Berpirsiyarê komkujiyê gef li malbatên mexdûr xwar!

  • rojane
  • 09:01 5 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Birayê Zulfer Akkûrt ê li Kerboranê hat kuştin Hayrettîn Akkûrt diyar kir ji ber ku wan giliyê komkujiyê kiriye Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Alî Tapan ê wê serdemê gef lê xwariye û got: “Em ê dest ji vê dozê bernedin.” 

Di 3’yê Tîrmeha 1993’yan de eskeran bi ser gundê Çêlik a girêdayî navçeya Kerborana Mêrdînê de girt û bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” gundiyan guleberan kirin. Di encama gulebaranê de Ahmet Kavakçioglû, Mehmet Kavaçioglû, Alaattin Acar, Fahrettin Acar, Mahmut Erol, Suleyman Erol û Zulfer Akkûrt bi awayek şewitandî hatibûn kuştin. Bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” derbarê 7 gundiyan de girtek hatibû girtin û lêpirsîna derbarê bûyerê de wê çaxê bûyerê hatibû girtin. Piştî ku derbarê kuştinên ji aliyê JÎTEM’ê ve di salên 90’î de pêk hatin, lêpirsîn hatin destpêkirin. Malbatên van welatiyên hatine kuştin serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan û di encama serlêdanê de di 1’ê mijdara 2013’an de Serdozgerya Komarê ya Amedê ku xwedî Erka Taybet bû lêpirsînê da destpêkirin. Pişt re derbarê vê lêpirsînê de biryara nerayeyê hatibû dayîn. 
 
Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê di dawiya sala 2020’an de bi îdiaya “dembihûrînê” û yên hatine kuştin “milîs in” biryara dozvenekirinê dabû û ser dosyeyê girtibû. 
 
Malbatan bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Midyadê dabûn û serlêdan di cih de hat dîtin û biryara dozvenekirinê hatibû rakirin. 
 
EWILÎ KUŞTIN E Û PAŞÊ ŞEWITANDIN E 
 
Birayê Zulfer Akkûrt ê di serdegirtina gund de hatibû kuştin Hayrettîn Akkûrt da zanîn dema bûyer qewimiye ew hêj 14 salî bûye û şahidê bûyerê ye. Akkûrt anî ziman ku ku divê ji bo tiştên hatine qewimandin kes çavê xwe negire û pişt guh neke û wiha got: “Bi gotina ‘Ev PKK’yî bûn’ dixwazin ser bûyerê bigirin. Ewilî wan kuştin û pişt re jî wan şewitandin.” 
 
DELÎLÊN KOMKUJIYÊ HENE 
 
Akkûrt anî ziman ku têkildarî ku cenaze hatine şewitandin gelek delîl hene û got: “Li gundê me adeta komkujî pêk hat. Niha gundê me di bin ava Bendava Ilisû de maye. Xwezî di bin avê de nema û her kesî biçûya bidîta. Wê şopa hovîtiya 28 sal berê hêj bihata xûyakirin. Beriya gund di bin avê de bimîne min van cenazeyan derxist û me li cihek din veşart. Heke dixwazin dikarin werin test bikin.”
 
PARÊZERÊ TAPAN GEF LI WÎ XWARIYE 
 
Akkûrt destnîşan kir ku her tişt ji aliyê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Alî Taman ê wê serdemê ve pêk hatiye û wiha got: “Me bi şahidan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û gilî kir. Piştî vê serlêdanê parêzerê Alî Tapan kaxizek hişyariyê şandiye mala min. Li ser vê yekê ez li parêzerê Alî Tapan geriyam. Min jê re got ‘tu çawa parêzeriya vî kesî dikî, ma qeyê qet wîjdanê we naêşe?’ Ji min re got ‘bi fermana dewletê kiriye’. Yanî dewletê fermana vê bûyerê daye. Ji min re got ‘dev ji vê dozê berde, heke tu dev jê bernedî tu zanî’. Min jê re got, lê ez ê qet û qet dev ji vê dozê berendim. Heta ji destê min were ez ê bibim şopdarê dozê û ez ê li mafê birayê xwe û gundiyên me din bipirsim. Li kî dera Tirkiyê dibe bila bibe ez ê dest ji vê dozê berendim.” 
 
‘BILA ÊDÎ QEBÛL BIKIN’ 
 
Akkûrt destnîşan kir ku neheqî û bêhiqûqiyên li Tirkiyê qewimîn û diqewimin li ber çavê her kesî ye û got: “Zilmek mezin li ser me heye.” Akkûrt anî ziman ku komkujiya li bi destê dewletê li gundê wan pêk hatiye bila êdî were ronîkirin û dewlet vê bûyerê qebûl bike. 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

06/04/2021
10:17 Li Şaredariya Amedê mobînga ‘guhertina sendikayê’
10:13 3 jinên bi sedema 8’ê Adarê ji kar hatin avêtin serî li dadgehê didin
09:24 Polisan li Stenbolê 8 kes binçav kirin
09:14 Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!
09:01 Li Botanê koçeran dest bi amadekariyên zozanan kirin
09:01 Koma 27'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Li Wanê meşa ji bo Peymana Stenbolê di 10'ê nîsanê de ye
09:01 'Hevdîtin têr nake, divê azad be'
09:01 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir
09:01 'HDP xwedî mîrateyeke xurt e, nayê girtin'
09:01 'Di 15 rojên pêş de dibe ku hejmara miriyan zêde bibe'
09:01 Xwendekarên hatin berdan ji bo 'berxwedanek topyekûn' bang kirin
09:01 Warê nebatên endemîk Meletiyê dibe qurbana 'madenvaniya hovane'
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2021'AN
08:49 Kesên li Semsûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:46 Li Kampa Holê berpirsek DAIŞ'ê hat girtin
05/04/2021
20:21 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 MKGP: Divê Canozer û jinên binçavkirî tavilê werin berdan
16:51 Bertek nîşanî binçavkirina Canozer dan: Rojnamegeriya jinan dibe armanc
16:22 OHD: Bijîjkê girtîgehê rapor neda lêgerîna tazî û derpkirinê
16:00 CFWIJ: Bila Bêrîtan Canozer bê berdan
15:45 Dema nan li tenûrê dida bû armanca guleyan
15:32 Komeleya Jinan a Rosayê: Êriş tundiya dewletê ya sîstematîk e
15:30 Polisan li Pulurê 3 kesan binçav kirin
15:24 Ji TJA’yê berteka binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin
14:55 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin
14:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan em in û tecrîd li me tê sepandin
13:58 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
13:08 Baroya Amedê: Di sala 2020’an de 79 lêpirsîn û doz li 69 endamên me vekirin
12:59 MEBYA-DER’ê Yenî Şafak’ê derewand
12:37 Malbata Şenyaşaran: Dozger dibin hevkarê sûc
11:39 Serokkomara Kosovayê ya nû bû jinek
11:36 Beriya doza Kocabaş banga piştevaniyê
11:33 22 jin li Amedê hatin binçavkirin
11:31 Hevserokê HDP'î hat berdan
11:04 Ji Tuncel ji bo Wezareta Edaletê: Tecrîd qrîzê kûrtir dike
11:04 Danişîna Roboskî hat taloqkirin
10:50 Li Amedê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin
10:08 Li Balikesîrê tundiya zilam
10:01 Amîralên ku Danezana Montroyê weşandibûn hatin binçavkirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 130'emîn de ye
09:01 Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da
09:01 Ji zarokê bi lêdana patronan re rûbirû ma re ceza tê xwestin
09:01 Ayşe Baran a dayika wê hatiye kuştin: Bila Peymana Stenbolê were sepandin
09:01 Jin li dijî ‘îtaetê’ dibêjin ‘bes e’
09:01 Rêxistinên ciwanan: Êdî dem dema em ji êrişan re bêjin ‘bes e’
09:01 Berpirsiyarê komkujiyê gef li malbatên mexdûr xwar!
09:01 Zêdebûna dovîzê bihayê kelûpelên înşat û wesayîtan jî zêde kir
09:01 Piştî ‘Pêvajoya çareseriyê’ herî kêm 2 hezar û 289 jin hatin kuştin
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'AN
08:56 Bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin: Gelek binçavkirin
08:48 Nûçegîhana Jinnews’ê Canozer hat binçavkirin
04/04/2021
21:24 Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin
21:19 185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin
16:50 Li Amedê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:40 Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Cobo jiyana xwe ji dest da
16:32 Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand
16:03 Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin
15:54 Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike
14:38 4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin
14:21 Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin
13:59 Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
12:59 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir
12:54 Li Yewnanîstanê koma 19'emîn greva birçîbûnê dewr girt
12:28 Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan
11:52 Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir
10:48 Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê
10:15 Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye
09:13 Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt
09:00 Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
09:00 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin
09:00 Li dijî faşîzmê li kuçeyan e
09:00 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin!
09:00 Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!
09:00 Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma
09:00 Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin
09:00 Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
03/04/2021
21:58 Li Mûşê bi hinceta 'operasyonên eskerî' qedexekirina çalakiyan
20:13 186 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Li Antalyayê 2 kes hatin berdan
16:59 Girtiyên li Tarsûsê tecrîd şermezar kirin
16:19 Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin
16:08 Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê
15:59 ‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’
15:52 Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn
15:23 HDP: Em soza edaletê didin Emîne Şenyaşar
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin