NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 55 hezar û 791 kesên din jî pê ketine.
Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 253 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 55 hezar û 791 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 33 hezar û 454 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 745 hezar û 657.