ÎZMÎR – Li Îzmîrê polisan bi ser malan de girt û 7 kesan binçav kirin.
Li navçe û navenda Îzmîrê polisan bi ser malan de girt û 7 kesan binçav kirin. Navê kesên ku hatine binçavkirin nehat hînbûn. Tê gotin ku 3 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî bi angaşta “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û 4 kes jî ne diyar e ku bi çi hincetê hatine binçavkirin.