Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî

img

MÊRDÎN - Li Rişmilê, dê di bin navê "veguherinadina bajêr" de malên hin welatiyan bên xerakirin. Welatiyan diyar kir ku koçberî û deyndarî li wan tê ferzkirin û bang li rayedaran kirin: "Em ji cihê xwe razî ne, bila têkelî me nebin." 

Li Taxa Gul û Tepebaşiyê ya navçeya Rişmil a Mêrdînê, ê di çarçoveya "veguherandina bajêr" de avahiyên hin welatiyan bên xerakirin. TOKÎ û Şaredariya Rişmilê projeyek hevpar çêkirine û ji bo xaniyên her du taxan xera bikin, ceryana taxan birîne û ji welatiyan dixwazin ku derkevin. Şêniyên taxê jî di 6'ê Nîsanê de daketin kolanan û şaredarê AKP'î Hayrettîn Demîr şermezar kirin û bang lê kirin ku îstifa bike. 
 
Ji bo em pirsgirêkên gel ragihînin em çûn navçeya ku ji sedî 90'ê şêniyên wê ereb in. Polîsên ku pê hesiyabûn dê rojnamevan bên navçeyê, li raswetgeha dolmîşan sekinîbûn û kî dihat li nasnameya wan dinerîn. Polîsan heya cihê em çûnê em şopandin û li kameraya me jî nêrîn. Ewilî em wisa fikirîn ku dê gel ji ber vê yekê pirsgirêkên xwe neynin zimên. Lê belê berevajî vê çêbû. Welatiyan polîsan jî vexwand malên xwe û li ber kameraya polîsan behsa mexdûriyeta xwe kirin. Kamereya MA'yê li pêş û ya polîsan li paş her tişt hat tomarkirin. Amîrê polîsan jî bi endîşeya ku dê şarja wî biqede tim dipirsî bê ka çi qas karê me maye. 
 
Veysî Mocû, ji bo têkûzbûna mala xwe îspar bike, xwest dîmenên hundir bên girtin. Mocû, gazî polîsan jî kir û diyar kir ku bêyî ku ewraqekê jî rê wan bidin ji wan hatiye xwestin ku derkevin. Mocû got: "Bila cihekî ji van mirovan re bibînin, wê çaxê ser sera û ser her du çava. Ev mal, 10 roj in bê av in. Amîrê min, bila haya we jê hebe û ji Midûriyeta Giştî ya Karên Av û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê re jî bibêjin, em naxwazin em her ro dur o şer bikin. Armanca vî zilamî, me wekî terorê nîşan bide." 
 
AN DEYN AN KOÇBERΠ
 
Welatiyên li ber projeyê rabidin, diyar dikin ku fiyeteke erzan ji bo xaniyên wan hatiye diyarkirin. 
 
Welatiyan anîn ziman ku ji dêvla xaniyên wan ên bibaxçe, dê daîreyeke TOKÎ'yê bidin wan û bi ser de dê wan têxin bin deynan. Welatiyan diyar kir ku ew karên demsalî û rojane dikin, rewşa wan a aborî tune ye û dê nikaribin ji bin deynan rabin. Her wiha welatiyan destnîşan kirin ku ji ber ku teklîfa heyî qebûl nakin gef li wan tên xwarin û gotin: "An koçber, an jî heta hetayê deyndarî li wan tê ferzkirin." 
 
CERYANÊ BIRÎN
 
Welatiya bi navê Hanîme Samsa jî destnîşan kir ku ne li dijî projeyê yeî lê belê naxwaze xaniyên têkûz bên xerakirin. Samsa, anî ziman ku xaniyê wan nû ye û got: "Em ji xaniyên xwe razî ne. Me li hev nekir. Lê ceryana me birîn. Em xaniyê xwe dixwazin. Şaredar got, dê xaniyên ambulans û îtfaiye nikarin têkevinê xera bikin. Lê rêya me jî heye." 
 
KOÇBERÎ TÊ FERZKIRIN
 
Ayşe Samsa jî destnîşan kir ku naxwaze xaniyên wan bên xerakirin. Samsa, bilêv kir ku xaniyên behsa wan tên kirin ji bo wan nayên çêkirin. Samsa, banî ziman ku koçberî li gelê Rişmilê tê ferzkirin û got: "Madem em di etra wan de ne, nexwe bila werin li xaniyê me binerin. Çima xera dikin? Xaniyên me ni xanînî kavlbûyî ne. Xaniyê em têkûz e, bila xera nekin. Derekî ku em pê de biçin tune ye. Tiştekî me jî tune ye. Dibêje, 'Ez ê ji bo gelê Rişmilê çêbikim.' Ji bo Rişmilê çi dike? Çavî wî lê ye gelê Rişmilê vir derxîne. TOKÎ'yan ji bo kê çêdikin? Ji bo xwe. Ji bo kesên dê ji derve bên çêdike. Ez li vir nên çêdikim. Ev bedêlî dinyayê ye. Gava TOK'î bên çêkirin, ez ê biçim nan bikirim. Qet nebe li vir em xwe bi xwe nanê xwe çêdikin. Nikarim biçim bi pera nan bikirim. Em 10 kes in. Kes xaniyê bikirê jî nade me." 
 
Ê BIÇIN KU
 
Edîp Mocû jî anî ziman ku ji xeynî xaniyê wî tu tiştekî wî tune ye û got: "Gava xera bikin ez ê biçim ku? Ne erdê min heye, ne jî tişekî din. Ev xanî ê bavê min bû.' Dibêjin 'derkevin, em ê xera bikin.' Dibêje 'serokwezîr ez im, walî ez im, diçî li ku gilî dikî bike.' Dibêje 'em li hev bikin, ez çend qurîş pere bidim te, biçe.' Gorên dê û bavên min li vir in, ma ez ê çawa biçim." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

11/04/2021
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'
09:00 Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe
09:00 Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê
09:00 Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan
09:00 ‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e'
09:00 Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir
08:51 Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê
08/04/2021
21:51 55 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:04 6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan
18:50 Rojnamevan Canozer hat berdan
18:33 Derbarê gotinên wezîrê perwerdehiyê de daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî
16:17 Kemalbay: Rêveberên welat dibin sedemê xizanî û bêkariyê