Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye

  • rojane
  • 09:06 19 Nîsan 2021
  • |
img

MERSÎN – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêşengtiya aştî, çareserî û muzakereyan a gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi awayekî zelal datîne holê û ev tişt got: “Sekna Birêz Ocalan a li Îmraliyê sekna aştî, muzakere û çareseriya demokratîk e.”

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hevdîtinên xwe yên ku bi şîara “Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin dikin” di 5’ê nîsanê de li herêma Çûkûrovayê dabûn destpêkirin, di 13’ê nîsanê de bi dawî bû. Hyeta KCD û DBP’ê di nav 9 rojan de bi gel re hatin gelhev û serdana gelek malbatan kirin. Heyetê di hevdîtina de pirsgirêk 3u daxwazên gel guhdar kirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di hevdîtinan de cih girt, têkildarî hevdîtinên ku kirin, doza Kobanê ya di 26’ê nîsanê de bê dîtin û tecrîda li ser Ocalan ji Ajansa me re axivî û birxandinên girîng kirin. 
 
 ‘WÊ XEBATÊN ME BIDOMIN’ 
 
Bayindir, diyar kir ku ji bo teşhîrkirina polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li dijî gelê kurd serdana herêma Çûkûrovayê kirine û wiha got: “Bi êrişan tê xwestin ku civak neçar bimîne. Em jî dixwazin hêza gelê kurd a li ber xwe dide li dijî van êrişan bi rêxistin bikin. Bi vê êrişên “tifaqa faşîst” a AKP-MHP’ê dikarin bên defandin. Rakirina tecrîda li ser Ocalan û vegotina nêrînên wî ya ji gel re girîng e. Piştî Çûkûrovayê em ê li bajarên din jî xebatên xwe bidomîni. Di hevdîtinan de me dît ku gel ji nêz ve pêvajoyê dişopîne û rêbazên şerê derûniyê yên ku AKP-MHP’ê dimeşînin negirtine. Weke ku tê xwestin gelê me ne dûrî pêvajoya siyasî ye. Ji bo rêbazên ku di demên pêş de em li dijî êrişan bimeşînin gel pêşniyar hatin kirin. Em ê jî di demeke nêzîk de van pêşniyaran veguherînin têkoşîn û polîtîkayê. Em ê bi vî awayî rêya xwe bidomînin.”
 
‘DIVÊ ERDOGAN BÊ DARIZANDIN’
 
Têkildarî doza Kobanê ya li dijî HDP’ê hatiye vekirin jî Bayindir, da zanîn ku bi doza Kobanê ne HDP pêvajoya diyalogê tê darizandin û ev tişt anîn ziman: “Di şexsê HDP’ê pêvajoya çareseriyê tê darizandin. AKP dixwaze hemû aktören pêvajoyê mehkûm bike. Ev doz doza komployê ye. Bi vê dozê henekê xwe bi bîraê gelê kurd û Tirkiyeyê dikin. Tiştekî veşarî yê wê pêvajoyê tuneye. Doza Kobanê ji bo me ne lekeyeke reş e. Hem gelê kurd hem jî gelên Tirkiyeyê dikarin bi serbilindî pêvajoyê biparêzin. Darizandina vê pêvajoyê hewldaneke vala ye. Heke HDP’ê bê darizandin divê Eredogan û qabîneya xwe jî bên darizandin. Her wiha divê Erdogan ji sûcê şer jî bê darizandin. Darizandina pêvajoya çareseriyê encama têkiliyên AKP’ê yên bi hêzên tarî re ye. Li gel hemû israran jî AKP’ê meseya çareseriyê quliband.”
 
‘NEXŞERÊ DANÎ HOLÊ’
 
Bayindir, destnîşan kir ku desthilat ji gihandina dengê Ocalan a civakê ditirse û sedema vê yekê jî wiha aşkera kir: “Ji bo polîtîkayên xwe belav û meşru bike AKP’ê li Îmraliyê tecrîda li ser birêz Ocalan girantir kir. Birêz Ocalan 22 sal in li Îmraliyê bi sekn, nêzîkatî û perspektîfa  xwe vê polîtîkaya paragmatîst vala derxdixe. Ji bo ku bi rêyên demokratîk Pirsgirêka Kurd çareser bibe Birêz Ocalan nexşerê û perspektîfa xwe danî holê. Birêz Ocalan li Îmraliyê pêşengtiya aştî, çareserî û muzakereyan a gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi awayekî zelal datîne holê. Di vê derbarê de sekna Birêz Ocalan a li Îmraliyê sekna aştî, muzakere û çareseriya demokratîk e.”
 
