STENBOL – Ji Serokên Giştî yên TSÎP’ê Ahmet Kaçmaz jiyana xwe ji des da
Ahmet Kaçmaz (83) ku ji sala 1974’an hat avakirin heta 1990’an Serokatiya Giştî ya Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê (TSÎP) kir li Bodrûmê jiyana xwe ji dest da. Beriya 2 hefteyan rewşa Kaçmaz giran bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyeke taybet. Hat hînbûn kû îro serê sibehê ji ber têrnekirina gurçik û dil Kaçmaz jiyana xwe ji dest daye. Wê cenazeyê Kaçmaz sibê saet di 12.30’an de li Goristana Akyarlar Kemer a Bodrûmê bê definkirin.