HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin

img
ENQERE - HDP'a ku doza girtinê lê hatiye vekirin, nîqaş dike ku heke were girtin, wê derbasî partiyeke mûxalîf bibe û li dijî desthilatê alternatîfa mûxalefeteke demokratîk bi afirîne.
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), wê ser lêkolîna doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 31 adarê de bicive. AYM’ê wê îdeanameya ji 609 rûpelan pêk tê ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn amadekiriye û jê re şand ji aliyê ûsûlê lêkolîn bike û biryara qebûlkirin an neqebûlkirina îdîanameyê bide. Dema biryar were dayîn wê rapora raportorê AYM’ê ya têkildarî îdeanameyê berçav were girtin.
 
Heke AYM îdeanameyê qebûl bike wê îdeanameyê bi pêvekan ve teblîxî HDP’ê bike û ji bo parastinê ji partiyê dem bixwaze. Ji bo parastinê demekî diyar nîne lê li gorî teamûlan mehek wext heye. HDP pêwîstiyê pê bibîne wê bikare pêvedem daxwaz bike. Serdozgeriya Dadgeha Bilind ku partî dê parastina nivîskî pêşkeşî wê bike, di çarçoveya parastinê de wê mutaalayê amade bike.
 
HDP jî, piştî mutaalaya serdozgeriyê teblîxî partiyê hat kirin, dikare li AYM’ê parastina devkî bike. Li gorî qanûnê parastina devkî ya hevserok an jî partiyekê ku hevserok peywîrdar bike, dikare bike. Piştî ku parastina devkî hat kirin, AYM wê derbarê dosyayê de biryara dawî bide.
 
BIRYARA GIRTINÊ Û QEDEXEYA SIYASETÊ
 
Ji bo ku AYM biryara girtinê bide divê ji 15 dadgeran 10 jê bêjin “erê.” Heke ev biryar hat dayîn, AYM dikare qedexeya siyasetkirinê jî binirxîne. Heke biryara girtinê neyê dayîn, nirxandina qedexeya siyasetkirinê jî nayê nirxandin. Lê ji bo ji alikariya xezîneyê bê par bê hiştin 8 endamên AYM’ê bêjin “erê” têra dike. 
 
TERKNEKIRINA MEWZIYÊN DEMOKRATÎK
 
HDP jî piştî ku zextên li ser partiyê zêde bûn, doza girtina partiyê û fezleke hatin rojevê derbarê serdema pêş de  dê “nexşerêyê” amade bike. Partiyê di vê çarçoveyê de weke armanc ewilî têkoşîna siyasî û hiqûqî danîne pêşiya xwe. Nîqaşên di nava partiyê de tên bi rêvebirin de fikra terknekirina mewziyên demokratîk ên hatin qezençkirin hakime. HDP'a ku armanc dike pêvajoyê bi gel, beşên civakî û hevkarên xwe yên têkoşînê re bibe, li dijî doza girtinê hema bêje amadekariyên xwe yên siyasî û hiqûqî temam kirine. 
 
WÊ VEGERE DOZA ‘DARIZANDINA KESÊN DARIZÎNIN’
 
Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê li dijî vekirina doza girtina partiyê di nava amadekariyên berfireh de ye. Lê piştî nêrîna ku xebat werin berfirehkirin zêdetir derket pêş, biryara avakirina ‘navenda hiqûqê’ hat dayîn. Navenda hiqûqê ku ji profesorên makeqanûnê û hiqûqnasên di asta netewî û navnetewî tên nasîn pêk were, wê doza girtinê vegerîne têkoşîneke hiqûqî ya mezin. 
 
HDP’iya vê pêvajoya ku amadekariyên wê tên kirin, weke “êriş û mudaxaleyeke siyasî” bi nav dike, li dijî vê bi têkoşîna siyasî re wê li ser rêgezên hiqûqî yên gerdûnî mafê xwe yê siyaseta demokratîk û hiqûqa hilbijêran biparêze. Bi vê armancê navenda hiqûqê ya were avakirin wê tam kapasîte bixebite û dozê vegerîne mecrayeke êrîşên ser siyaseta demokratik.
 
WÊ TÊKOŞÎNA SIYASÎ DERKEVE PÊŞ
 
Partî wê ji aliyê din vîna gel ku li Newrozê danî holê esas bigire û ji rêxistinên bajar û navçeyan dest pê bike têkoşîneke siyasî derxîne pêş. Bi vê armancê wê li gel civînên berfireh yên lijneyên rayedaran têkildarî alternatîfan bi gel re jî civîn bêne kirin û gel were agahdarkirin.
 
MÎNAKA DEP’Ê
 
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, rayedarên HDP’ê nîqaş dikin ku heke partî were girtin derbasî partiyeke mûxalîf bibin û li dijî desthilatê alternatîfa mûxalefeteke demokratik bi afirînin. Li dijî konsepta desthilatê ya 94’ê HDP’ê dest bi lêkolînkirina mînakên DEP û SHP’ê kir. Ji bo vê jî stratejiya HDP’ê ya 31’ê adarê û bangên têkoşîna hevpar referans tên girtin.
 
TEKLÎFA REWŞENBÎRAN LI HDP’Ê KIRIYE
 
Bi vekirina doza girtina HDP’ê û xistina parlementerê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû piştevaniya partiyê zêdetir bûye. Gelek rewşenbîr, nivîskar, akademisyen û hunermendên tên nasîn li dijî gefa girtinê, ji bo partiya nû ya dixwazin di nav de cih bigirin xwestin daxwaznameyê bidin Wezareta Karên Hûndir. HDP, van daxwaz û vebijêrkan jî dinirxîne.
 
WÊ NEXŞERÊ BÊ AMADEKIRIN
 
Hemû vebijêrkên ku tên nîqaşkirin wê di civîna Meclîsa Jinan û Meclîsa partiyê ya di dawiya hefteyê di serokatiya Hevserokan de were nîqaşkirin û vegerînin nexşerêyekê.
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

26/03/2021
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat
10:56 Li Enqereyê hevdîtina ‘Heq, Edalet û Wijdanê’
10:05 HDP’ê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê ziyaret kir
09:55 Peymana Stenbolê zilaman jî eleqeder dike
09:51 Malbatên zarokên wan pêl mayînê kirin: Em nizanin çawa jiyana xwe ji dest dane
09:17 Dixwazin girtî bikin sîxûr
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 119'emîn de didome
09:12 Êzidî: Çima rejîma Iraqê berê xwe nade rêxistinên çekdar ên din?
09:11 'Betalkirina Peymana Stenbolê devjêberdana ji maf û azadiyan e'
09:09 Malbata Mûrat Kaya serî li AYM'ê da
09:09 'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
09:08 10 sal in li birayê xwe yê ku gotine 'miriye' digere
09:08 Li girtiyên hatin sewqkirin cezayê hucreyê birîn
09:07 Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê
09:06 Li girtîgehê gore jî qedexe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN
24/03/2021
19:42 146 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin