NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyê ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên dawî de 353 kesan jiyana xwe ji dest da û 37 hezar û 312 kes jî bi koronayê ketin.
Wezareta Tenduristiyê tabloya rojane ya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) belav ir. Li gorî daneyên hatine belavkirin, di 24 saetên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 353 kes ji koronayê mirin e û 2 hezar û 716 nexweşên nû jî di nav de 37 hezar û 312 pêketiyên nû hatine tespîtkirin.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi giştî 38 hezar û 711 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara pêketiyan jî gihîşt 4 milyon û 667 hezar û 281 kesan.