BEDLÎS - Parlementerê HDP'ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali, talankirina darên li herêma gundê Oleka Jor ya Bedlîsê ji Wezareta Daristanê pirsîbû. Wezaretê got: "Em daristanê teze dikin."
Li devera gundê Oleka Jor a bi ser Bedlîsê ku di 19'ê Kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê lê hatibû xerakirin, bi mehan e dar tên birîn. Nahêlin kes nêzî herêmê bibe û darên tên birîn jî cerdevan wan li qamyonan bar dikin û dibin deverên din. Çend meh berê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bedlîsê Mahmûr Celadet Gaydali, ev mijar xistibû rojeva Meclîsê û destnîşan kiribû ku ji xeynî herêma gundê Oleka Jor li Xîzan, Norşîn û Tetwanê jî dar tên birîn.
'TALANKIRIN E'
Gaydali, anî ziman ku birîna daran ewilî li bejahiya gundê Gelê Axkîs ê navçeya Xîzanê dest pê kiriye û dû re li gundê Kesan ê navçeya Tetwanê jî dest pê kiriye. Gaydali, bilêv kir ku ev mesele ji Wezareta Daristanê pirsiyeû wezaretê jê re gotiye: "Em daran ji bo tezekirina daristanan dibirin." Gaydali, da zanîn ku darên tên jêkirin bi qadî lûleyên sobeyan qalind û qevdika destan qalindin û got: "Wezareteke daristanê ya hay ji vê tune ye heye. A dikin talankirin e."
'DIXWAZIN HERÊMÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN'
Gaydali, destnîşan kir ku darberû ji kokê tên birîn da careke din şîn neyên û li Xîzanê jî ji gundiyan re gotine "daran bibirin". Gaydali, diyar kir ku piştî ku gundiyan nebiriye, vê carê ji Motkiyê cerdevan birine û dar hatine birîn. Gaydali, anî ziman ku bi hinceta "ewlehiyê" dar tên birîn û got: "Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin. Gav hûn daran bibirin, ê ax li ser van zinaran nesekine. Ê erozyon zêde bibe. Ê pergala barînê xirab bibe. Ê kaniyên avê yên li derdorê nemînin. Armanca wan, van deran bikin çol."
Gaydali, destnîşan kir ku di serdema krîza avhewayê de dar tên birîn û got: "Fedî nakin di televîzyonan de jî dibêjin 'dar jiyan e.' Ê hevsengiya ekolojiyê bi temamî xirab bikin. Em li her derî bilêv dikin. Ev çavkaniya mirovan e. Daristan, nexweşxane ye."
MA / Mujdat Can