Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da

  • rojane
  • 09:31 22 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Lêkolîner-nivîskar Ahmet Kanî diyar kir ku piştî hejmara yekemîn a Rojnameya Kurdistanê derket, siltanê Osmanî Abdulhamîtê duyemîn bi fermanekê qedexe kir ku rojname têkeve Kurdistanê. Kanî got ku dema 123 salên dîroka çapemeniya Kurdan tê vekolandin, tê dîtin ku polîtîkaya zextê ya li ser Kurdan qet neguheriye.

Rojnameya Kurdistan ku yekemîn rojnameya Kurdan e, di 22’yê Nîsana sala 1898’an de, li paytexta Misrê Qahîreyê ji aliyê kurê Mîr Bedirxan, Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin. Fikra Bedirxan ew bû ku rojnameya Kurdistanê li herêmên Kurdan derxîne. Lê belê dewleta Osmanî di wan salan de tevlihev bû û bi rêveberiyeke navendî dihat birêvebirin. Ji ber zexta dewleta Osmanî, Bedirxan neçar ma ku rojnameyê li Qahîreyê çap bike.
 
Dewleta Osmanî ya otorîter her ku diçû bêhtir navendîtir dibû û tevî zextên wê jî, Bedirxan her sê hejmarên destpêkê yên rojnameyê bi Kurdî çap kirin. Abdulhamîtê duyemîn têkildarî çapkirina hejmara yekemîn a rojnameyê fermanek da û qedexe kir ku rojname têkeve herêmên Kurdan. Ji ber helwesta Osmaniyan a li dijî rojnameyê, Bedirxan di hejmarên çaremîn û pêncemîn ên rojnameyê de cih da daxwaznameyên ku bi zimanê Osmanî ji Abdulhamît re nivîsandibûn. Di daxwaznameyê de Bedirxan destnîşan dike ku ew ne li dijî desthilatiya padîşah in û tekane mebesta wan ew e ku bi rojnameyê re agahiyan bigihînin gel. Piştî çapkirina hejmara pêncemîn li Stenbolê weke ku ji van daxwaznameyan re bersivek bê dayîn, li dijî malbata Bedirxaniyan êrişek pêk hat. Li ser vê yekê Mîdhed Bedirxan neçar dimîne ku ji Qahîreyê derbasî Stenbolê bibe. 
 
Piştî ku li Stenbolê êriş dibin ser malbatê, Mîthat Bedirxan biryar dide ku êdî rojnameyê dernexîne. Lê belê birayê wî Abdurrahman Bedirxan derbasî Cenevê dibe û weşana rojnameya xwe li cihê mayî berdewam dike.
 
JI BER ZEXTAN LI ÇAR BAJARÊN CUDA HAT DERXISTIN 
 
Tevî hemû zextan jî, Rojnameya Kurdistanê çar salan bi 31 hejmaran weşana xwe berdewam dike. Pênc hejmarên destpêkê yên rojnameyê li Qahîreyê ji hêla Mîdhed Bedirxan ve hatin derxistin. Piştî êrişa li dijî malbatê, Abdurrahman Bedirxan çar meh pişt re dest bi çapkirina rojnameyê dike. Li gorî vê; hejmarên ji 6’ê heta 18’ê li Cenevê, ji 20’ê heta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’emîn li Londonê, hejmarên ji 25’ê heta 29’an li Folkstone (Îngilistan)  û yên 30 û 31’emîn jî dîsa li Cenevê tên çapkirin.
 
HEJMARA 19’EMÎN A ROJNAMEYÊ WINDA YE
 
Hejmara 19’emîn a rojnameyê hêj jî winda ye. Lewma ti belge di dest de nînin, bê ka kengî û li kîjan deverê hatiye derxistin. 
 
Lêkolîner-nivîskar Ahmet Kanî ku di sala 2011’an de li Enîstîtûya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Artukluyê tez nivîsand û di sala 2019’an de ev tez bi navê Analîza Rojnameya Kurdistan weke pirtûk çap kir, derheqê pêvajoya pêşveçûna dîrokî ya Rojnameya Kurdistanê de axivî.
 
II. ABDULHAMÎT FERMAN DA
 
Kanî, da zanîn ku Abdulhamîtê duyemîn piştî hejmara yekemîn a rojnameyê ferman da ku ev rojname nekeve Kurdistanê û piştî vê fermanê jî zextên li ser rojnameyê zêde bûne. Kanî diyar kir ku rêveberên wê serdemê bi hinceta ku rojnameya bi Kurdî nayê xwendin û hewcedarî pê nîne li dijî weşandina wê bûn û wiha got: “Lê dema em li hejmara 13’emîn a rojnameyê dinihêrîn dibînin ku alimekî Kurd ê bi navê Ş.M. ku ji Amedê ye, ji rojnameyê re nameyek nivîsandiye û Abdurrahman Bedirxan jî ev name weşandiye. Abdurrahman Bedirxan bi weşandina vê nameyê re xwestiye ji padîşah û rêveberên Osmanî re bibêje ku eleqeya Kurdan a bo rojnameyê heye.”
 
Her wiha Kanî dibêje ku xwediyê nameyê tenê tîpên destpêkê yên nav û paşnavê xwe nivîsandine û ev jî mînakekî şênbere ji bo zexta wê serdemê.
 
NAVEROKA ROJNAMEYÊ
 
Kanî destnîşan kir ku di Rojnameya Kurdistanê de bûyerên wê serdemê yên girîng hatine weşandin û agahiyên derheqê dîrok û wêjeya Kurdan de jî tê de hene. Kanî got ku wan dîtiye ku di her hejmara rojnameyê de beşeka pirtûka Şerefname ya Şerefxanê Bedlîsî hatiye weşandin. Bi domdarî jî Kanî wiha dibêje: “Di hejmara 13’emîn a rojnameyê de rexneyên li ser îxtîlafên di navbera Kurd û Ermenan de hene.”
 
MEM Û ZÎN CARA YEKEMÎN HAT WEŞANDIN
 
Nivîskar Kanî got ku berhema ‘Mem û Zîn’ a Ehmedê Xanî ku bi dest hatiye nivîsandin jî ji hêla Hecî Qadirê Koyî ve ji Mîdhed Bedirxan ku wê demê li Qahîreyê re tê şandin. Kanî wiha didomîne: “Ev berhem yekemîn car beş bi beş di Rojnameya Kurdistanê de tê weşandin. Dema em li şert û mercên wê serdemê dinihêrîn dibînin ku armanca Rojnameya Kurdistanê ya wê demê pêşxistina zimanê Kurdî ye. Armanc dikin ku xwendin û nivîsandina bi Kurdî hînî gel bikin. Ji bo Rojnameya Kurdistanê em dikarin vê bibêjin; dibistana ewil e ku Kurdan ava kiriye. Ji ber ku ji bo pêşxistina xwendin û nivîsandina Kurdan gel teşwîq dikir.” 
 
DI 1972’YAN DE LI ALMANYAYÊ HAT DÎTIN
 
Kanî anî ziman ku Rojnameya Kurdistan piştî hejmara 31’emîn nehat derxistin û wiha pê de çû: “Piştî sala 1902’yan bi awayekî dan jibîrkirin. Hejmarên rojnameyê cara ewil di sala 1972’yan de ji hêla  akademîsyenê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Kemal Fuat ve li Almanyayê di nava refên tozkî de hatin dîtin. Dema ku Dr. Fuat li Almanyayê ji bo destnivîsaran xebatan dimeşîne rastî Rojnameya Kurdistanê tê û 26 hejmarên wê berhev dike. Hejmarên 17’emîn û 18’emîn ên winda ji hêla Mihemmed Tayfûn (Malmîşanî) û hejmarên 10’emîn û 12’emîn jî di sala 2006’an de ji hêla Prof. Celîlê Celîl ve li Rûsyayê tên dîtin. Heta niha 30 hejmarên rojnameyê hatine komkirin. Lê belê derheqê hejmara 19’emîn de heta niha jî ti agahî nehatine bidestxistin. Têkildarî dem û cihê ku ev hejmar lê hatiye çapkirin lêkolîn tên kirin.” 
 
‘POLÎTÎKAYA DEWLETÊ EV 123 SAL IN QET NEGUHERIYE’
 
Lêkolîner-Nivîskar Ahmet Kanî axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji roja ku Rojnameya Kurdistan hatiye çapkirin heta niha 123 sal derbas bûn. Lê tevî ewqas dem jî helwesta dewletê ya li dijî gelê Kurd qet neguheriye. Êrişên li dijî Kurdan bi heman awayî berdewam kirin. Rojname tên girtin, qeyûman diavêjin ser şaredariyan hilbijartî û tabelayên bi Kurdî tên rakirin. Bi kurt û kurmancî li dijî her qadeka jiyanê ya Kurdan êriş heye. Lewma divê em berxwedana xwe berdewam bikin. Ev zilma ku em li dijî wê ber xwe didin dê wiha nedome û kesek nikare pêşî li azadiya me bigire. Tekane daxwaza min a ji çapemeniya Kurd ew e ku rojnamegeriya xwe bi zimanê xwe bikin. Zimanê me, ala me ye.” 
 
MA / Cengîz Ozbasar

Sernavên din

22/04/2021
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo