Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin

  • rojane
  • 15:33 2 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Qonaxa ewil a Operasyona Ewlekarî û Mirovî ya li Kampa Holê bi dawî bû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama operasyonê de de 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê binçav kirine.

 
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hûndir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen, derbarê "Operasyona Mirovî û Ewlekarî" ya li Kampa Holê dan dest pê kirin de, daxuyanî da çapemeniyê. Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Operasyonun Hol Kampı’nda istikrar ve huzur atmosferi yarattığını belirten Eli El Hesen, istikrar ve huzurun kalıcı olması için uluslararası desteğe ihtiyaç olduğunu kaydetti.
 
El Hesen destnîşan kir ku wan bi Operasyona Kampa Holê xwestin hizûr û aramiyê ava bikin, ji bo vê jî pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî heye. Di daxuyaniyê de El Hesen, diyar kir ku serkeftina operasyona wan atmosferekek ewle û bi îstiqrar li kampa Holê peyda kir û got: "Lê bêyî piştevaniya navneteweyî ew yek dirêj nake. Divê derfet bê bikaranîn û çareseriyeke mayînde bê dîtin."
 
Dewama daxuyaniya Elî El Hesen wiha ye:
 
"Hêzên Ewlekariya Hundirîn radigihîne ku qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî dibe ku bi desteka QSD, YPJ/YPG`ê di 28`ê Adarê de hatibû destpêkirin. Piştî ku di hemû aliyan de ji bo vegerandina aramî û îstiqrarê ji bo şêniyên kampa Holê ku şaneyên DAÎŞ`ê lê çalak bûbûn, ked û hewldanên mezin hatin dayîn.
 
Operasyona ku zêdetirî 5 hezar endamên me beşdar bûne, erka sekinandina li hemberî vê pirsgirêka navneteweyî ku hêz û derfetên me derbas dike, rakir ser mile xwe. Hêzên me di operasyonê de girîngî da aliyê mirovî û rêzgirtina li mafên mirovan, nexasim li hemberî zarokan ji beşeke mezin ji şêniyên kampê temsîl dikin. Ew zarok bi gefa rakirina fikrên terorê re ku şaneyên DAÎŞ`ê hewl didin di nava zarok û sivîlan de belav bikin, rû bi rû ne.
 
Me berê jî diyar kiribû; li ser esasê erka me ya exlaqî, qanûnî, mirovî û ewlehî ji bo selametiya şêniyên kampê me dest bi operasyonê kir. Ji bo mayîndekirina ewlehiyê li kampê, peydakirina mercên jiyanê yên mirovî pêwîstiyeke girîng e. Kampa Holê ji mezintirîn û xeternaktirîn kampên li cîhanê ye, tê de zêdetirî 60 hezar kesên ji 57 welatan dijîn û piraniya wan ji malbatên endamên DAÎŞ`ê ne. Her wiha gelek endamên rêxistina DAÎŞ`ê ya terorîst ku wekî sivîl derbasî kampê bûne, lê bi cih dibin da ku xwe li kampê ji nû ve bi rêxistin bikin û atmosfereke guncaw ji bo berdewamkirina terora xwe ku gihaşt hemû cîhanê, peyda bikin. Wan çeteyan ji destpêka îsal ve li hundirê kampê zêdetirî 47 bûyerên kuştinê pêk anîn.
 
Em îro bidawîbûna qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê radigihînin ku 5 rojan dewam kir. Hêzên me û hêzên din ên wekî piştevan beşdar bûne, di hemû aliyan de bi awayekî profesyonel tev geriyan. Piştî girtina hemû tedbîrên pêwîst, 125 endamên şaneyên veşartî yên DAÎŞ`ê hatin girtin, ku ji wan 15 jin in û 20 berpirsên şaneyan û bûyerên kuştinê yên li kampê ne. Her wiha di operasyona lêgerînê de pêdiviyên leşkerî û radarên eleketronîk ên ji bo amadekirina mayînan dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.
 
Em ji we re teqez dikin; ruxmî ku me gelek endamên şaneyên veşartî yên li kampê girtin jî ku di nava wan de serçete jî hebûn, lê belê xetereya li kampa Holê hîna bi dawî nebûye û heke wek xwe bimîne wê xetere dewam bike. Heke civaka navneteweyî kampa Holê wekî pirsgirêkek navneteweyî nehesibîne û çareseriyên guncaw ji bo vegerandina şêniyên kampê yên ji welatên biyanî ji walatên wan re nebîne, wê xetere dewam bike.
 
Serketina operasyona me atmosfereke ewle û biîstiqrar li kampa Holê peyda kir. Lê bêyî piştgiriya navneteweyî wê ew yek demdirêj dewam neke. Dem hatiye ku em ev derfetê bê kar bînin û bi hev re bigihêjin çareseriyeke mayînde.
 
Feraseta terorê û tundrawiyê hîna zindî ye û dewam dike û bi taybetî li hemberî zarokan, ku mafê zaroktiyê ji wan tê standin û xetereyê li ser tevahî cîhanê çêdike.
 
Wek Fermadariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn em keda hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û meşandina karê xwe bi awayekî profesyonal ji bo pêkanîna armancên operasyonê, bi nirx dibînin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hêzên ku beşdarî operasyonê bûne ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin xelatkirin.

Sernavên din

03/04/2021
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'