NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Mezin ê girêdayî Efrînê, di encama teqîna mayînê de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 2 zarok jî, bi giranî birîndar bûn.
Li gundê Mezin ê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ya dibin kontrola komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de, mayîn teqiya. Di encama teqînê de, zarokên bi navê Azad Îbrahîm Hisên ê 12 salî û Dilyar Hamo Hisên ê 11 salî jiyana xwe ji dest dan. Hisên Îbrahîm Hisên ê 10 salî û Nerîn Mihemed Hisên a 16 salî bi giranî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku zarokên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê û zeteriya jiyana wan dewam dike.