NEVŞEHÎR - Li Navçeya Avanos a Nevşehîrê polîsan Endama Meclîsa HDP'ê ya berê Nîlgun Salmaner, binçav kirin.
Polîsan li Navçeya Avanos a Nevşehîrê bi ser mala Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Nilgun Salmaner de girtin û ew li malê binçav kirin. Polîsan bi hinceta Salmaner li ser medya civakî propaganda rêxistinê kiriye, ew binçav kirin. Polîsan piştî Salmaner binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Nevşehirê. Hat hînbûn ku heta 48 saetan dê di bin çavan de bê girtin.