‘NÊRÎNÊN OCALAN JIYANÎ NE’
 
Di berdewamê de Bayindir got ku sekna Ocalan lezandineke ciddî dide lêgerîna kurdan a ji bo çareserkirina demokratîk a Pirsgirêka Kurd û rastiyeke ku li Tirkiyeyê pêşî li hesta aştî, demokrasiya civakî û muxalefeta demokratîk vedike û axaftina xwe wiha domand: “Ev rewş pêşeroja desthilata AKP’ê ya her diçe otorîter û tekperest dibe dike talûkeyê û hêza wê qels dike. Ev ji hêla AKP’ê ve hat ferqkirin. Ji ber vê AKP ket nav tirsdê û hin lêgerînên din. Di encama vê de jî ji bo ku nêrînên Birêz Ocalan negihîjin civakê, hiqûqa xwe bin pê kir û serî li rêbaza tecridê ya li dijî mirovahiyê da. Civak di ferqê de ye ku nêrînên Ocalan çiqas jiyanî ne. Aktorê yekane yê çareserkirina Pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Gel, dizanên ku nêrîna vî welatî ji karesetê rizgar bike li Îmraliye bi Birêz Ocalan re ye.”
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de Bayindir ji bo tekolînê ev bang kir: “Li dijî pêkanînên antidemokratik divê gel mil bi mil têbikoşin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Gelê kurd bê rawestan têkoşîna xwe didomîne. Li gel vê hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê jî heta radeyekê ji bo pirsgirêkên li welat têdikoşin. Xala esasî ew e ku divê ev têkoşîn li cihekî bigihîje hev û ji boçûna desthilatê re bibêje rawest e. Biryardarî û baweriya ji bo vê heye.”
 
 MA / Mehmet Şah Orûç - Hamdûllah Kesen

Sernavên din

20/04/2021
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin
13:14 Wezareta Karên Hundir îdea kir ku 248 cînayetên tarî, ronî kirine
13:09 Li Deriyê Sinor ê Saraks li ajokarê kamyonê xistin
11:50 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 41’emîn de ye
11:29 Prz. Ercan Kanar: Divê êdî Ocalan bê berdan
10:59 Li Îranê bi pileya 5.9 erdhej çêbû
10:09 Ax Damar bi rengê biharê xemilî
09:58 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir
09:42 Em tundiyê fren dikin: Perwerdeya zayendiya civakî ya 150 ajokaran
09:26 Greva birçîbûnê di roja 143'yemîn de didome
09:00 Prof. Bîçer: Ji bo girtîgehan pêdivî bi gavên mayinde heye
09:00 Soylû hat zextên TÎGEM'ê zêde bûn
09:00 'Wisa biçe dê xebatên aşiyê heya dawiya 2022'yan dewam bikin'
09:00 Bertekên li dijî qanûna 'lêpirsîna ewlehiyê': Dixwazin em bibin AKP'î
09:00 Duşunmez: Sedema binpêkirinên mafan ên 'li gorî mewzûatê ne' polîtîkaya bêcezatiyê ye
09:00 Aydemîr: Dozgerên ku fezlekeyan amade dikin li gorî hiqûqê tevnagerin
09:00 Debara wan nanê tenûrê ye
09:00 Jina tahde lê hat kirin: Vê carê jî malbata wî gefan dixwe
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2021'Ê
17/04/2021
22:13 Dayika Aştiyê Muhlise Kina ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
20:29 62 hezar û 606 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:02 Ciwanê ku krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da
15:14 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozer bê berdan
15:05 Dadgeha Bilind ceza xera kir û tenê 7.5 sal cezayê polîsê kujer erê kir
14:39 Roviyên girtiyê nexweş Ayik dirizin
14:25 Xwestin înfaza girtiyê nexweş bê taloqkirin
13:42 Keremoglu yê 75 salî ku JÎTEM'ê ew revand, 26 sal in winda ye
13:37 Malbata Şenyaşar di serdana goristanê de daxwaza edaletê kir
13:26 Wesayîta wan li ber qereqolê hat dîtin, lê 24 sal in winda ne!
13:20 Li Girtîgeha Erzînganê girtiyên nexweş nayên dermankirin
12:51 Kolberek bi îşkenceyê hat kuştin
11:50 Piştî qedexeyê Amed bêdeng bû
11:41 Ozer ê gotin hatiye 'kuştin' li nexweşxaneyê ye
11:27 Şahîn ê 30 sal in girtî ye rastî astengiya 'Halê nebaş' hat
10:11 Nahît Eren: Baroya Amedê henaseya gelê Kurd e
10:10 Rêveberên HDP'î ji bo çareseriyê li pirsgirêkên jinan guhdar kirin
10:09 Kovara Zendê bi dosyeya ‘Hozên Kurd’ derket
10:09 Rojnameya Atilimê kirin mijara sûc!
09:34 Fezlekeya 'sînorê rexneyê derbas kiriye' hat amadekirin
09:14 Aydenîz: Muxalefetek ku bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe nikare bibe îqtidar
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 142'emîn de didome
09:02 Ciwanê HDP'î: Polîs gefan li min dixwin
09:02 Girtîgeh bi cezayên dîsîplînê dixwaze çalakiya girtiyan bitepisîne
09:02 5 sal derbas bûn, kiryarek jî nehatiye darizandin: Dosye ber bi yên kiryar nediyar ve tê şandin
09:02 Melet: Divê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:01 Dayika zaroka ku ji ber tahdeya mêr birîndar bûye: Edaletê dixwazim
09:01 Keskîn: Divê kampanyaya ji bo kurdî bê xurtkirin
09:01 Li Kercewsê sixtekarî: Ji bo qanihkirinê wan dibin avahiya AKP'ê
09:00 Navenda Çandê ya Mem û Zînê hat xerakirin
09:00 Ji ber krîza aborî ancax dikarin penêrê kufikî bikirin
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2021'AN