Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir

  • rojane
  • 10:30 8 Nîsan 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Dozger di danişîna herî dawî ya Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat lidarxistin de biryara xwe eşkere kir û nebûna qeydên kamerayê ya aydê kêliya bûyerê kir hêceta daxwaza beraeta bersûcan û îdia kir ku delîlên şênber nîn in. Parêzer Erdal Kûzû jî delîlên şênber ên di dosyeyê de yek bi yek rêz kir. 
 
Li navçeya Kerborana Mêrdînê di navbera 29’ê cotmeha 1995’an û 8’ê adara 1996’an de Davut Altinkaynak (13), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkûn (21), Hikmet Kaya (24), Suleyman Seyhan (57) û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Têkildarî windakirinê doz hatibû vekirin. Dadgehê bi hêceta “ewlehiyê” dozê neqlî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê kiribû. Danişîna 21’emîn a dozê di 29’ê adarê de hat lidarxistin. Dozger xwest derbarê bersûcan Fermandarê Tabûra Komando yê Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Navendî ya Cendirmeya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqaolê Haydar Topçam, çawişê pispor Kerîm Şahîn, Farûk Çatak, Mahmût Ayaz, Naîf Çelîk, Ramazan Savci, Kemal Kaya, Mehmet Acar, Faîk Acar, Huseyin Altunişik, Mehmet Emîn Çelîk, Sadik Çelîk, Fethullah Çelîk, Osman Demîr Bahattîn Erge de biryara beraetê were dayîn. 
 
Dozger îdia kir ku ji bo bersûcan sûc kiribe delîlên şênber û têrkirî tune ne û di biryara xwe de cih da gelek hûrguliyan. Dozger diyar kir ku têkildarî binçavkirina welatiyan li Fermanderiya Cendirmeyan a Kerboranê ku hatine ragirtin tu belgeyek nîne û îdia kir ku beriya sala 2008’an jî lênûskên nezaretxaneyê nehatine dîtin. Dozgeriyê îdia kir ku dîmenên kêliya aydê bûyerê jî nînin. 
 
Parêzerê malbatan Erdal Kûzû biryar ango îdiayên dozger ji ajansa me re nirxand. 
 
BERSÛC TÊN PARASTIN 
 
Kûzû anî ziman ku tu aliyên hiqûqî yên biryara dozgeriyê nîn in û nebûna qeydên kamerayan ên aydê bûyerê ku dozger aniye ziman jî mijara mîzahê ye. Kûzû destnîşan kir ku dozger bi van îdiayên xwe ku dibêje keyd û delîl û belge nîn in bersûcan parastiye û dozger bi vê rewşê ketiye halek pêkenokî. 
 
YEK BI YEK DELÎL HENE 
 
Kûzû destnîşan kir ku têkildarî wndakirina van welatiyan di dosyeya JÎTEM’a Kerboranê de ji delîlek şênber zêdetir gelek delîl hene û wiha got: “Rapora MÎT’ê heye. Rapora derbarê binçavkirina 15 welatiyan ên wê demê hatine binçavkirin di dosyeyê de heye. Beyanên eşkere yê Qeymeqamê Kerboranê yê wê demê li dadgehê hene. Beyanên Serokê Şaredariya Kerboranê yê wê demê heye. Beyanên ku ev zarok hatine binçavkirin û ji aliyê kî ve hatine binçavkirin hene. Beyanên eşkere yên mamosteyên van zarokan ku hem li dadgehê û hem jî di lêpirsînê de hene. Beyanên Midurê Perwerdehiya Millî yê Navçeyê yê wê demê hene. Cenaze hene. Du cenaze li Qoserê û çar cenaze jî li du gundên Kerboranê hatin dîtin. Her wiha ev herdu gund di sala 1995’an ce bi hêceta ‘ewlehiyê’ hatiye valakirin û ‘ewlehiya’ wê ji aliyê dewletê ve hatiye temînkirin. Qeda resmî ya derbarê binçavkirina du kesên ji wan xwendekar in heye. Çawişek pispor wê demê wezîfeyê kiriye û haya wî ji binçavkirinê heye beyana wî eşkere ‘me van însanan bi awayek çavgirtî ji bo înfazê dibir’. Koordînatên di çarçoveya tiştên vî eskerî digot de cenaze hene.” 
 
‘DEWLETÊ SÛC KIRIYE’ 
 
Kûzû anî ziman ku di dosyeyê de gelek delîlên ku cînayet ji aliyê dewletê ve hatiye kirin derdixe holê hene û nedîtina van delîlan wek “bêwîjdanî” pênase kir. Kûzû got nezanbûna ku dozger ên hatine windakirin pêkenok e û dozger ji bo bersûcan biparêz e biryarek ji hiqûqê, ji aqailan û mantiqê dûr da. Kûzû da zanîn ku ev jî berdewamiya polîtîkaya bêcezakirinê ye û got: “Ez nebawerim ku dozger jî ji biryara xwe bawer dike.” Kûzû got bi destê rayedaran mudaxileyî dosyeya van bersûcan tê kirin û tên parastin. Kûzû anî ziman ku ev biryar û helwesta dozger nayê ravekirin. Kûzû destnîşan kir ku dewletê sûcek mezin li hember van welatiyan kiriye û ew ê jî têkoşîna xwe bidomînin. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

08/04/2021
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir