WAN – Li Merîwanê mihefizên Îranê gule li kolberan reşandin û 5 kolberî birîndar kirin. Hat diyarkirin ku ji 30 kolberî jî agahî nayê girtin.
Li bajarê Merîwanê yê Parêzgeha Kurdistanê ya Îranê, serê sibehê mihefizên Îranê gule li kolberan reşandin û 5 kolberî birîndar kirin. Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, têkildarî mijarê ragihand ku bûyer li gundê Mirabadê pêk hatiye û kolberên bi navê Zamyar Hatampanah, Karwan Manouchehri, Salah Watandust, Aram Manuchehrî û Soran Watandust birîndar bûne.
Hat ragihandin ku li herêmê ji 30 kolberan jî agahî nayê girtin.