Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne

  • rojane
  • 10:47 6 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE – Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayîp Temel, têkildarî Roja Rojnamegerên Hatine Qetilkirin daxuyanî da û ev tişt got: “Em ne bi rojnamegerên desthilatê re bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne.”
 
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayîp Temel, têkildarî 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Qetilkirin daxuyaniyeke nivîskî da. Temel, di daxuyaniyê de rojnamegerên ku hatin kuştinên bi bîr anîn û got ku ew ji Hasan Fehmî heta Metîn Goktepe, ji Gûrbetellî Ersoz heta Hrant Dînk, ji Mûsa Anter heta Abdî Îpekçî bejna xwe li ber rojnamegerên hatine qetilkirin ditewînin. 
 
Tevahiya daxuyaniya Temel wiha ye:
 
“Di 6’ê Nîsana 1909’an de rojnamevan Hasan Fehmî hatibû qetilkirin. 25 sal berê roja 6’ê Nîsanê wek Roja Rojnamevanên ku Hatine Qetilkirin hat pejirandin. Di ser qetilkirina Hasan Fehmî re 112 sal derbas bûn. Ewqas sal û wext di ser re bihurîn, lê mixabin li Tirkiyeyê ji bo rojnemevanan tu tişt neguherî. Ji ber ku rojnamevan fikr û ramanên xwe tînin ziman û ji ber ku li pey şopa heqîqetê ne, di bin gefên desthilatdaran de bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.
 
Şik û gumankirin karê rojnamevanan e, ew bi van rêbazan rastiyan derdixin holê û hûrgiliyên veşartî yên li pey tiştên xuyayî vedikolin û dibînin. Lewma têkiliyên qirêj yên îqtîdaran û dekbaziyên çeteyan bi şik û gumanên rojnamevanan derdikevin holê. Dibe ku xebatên wan kesên ku hêzê di destên xwe de digirin tengav bikin û çerxa wan a xerabiyê têk dibin.  Jixwe karê rojnamevanan jî ev bi xwe ye. Ji bo ku başî û berjewendiyên civakê bên parastin, ew kiryar û têkilîyên qirêj ên siyasetmedaran, bûrokratan, çeteyan, nijadperestan derbekaran û yên dijminên jinan eşkere dikin.
 
Ji ber vê yekê, ew kesên hem li nav û hem li dora îqtîdarê bi pergalên kirêt berjewendiyên neheq bi dest dixin rojnamevanan wekî neyar dibînin û ji wan hez nakin. Hingî xwe bi hêza ku bi neheqî bi dest xistine re girê didin, ji bo vê hêzê wenda nekin dikarin kuştina rojnamevanan bidin ber çavan û ji kirina vê yekê xwe nadin aliyekî. Tiştê ku bi salan e li Tirkiyeyê diqewime jî rasterast ev e.
 
Li Tirkiyeyê îqtîdar naxwaze ku rojnamevan azad bibin û bi azadî tevbigerin, ku bi qîma wan be ew ê rojnamevantîyê bi tevahî ji holê rakin. Çimkî gelek derew û xerabiyên wan ên veşartî hene. Ji ber ku ev xerabî û derewên wan eşkere nebin, ew rojnamevanan hedef digirin û bi ser wan de diçin. Hêrs û xişma wan ji ber vê yekê ye. Ew dixwazin bila rojnamevan berjewendiyên civakê neparêzin û bi tenê li gorî telîmatên wan tevbigerin.
 
Lê tiştên ku dixwazin nabe û ew ê nebe. Ligel hemû zext û zordariyan, rojnamevan ji nivîsandina rastiyan û venagerin. Li hemberî gefên kuştin, girtin û revandinê, rojnamevan paş ve gav navêjin û parastina karê xwe yê birûmet dikin. Rojnamevan serî natewînin û îro jî îşkence, gendelî û têkiliyên kûr û qirêj ên vê îqtîdarê dinivîsin. Bi xebatên rojnamevanan, ew bi hewldanên destdirêjiya dadrêsiyê û derbedanîna îradeya demokratîk, li hemberî civaka navneteweyî xwe lewitandin. Ku îro hemû cîhan bi daxuyaniyên îqtîdarê ne bawer bin û hay ji rastiyan hebin, ev yek bi saya rojnamevanan e.
 
Em bi wan rojnamevanan re ne ku ne berjewendiya deshilatdaran lê ya gel diparêzin Ji Hasan Fehmî her heta Metîn Goktepe, Gurbetellî Ersoz, Hrant Dînk, Apê Mûsa û Abdî Îpekçî, em hemû rojnamevanên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û li hemberî mîrateyên wan bejna xwe ditewînin.”
 
 
 

Sernavên din

08/04/2021
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir