ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN

  • rojane
  • 09:00 8 Nîsan 2021
  • |
img
* Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, anî ziman ku armanca hevdîtina bi rêya telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rewakirina tecrîdê ye, lewma Ocalan bal kişandiye ser hiqûqê û destnîşan kiriye u zemîneke wisa neyê afirandin. 
 
* Pêla înkarkirin û tirûşnekirina kurdî gihîşt navçeya Farqînê ya Amedê û qeyûmê wê li şûna tabeleya bi kurdî, tirkî û îngîlîzî tabeleya bi tenê tirkî li ketin û derketina navçeyê de çikand. Hevşaredarên Farqînê gotin ku tabeleya hatiye çikandin nenaskirina kurdan û zimanê wan e.
 
* Li Meletiyê komek xwendekarên zanîngehê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Ciwanan a ava kirine û di bin banê komeleyê de xebatên çand û hunerî dikin. Ciwanan di dema pandemiyê de ji ber qedexeyan û tevdîran zehmetî kişandine û di vê pêvajoyê de ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeatan xebitîne. 
 
*  Ayşe Çîçek, xwişka Alîl Çîçekê ku di Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, anî ziman ku pêvajoya heyî ji ya 12'ê Îlonê jî xerabtir e û got: "Ji Kenan Evren xerabtir bûne." 
 
*  Li Osmaniyeyê 3 sal berê 4 HDP'î ji ber "îxaberekê" hatibûn binçavkirin. Dozgerê ku derbarê her 4 HDP'iyan de îdianame amade kir, di îdianameyê de diyar kiriye ku "di destê gumanbar de lênûsk û pênûskek hatiye dîtin", lê belê ligel hemû lêgerînan jî lênûsk nehatiye dîtin û xwestiye her 4 kes bên cezakirin. 
 
* Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, diyar kir ku hejmara pêketiyan ji ber biryarên bêkontrol zêde dibin û hikûmetê rene kir: "Kesên dibêjin mesafeya sosyal, ew bixwe guh nadik rêzikan." 
 
* Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku hat berdan, destnîşan kir ku di şexsê wê de hevserokatî hatiye darizandin û got: "Em çavşikestî nebûn, hêviya me ya ji bo serketinê zeximtir bû." 
 
* Di îdianameya derbarê Rojnamevan Oktay Candemîr de, dirûşmeyên di dîmenên 16 sal berê de sûc hatine hesibandin. 
 
* Di nav kavilên taxên Sûrê yên hatin hilweşandin de kulîlkên biharê aj dane. Kavilên dîwarên sûran û ev rengê biharê her çiqas harmoniyek xweş radixe ber çavên mirovan jî lê ew îhtîşama berê nîne.
 
* Parêzera penaberên Îranî yên tevlî çalakiya li dijî feskirina Peymana Stenbolê bûn û derbarê wan de biryara der sînorkirinê hat dayîn Hayriye Bûse Bergamali, diyar kir ku ev biryar ne qanûniye û got, ew ê îtîraz bikin.
 
* Di îdianameya derbarê Mahmût Karaaslan û 5 kurên wî yên hevjîna xwe ya bi mehra mela Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr kuştin, hat amadekirin de cih neda ku cînayet bi çeka cerdevaniyê ya bi ruxset hatiye kirin.
 
* HDP wê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi beşdariya hevserokên rêxistinên bajaran ji bo nirxandina zextên li ser partiya wan û geşedanên di rojevê de wê li Otela Neva Palas civîn li dar bixe. (09.30) 
 
* Şandeya KCD'ê û DBP'ê wê bi dirûşmeya "Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin dikin" li Mêrsînê hevdîtinên gel pêk bînin. (10.00-20.00)(10.00-20.00)
 
* Komîsyona Aboriyê ya HDP'ê dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Tê payîn 22 jinên li Amedê di 5'ê nîsanê de hatibûn binçavkirin îro seqî Edliyeya Amedê werin kirin. 
 
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê di roja 31'emîn de wê berdewam bike. 
 
 
 
 

Sernavên din

08/04/2021
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir