Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di komcivîna li Meclîsê de axivî û li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li CPT'yê kir. Bûldan li dijî hewldana girtina partiya xwe jî got: "Em ê ji rêya xwe paş ve gav neavêjin. Soza me ya têkoşînê ya ji bo gelan heye, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê gelên Tirkiyeyê bê HDP nehêlin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna li Meclîsê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
'DIVÊ HER KES ÎQTIDARA QESRÊ YA BÊKONTROL BIBÎNE' 
 
Bûldan di destpêka axaftina xwe de Parlamenterê HDP'ê yê berê yê Sêrtê Kadrî Yildirim ê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û Buldan her wiha kesên di komkujiya Kızıldere ya 30'yê Adara 1972'yan de jiyana xwe ji dest dan jî bi bîr anî.
 
'Polîtîkayên wan ên çareseriyê tune ye'
 
Bûldan diyar kir ku tu polîtkayên wan ên çareseriyê tune ye û got: "Heta ev îktidar bidome dê kesek ne di nava ewlehiyê de be. Pirsgirêk her ku diçe kûrtir dibe. Rayeya meclîsê hatiye bidawîkirin û ji bo rakirina mafên demokratîk, aborî û mafên civakî ji holê bê rakirin rêya çewisandinê hat hilbijartin. Wekî yên 28'ê Sibatê her kes hedef nîşan dan. Ev amadekariya teswiyeyê ye. Baceya gel ji bo şer xerc kirin. Derew kirin nexşerêya xwe. Polîtîkayên wan ên çareseriyê tune ye."
 
'ÇARESERIYA WAN DARIZANDINA DAYIKÊN ŞEMIYÊ YE' 
 
Bûldan bal kişand ser banga gel a edaletê û wiha got: "Çareseriya wan mezinkirina bêedaletiyê ye. Gelê di nava bêçaretiyê de digevizin kar û aramiyê dixwaze. Çareseriya wan; girtan HDP'ê û girtina gel a di malê de ye. Her roj jin tên qetilkirin lê belê çareseriya wan betalkirina Peymana Stenbolê ye. Çareseriya wan xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlioglu û darizandina Dayikên Şemiyê ye."
 
'EM Ê RÊYÊN LI ME GIRTINE YEK BI YEK VEKIN' 
 
Bûldan di dewama axaftina de wiha domand: "Em têkoşîna demokrasiyê didin û peywira me ew e ku  rêyên li me girtine em yek bi yek vekin. Em di vê rêyê de bi gavên jixwebawer bimeşin. Em ê teqez bi ser bikevin em soza vê didin. Biryara doza girtinê di 31'ê Adarê de dan û di 23'yê Hezîranê de pê li bişkokê kirin. Îktidar ji bo pergala bêedaletiyê û talanê bidomîne dixwaze HDP a têkoşîna demokrastiyê dide li derveyî siyasetê bihêle. Ev doza dahfikê ye. Yên îdianame amade kirin jî şîrîkê qesrê ne. Ewê hêza we têra bidawîkirina kevneşopiya têkoşîna HDP'ê neke. Xeyalê demokrasiyê ya bi milyonan ji xeyalên wê yên paldankê mezintir e. Di encama vê dozê de dê yê winda bike ew ê hûn bin. Em ê ji rêya xwe paşde gav neavêjin. Soza me ya têkoşînê ya ji bo gelan heye, em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Em ê gelên Tirkiyeyê bê HDP nehêlin."
 
'HDP xewna jiyana bi hev re û wekhev a gelan e' 
 
Bûldan bang li hemû kesên demokrasiyê diparêzin kir û wiha got: "Hûn nikarin îradeya vî gelî di îdianameyên xwe de hilgirin. Vê ya li aliyekî binivîsin. HDP xewna jiyana bi hev re û wekhev a gelan e. Divê kesên xwedî li rûmeta hiqûqê derdikevin li dijî kesên dixwazin vî welatî di nava tarîtiyê de bihêlin bi helwesteke xurt bisekinin. Em bang li kesên alîgirên hiqûq û demokrasiyê dikin û em dibêjin li dijî komployê derkevin û xwedî li demokrasiyê derkevin."
 
'GELO BÊHIQÛQIYEK WISA DIBE?' 
 
Bûldan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: "Ez dixwazim behsa mijarek din a girîng bikim; Civaka ku hatiye dopêçkirin, lingek wê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Dewlet hiqûqa xwe li Îmraliyê tune dihesibîne. Di nava 10 salan de ji bo hevdîtina li Îmraliyê 951 caran parêzer serlêdan kirine û tenê bersiva 5 serlêdanan hatiye dayîn. Her wiha di nava 375 serlêdana malbatan de jî tenê bersiva 26 serlêdanan hatiye dayîn. Daxwaza herî mirovî ya û hiqûqî ya malbat û parêzeran bi keyfî tên astengkirin. Gelo bêhiqûqiyek wisa dibê? Ez dixwazim bipirsim; Hiqûqa di makeqanûnê de heyî dema tê sînorên li Îmraliyê diqede? Nikare jê wêdetir biçe? Em dixwazin îqtidar û Wezareda Dadê bersiv bide. 
 
TECRÎD BERDEWAM DIKE 
 
Hefteya borî malbat bi Birêz Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtineke kurt kir, Ocalan di hevdîtinê de behsa bêhiqûqiyê kir û daxwaza hatina parêzerên xwe kir. Dema Birêz Ocalan behsa bêhiqûqiyê kir hevdîtin hat qutkirin. Parêzaran wê tiştî ji raya giştî re ragihand. Ev tişt ne hevdîtina bi telefonê ye, ne hevdîtina bi malbatê re ye. Ev tişt tê wateya berdewamkirina tecrîdê ye. Mijara ku bi milyonan kesî eleqeder dike nêzîkatiyeke bêcidiyet heye. Ev tişt nayê qebûlkirin. Em dixwazin bipirsin, çima telefon hat qutkirin û çima parêzer hevdîtinê pêk naynîn. Bi milyonan kes daxwaza aştiyê dike û ev daxwazeke civakî ye. Bê hiqûqiya xwe hûn nikarin welat, civak û siyasetê dîzayn bikin. 
 
DIVÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIBÎNIN
 
Em wekî HDP'ê dibêjin mifteya çareseriyê lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî ye. Hevdîtin û diyalog xerca wê xetê ye. Ji bo vê jî divê tecrîd ji holê bê rakirin û rêya diyalogê bên vekirin. Di serî de Wezareta Edaletê û hemû dezgehên eleqedar bê hiqûqiya heyî ji holê rakin û rê bidin ku parêzer û malbat biçin hevdîtinê. Rakirina tecrîdê dê feydeyê bide hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn. Di Newrozê de bi milyonan kes vîna xwe aşkera kir, daxwaza rakirina tecrîdê kirin û xwestin rêya diyalogê bê vekirin. Daxwazên civakî divê tune neyê hesibandin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan divê bê dîtin. Îro 124 roj in grev didome. Em bang li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirova a Meclîsê dikin ku bila mijara grevên birçîbûnê bigire rojeva xwe. Her wiha em bang li CPT’ê dikin ku bila li dijî bê hiqûqiyê helwestek nîşan bide." 
 
Ji bo peymanê kedek mezin hat dayîn
 
Bûldan bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê jî û wiha got: "Di hedefa faşîzmê de jin û têkoşîna jinan heye. Bi gotina kesekî şev nîvê şevê Peymana Stenbolê ya ku jiyan bi milyonan jinan eleqedar dike hat betalkirin. Peyman bi salan bi keda û têkoşîna jinê hat qezençkirin. Ji bo çend dengan ev biryar hat girtin. Îqtîdar ji bo emrê xwe dirêj bike jiyan bi milyonan jinan, LGBTÎ+ û zarokan xist xetereye. Piştî biryarê hefteya borî 2 jin her wiha jinek jî ducanî bû û ya din jî li ber çavê zaroka xwe yê 5 salî hat kuştin. Her du jin daxwaza parastinê kiribûn. Lê dewlet berpirsiyariya xwe pêk neanî. Pêşeroja bi hezaran jinan ne diyar e û ev tişt berhema îqtîdarê ye. Îqtîdar şirîkê kujeran e. Peymana Stenbolê ji bo jinan têkoşîneke hevpar e. Parastina peymanê tê wateya parastina, jin, beden, jiyan, vîn û daxwazê ye. Em li dijî îqditara mêr û kedxwariyê dibêjin em yek in û em ê bi hev re têbikoşîn. 
 
PERGALA HEVSEROKATIYÊ KIRINE HEDEF 
 
Em bang li jinan dikin; Mafê jinan û destkeftiyên jinan heman tişte. Dema yek bê binpêkirin dor tê ya din jî. Bi tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiya hedef girtin. Bi vê tiştî rê li ber betalkirina Peymana Stenbolê vekirin. Ji ber vê jî divê em xwedî hemû destkeftiyên xwe derkevin. Ez ji serokatiya giştî ya AKP’ê re dibêjin ne ji vekişandina Peymana Stenbolê divê hûn ji paldankên xwe vekişin."
 
'KESÊN KU ALÎGIRÊN AKP'Ê NE DEWLEMEND IN' 
 
Bûldan behsa krîza aborî jî kir û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên îqtidarê qeyraneke mezin a aboriyê heye. Ji bêhêvîbûn û bêçaretiyê mirov dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber ku esnaf piştgiriyê nagirin têk diçin, cotkar têk diçin. Karker bi kedxwariyê re rûbirû dimînin. Dîmenên kesên dewlemend û kesên xizan di medyaya civakî de her roj tên nîşandan. Ev tişt wêneyê rastiyê ye. Ciwan bê kar in, xwendekar dawî li jiyana xwe tînin. Lê kesên alîgirê AKP'ê ne jî dewlemend in. Ji ber ku îqtîdar dirize, gel xizan dibe. Lê îqtîdar henekê xwe ji vê tiştî dike. Welatiyên ku bi xizaniyê re têdikoşe dê çawa pere kom bike. Nikare nanê rojane bistine. Nikare zarokên xwe bişîne dibistanê. Kesên ku pere kom 
 
Ji ber pandemiyê li Tirkiyeyê rîskek mezin heye. Ev tişt tê wateya ku îqtîdar binketiye. Her wiha ev tişt nîşaneya AKP li her derê Tirkiyeyê rîsk e. Em vê tiştî re dibêjin rejîma qeyran û binketî. 
 
Em ji Amedê derketin rê, li Îzmîrê û Egeyê me gel guhdar kir. Li Wanê û Serhedê me xizanî û bêkariyê dît. Li Mêrsîn û Deryaya Spî me hilberîneran guhdar kir. Hefteya borî jî em li Deryaya Reş bûn. Li vir jî me pirsgirêka gel guhdar kir. Li her derê pirsgirek heman tişt bû. 
 
Lê divê kesek bê hêvî nebe û nekeve nava fikaran. Îqtîdar niha di nava tirsa windakirinê de ye. Em ê bi ser kevin. Em ê veguhertin û guhertinê bi hev re bijîn. Em her tim bi hev re bin û bi hev re têbikoşin. Bila rêya me vekiribe."

Sernavên din

01/04/2021
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in
16:11 Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di operasyona Kampa Holê de 53 DAIŞ’î hatin girtin
15:44 'Di pêvajoya KHK’an de timik li cem me bû’
15:39 Doza aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn hat taloqkirin
15:28 Di kongreya TUAY-DER’ê de rojev tecrîd bû
15:00 Fatma Altinmakas bi ‘biryara malbatê’ hatiye qetilkirin
14:23 TUHAYDER’a Wanê kongreya xwe li dar xist
14:22 Cîgirê Serokê PÎA’yê Kaya hat beraetkirin
14:10 Cezayê heta hetayê li kujerê Gullu Yilmaz hat birîn
14:05 Li zilamê ku zarok îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn
13:56 Biryara girtina eywanên sînemayê hat dirêjkirin
13:41 Emîne û Ferît Şenyaşar serbest hatin berdan
13:34 Ji AKP’ê re serbest e ji jinan re qedexe ye!
13:26 PM’a HDP’ê: Roja têkoşîna hevpar e
13:03 Li Mêrsînê û Antalyayê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
12:29 Wê 423 kesan bigirin kar lê 41 hezar kesan serî li kar da!
12:24 Parezêran ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
12:18 Ji bo rojbûna Ocalan kurtefîlmek hat amadekirin
11:37 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:01 Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin
10:55 Li Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:33 Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in