Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye

  • rojane
  • 09:00 8 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 133 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 112’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 95’emîn de dewam dikin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 27’emîn dewr girt, di roja 133’emîn de dewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 112’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 112’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 95'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 95'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 

Sernavên din

08/04/2021
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir