Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze

img

HELEB - Tê payîn ku polîtîkaya serokê nû yê DYA'yê Joe Biden ya derbarê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, di meha Hezîranê de dirûv bigire. Lê belê Rûsya dixwaze rojek berî rojekê qada xwe ya liv û tevgerê berfireh bike. Li Îdlibê jî êrîş li ser êrîşan pêk tên û Tirkiye jî ji nû ve çav berdaye qadên jiyanê yê kurdan. 

Derbarê şerê navxweyî yê Sûriyeyê de niha hemû çav li polîtîkayên Serokê DYA'yê yê nû Joe Biden in. Wisa xuya ye dê DYA heya meha Hezîranê helwesta xwe nede der, lê belê Rûsya jî dixwaze heya wê çaxê qada xwe ya serweriyê berfirehtir bike û ji bo vê bi lez û bez tevdigere. Rûsya, ewilî dixwaze komên li Îdlibê yên di bin banê Tirkiyeyê de berteng bike û ji bo vê zend û bend badane. Tirkiye jî dixwaze hêza xwe ya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê biparêze û hîn bêtir mudaxileyî qadên jiyanê yên kurdan bike. 
 
Rûsya, Îran û Tirkiye hewl didin polîtîkaya xwe diyar bikin û qadên xwe berfireh bikin. Ev hêzên ku dixwazin beriya zelalbûna polîtîkaya DYA'yê serweriya xwe têkûz bikin, bi vê re pirsgirêkên li welêt jî kûrtir dikin. Tirkiye hîn jî hewl dide bi DYA'yê re bi awayekî hevkar bixebite, lê li aliyê din jî destê wê ji Rûsyayê nabe û naxwaze bereksê wê tevbigere. 
 
‘DIXWAZE SIVÎLAN DERXE' 
 
Rûsya, dixwaze berî ku DYA dest bi pêngava xwe bike, Îdlibê radestî rejîmê bike û ji bo vê jî dixwaze "sivîlan" derxe. Di vê çarçoveyê de wê û Tirkiye li hev kiriye ku deriyên Miznez û Ebû Zandînê bên vekirin. Ji bo vê salek berê li hev kiribûn, lê belê Tirkiye hîn jî partnerên xwe yên li Îdlibê diparêze. Her wiha yek ji partnerên Tirkiyeyê Heyet El Tahrîr El Şam ku berdewamiya El Qaîdeyê ye, dizane gava "sivîl" bên derxistin ê hedef bên girtin. Ji ber ku peyman bi derengî ketiye, di demên dawî de Rûsya jî li deverên nêzî sînorê Tirkiyeyê û li herêma Mertala Firatê hem ji erdê hem jî ji hewayê ve bera van hêzên navborî dide. 
 
TIRKIYE DIBE ASTENG 
 
Tirkiye, ne li ber çavê raya giştî lê li paş perdeyan radigihîne ku naxwaze sivîl bên. Rûsya û rejîm hay ji vê astengiyê hene. Tirkiye ji bo vekirina deriyan ewilî îşaret bi 13'ê Çileyê, bi dû re bi 22'yê Sibatê û paşê jî bi 25'ê Adarê kiribû. Lê belê hîn jî ji bo vê tu gav neavêtine. Navenda Lihevkirina Alîgiran a Rûsyayê ya li Sûriyeyê, di 24'ê Adarê de daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû ku derî hatine vekirin, lê belê komên çekdar barîkat danîne û sivîlan asteng dikin. 
 
Wer xuya ye ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê zehmet e û rageşî hene. Tirkiye, dixwaze xwe nêzî DYA'yê bike û bi hêza NATO'yê li van deveran bi temamî bimîne. Tew heger karibe destûrê bistîne, çavê wê li dagirkirina Kobanî, Minbic û Eyn Îsayê ye jî. Lê belê heya niha DYA'yê tu sinyal nedane. 
 
Têkiliyên DYA'yê yên di ser Koalîsyona Navneteweyî re bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re tên danîn jî, wekî peyameke ji bo Rûsya û Tirkiyeyê tên şîrovekirin. 
 
Li gel ev qas qewimînan QSD jî ji aliyekî ve li herêma Hesekê li hemberî DAIŞ'ê operasyonan li dar dixe, li aliyê din jî li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Eyn Îsayê li ber xwe dide. Li Sûriyeyê gelek alî diyar dikin ku gava Tirkiye ji herêmê derkeve û welatiyên koçber bûne vegerin ê çareserî pêk bê. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

01/04/2021
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in
16:11 Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di operasyona Kampa Holê de 53 DAIŞ’î hatin girtin
15:44 'Di pêvajoya KHK’an de timik li cem me bû’
15:39 Doza aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn hat taloqkirin
15:28 Di kongreya TUAY-DER’ê de rojev tecrîd bû
15:00 Fatma Altinmakas bi ‘biryara malbatê’ hatiye qetilkirin
14:23 TUHAYDER’a Wanê kongreya xwe li dar xist
14:22 Cîgirê Serokê PÎA’yê Kaya hat beraetkirin
14:10 Cezayê heta hetayê li kujerê Gullu Yilmaz hat birîn
14:05 Li zilamê ku zarok îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn
13:56 Biryara girtina eywanên sînemayê hat dirêjkirin
13:41 Emîne û Ferît Şenyaşar serbest hatin berdan
13:34 Ji AKP’ê re serbest e ji jinan re qedexe ye!
13:26 PM’a HDP’ê: Roja têkoşîna hevpar e
13:03 Li Mêrsînê û Antalyayê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
12:29 Wê 423 kesan bigirin kar lê 41 hezar kesan serî li kar da!
12:24 Parezêran ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
12:18 Ji bo rojbûna Ocalan kurtefîlmek hat amadekirin
11:37 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:01 Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin
10:55 Li Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:33 Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in