Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye

  • rojane
  • 09:01 9 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 134 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 113’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 96’emîn de dewam dikin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 27’emîn dewr girt, di roja 134’emîn de dewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 113’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 113’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 96'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 96'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

11/04/2021
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'
09:00 Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe
09:00 Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê
09:00 Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan
09:00 ‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e'
09:00 Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir
08:51 Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê
08/04/2021
21:51 55 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:04 6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan
18:50 Rojnamevan Canozer hat berdan
18:33 Derbarê gotinên wezîrê perwerdehiyê de daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî
16:17 Kemalbay: Rêveberên welat dibin sedemê xizanî û bêkariyê