Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!

  • rojane
  • 09:00 8 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Pêla înkarkirin û tirûşnekirina kurdî gihîşt navçeya Farqînê ya Amedê û qeyûmê wê li şûna tabeleya bi kurdî, tirkî û îngîlîzî tabeleya bi tenê tirkî li ketin û derketina navçeyê de çikand. Hevşaredarên Farqînê gotin ku tabeleya hatiye çikandin nenaskirina kurdan û zimanê wan e.

Înkarkirin û tirûşnekirina kurdî ya ji aliyê dewletê ve bi destê qeyûmên ku bi fermana Wezareta Karên Hundir tayînî şaredariyên HDP’ê hatine kirin didome. Ev pêla înkarkirin û tirûşnekirina kurdî ya bi destê qeyûman piştî Bedlîs, Wan û Mêrdînê gihîşt Amedê. Qeyûmê Farqînê tabelaya bi kurdî, tirkî û îngilizî ya li têketin û derketina navçeyê rakir û li şûnê tabeleya tenê bi tirkî çikand.
 
TABELAYÊ BI VEŞARÎ RAKIRIN
 
Di sala 2014’an de dema ku Şaredariya Farqînê di destê DBP’ê de bû, hevşaredarên demê yên navçeyê ji aliyê rêya Amed û Êlihê ve tabeleya bi kurdî, tirkî, îngîlîzî ya ku li ser “Hûn bi Xêr Hatin Farqînê” nivîsandî li têketin û derketina navçeyê çikand. Lê piştî ku di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, di nav demê de bi awayekî dizî ev tabele hat rakirin. 
 
TABELEYA TENÊ BI TIRKÎ!
 
Qaymeqamê Farqînê Mûrat Ozturk ku di meha çileyê de weke qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin, ji bo dîsa tabele bê çikandin dest bi xebatan kir. Lê li gel ku ji bilî karmendên dewletê gelheya navçeyê ji sedî sed kurd e jî qeyûm Ozturk di 6’ê nîsanê de li şûna tabeleya hatiye rakirin tabeleya tenê bi tirkî “Silvan’a Hoş Geldiniz” li têketin û derketina navçeyê çikand.
 
ŞAREDARÎ KIR QAYMEQAMIYÊ RAGIHAND!
 
Li gel ku karê tabeleyê karê şaredariyê ye jî qeyûm Ozturk vê guhertinê li ser hesabê medya civakî yê Qaymeqamiya Farqînê bi van gotinan “Ji aliyê Amed û Êlihê ve li têketina navçeya me ji aliyê şaredariya me ve “Hûn bi Xêrhatine Farqinê” xebata tabelaye bironî hatiye kirin” ragihand. 
 
BERTEKA HEVŞAREDARÊN FARQÎNÊ
 
Me mijarê ji Hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abas Hîlmî Azîzoglû yên qeyûm tayînî şûna wan hatiye pirsî û têkildarî mijarê ev daxuyanî dan: "Ne îro bi salan e çand, huner û zimanê kurdî tune dihesibînin. Di nav salekê de 3 qeyûm hatin ser vîna gelê Farqînê. Qeyûmên borî Saziya Jinan a Meyayê, Saziya Ziman a Farqînê, Saziya Çand û Hunerê ya Zemfîlfiroş girtin. Li gel ku Farqîn ji sedî 100 kurd e îro jî qeyûmê nû tabeleyeke ku yek peyvekî kurdî têde tuneye li navçeyê diçikîne. Ev tê wateya nenaskirina kurdan û zimanê wan. Em jî vê tunehesibandinê qebûl nakin û şermezar dikin. Em dibêjin pir zimanî, pir çandî û hebûna zimanê kurdî..."
 
WÊ AKP DAXUYANÎ BIDE
 
Me bi rêya telefonê xwe gihand Endama Lijneya Biryar û Birêvebirina Navendî ya Beşa Jinan a Navenda Giştî (MKYK) ya AKP’ê Sûna Kepoglû ya ji Farqînê û mijarê jê pirsî. Li gel ku dîmenê tabelayê yê ji aliyê Qaymeqamiya Farqînê ve li ser Twitterê hatibû parvekirin ecibandibû jî Kepoglû angaşt kir ku haya wê ji mijarê tune ye û derbarê ecibandinê de jî got dibe ku zarokên wê dîmen ecibandibin. Piştî vê yekê got ku wê mijarê bipirse û pişt re li me vegere û telefonê girt. Piştî demekê li me vegeriya û got ku mijarê bi Serokê AKP’ê yê Bajêr ê Amedê Şerîf Aydin re axiviye û wê têkildarî mijarê îro Aydin daxuyanî bide çapemeniyê. 
 
MA / Kadrî Esen
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/04/2021
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir