EDENE – Girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê, birîna hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi malbatê re, di 4 deqeyên hevdîtina telefonê ya bi malbatên xwe re kirin de, şermezar kirin.
Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûs a Mêrsînê, giriyan birîna hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi malbatê re şermezar kirin.
Tuba Sert a li girtîgehê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, têkildarî greva birçîbûnê ya 128 rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêde bûne dewam dike, agahî da. Sert, diyar kir ku ew bi biryardariyek mezin çalakiya xwe dewam dikin û bang xwedî derketina li çalakiyê kir.
BIRÎNA HEVDÎTINA TELEFONÊ ŞERMEZAR KIRIN
Sert, da zanîn ku ew birîna hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi malbatê re şermezar dikin û wiha got: “Ji bo şermezarkirina birîna hevdîtina telefonê ya Rêbertiyê, me biryar da ku em tenê 4 deqeyan derkevin hevdîtina telefonê ya heftane. Heya ku tecrîd bi dawî bibe emê çalakiya xwe dewam bikin. Ji vir û şûnde em ê 4 deqeyan bi axivîn.”