STENBOL - Polîsan li Stenbolê mudaxileyî çalakiya ji bo 1’ê Gulanê kirin û gelek kesan binçav kirin.
Pêkhateyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê têkildarî qedexekirina pîrozbahiya 1’ê Gulanê xwestin li Meydana Îskele ya navçeya Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan bi hêceta ku pandemî heye û girse belav nabe mudaxileyî daxuyaniyê kir, li gelek kesan dan û binçav kirin. Welatiyên derdorê bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan mudaxileyî wan jî kir.