji sedî 11’an
09:53 Jinan ji qadên Newrozê bang kirin: Em ê dev jê bernedin
09:35 Rojnameyên Tirkiyeyê Newroz nedîtin
09:01 Koma 24'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Nerazaîbûna ji bo binçavkirina Gergerlîoglû: Em li kuçeyan têkoşînê xurtir bikin
09:01 'Daraz bûye buroya hiqûqê ya AKP-MHP'ê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2021'Ê
21/03/2021
22:33 Li Qoserê ciwanekî xwe kuşt
22:16 Li Amedê 100 kes hatin binçavkirin: 35 kes hatin berdan
19:57 Daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya derbarê 2 zarokên pêl mayinê kirin de
19:42 102 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:25 Foza Yûsif: Divê rêxistinên Kurdistanî bibin yek
19:05 Newroza Amedê bi Ocalan dest pê kir û bi Ocalan bi dawî bû
18:47 Li Mûş û Bedlîsê coşa Newrozê
18:29 Li Qilebanê 2 zarokên ku pêl mayinê kirin jiyana xwe ji dest dan
18:20 Bi hezaran kesan li Bûrsa Newroz pîroz kir
17:55 Gelê Bazîdê bi coşek mezin Newroz pîroz kirin
17:55 Newroza Sêrtê: Em ê çok daneynin
17:40 Hevserokê KCD'ê: Ocalan vîna gel e
17:17 Cizîrî bûn yek deng: Azadî
17:07 Dersimê peyama yekitî, wekhevî û azadiyê da
17:06 Banga ji Newroza Agiriyê: Bila MHP bê girtin
16:48 Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan
16:46 Bi hezaran beşdarî Newroza Dîlokê bûn
Berdevka HDP'ê Gunay: Navnîşana Aştiye Ocalan e
16:29 Qada Newrozê ji bo Colemêrgiyan teng ma
16:22 Kûrkûrt li ser gora xwe hat bibîranîn: 44 sal jî derbas bibe ez ê ji bîr nekim