Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane

img

ŞIRNEX - Di 21'ê Adarê de Caner Sak ê 16 salî û Yusuf Ata yê 14 salî, dema ku pez diçêrandin, pêl mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Malbatên wan qala bûyerê kirin û anîn ziman ku ew nizanin zarokên wan bi çi awayî jiyana xwe ji dest dan û gotin:" Pêl mayînê kirin, yan mayin di destê wan de teqiyaye em nizanin."

 
Li herêma Botanê, heta niha ji ber mayînên ku nehatine îmhakirin, gelek kesên di nav de zarok jî heyî, jiyana xwe ji dest dane.Herî dawî di 21'ê Adarê de li mezreya Yekmaller a navçeya Qilebanê ya Şirnexê zarokê bi navê Yûsûf Ata yê 14 salî û Caner Sak ê 16 salî dema ku sewalên xwe diçêrandin pêl mayinê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Gundiyan ragihandin ku heta niha bi dehan bûyerên wiha çêbûne û gotin ku ji ber mayînên ku nehatine îmhakirin jiyana wan di xeterê de ye. Malbatên Sak û Ata derbarê bûyerê de axivîn.
 
 
'NEHIŞTIN EZ KURÊ XWE BIBÎNIM'
 
Dayîka Caner Sak ê 16 salî Naîme Sak qala bûyerê kir û wiha vegot: "Kurê min xwendekar bû. Îsal nû derbasî lîseyê bû. Roja yekşemê got ku ez ê biçim pez biçerînim. Li malê taştê xwar û bi hevalê we Yusuf re çûn ber pez. Dema ku got ez ê biçim mîn jî tiştek negot. Çimkî gundî hemû diçûn wê herêmê yan seyran dikirin û yan jî pezê xwe diçerandin. Em debara xwe li ser sewalkariyê dikin. Ji ber wê em her tim pezê xwe dibin wê herêmê diçerînin. Roja yekşemê piştî ku Caner çû çend seatan şûnde li gund bû hawar. Gotin piştî qereqolê teqîn çêbûye. Piştî ku ev agahî ji me re hat em jî bi hawara wan çûn. Me xwest ku em cenazeyê wan bibînin. Lê nehiştin û bi lez û bez cenaze bi helîkopterê rakirin nexweşxaneya Şirnexê. Nehiştin ku ez kurê xwe bibînim. Dewletê tiştek ji me re neragihand. Em nizanin ka çawa jiyana xwe ji dest dane. Pêl mayînê kirin, yan mayin di destê wan de teqiyaye em nizanin. Heta niha tu tiştek jî ji me re nehatiye gotin. Kezeba me şewitî bila kezeba tu dayîkên din neşewite."
 
'EM NIZANIN BI ÇI AWAYÎ JIYANA XWE JI DEST DANE'
 
Dapîra Yusuf Ata, Qazê Ata jî anî ziman ku Yusuf çûbû seyranê û got ew nizanin van herdû zarokan çawa jiyana xwe ji dest dayed û wiha got: " Yusuf serê sibehê rabû û got ku ez ê biçim seyranê. Em nizanin top lê ketiye, yan pêlî mayînê kirine, yan di destê wan de teqiyaye. Em nizanin ku van herdû zarokan bi çi awayî jiyana xwe ji dest da. Ev herêm hemû agir e. Mirov nikare gavek biavêje. Seyrana xwe kirine, xwarina xwe xwarine û pişt re ev bûyer hatiye serê wan. Me ne birînên wan dîtin, me ne cenazeyên wan dîtine me tu tiştê wan nedît. Nehiştine ku em biçin ser cenzaeyê wan jî. Hîn ku cenaze nîşanî me nedan cenaze bi helîkopterê birin Şirnexê. Em çûne Şirnexê jî cenaze nîşanî me nedan. Neviyê min nîşanî me nedan. Dilê me şewitandin."
 
MA / Zeynep Durgut 

Sernavên din

26/03/2021
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin