‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’

  • jin
  • 10:20 28 Nîsan 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Derûnnas Şîlan Surmelî, bal kişand ser zêdebûna mirinên biguman ên jinan û got: “Rewşên ku jinan ber bi întîharê ve dibe bi rizîbûna civakê ve girêdayî ye. Amûra herî mezin a faşîzmê  tundiyê. Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike. Ev jî ewil bandora xwe li ser jinan dike.”
 
Li gorî danayên Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), li welat, di 3 mehên ewil ên sala 2012’an de, 79 jin din encama tundiya zilam  û 45 jin jî, bi awayekî  biguman jiyana xwe ji dest dan. Jinên ku bi awayekê pergalî rastî tundiyên fîzîkî, aborî û derûnî tên, ber bi întîharê ve tên şandin.
 
Derûnnas Şîlan Sûrmelî, bal kişand ser asta bûyerên întîharê yên civakî, polîtîk û aborî û ev rewş di heman demê de weke “Rewşa tengijîna rizîbûna di nava civakê de” nirxand. 
 
TÛNDIYÊ MÎNA AMÛR BI KAR TÎNIN
 
Surmelî, diyar kir ku desthilatdarî ji bo ku hebûna xwe ava bikin, tundiyê weke amûr bi kar tînin û wiha axivî: “Di avakirina civakên serdest ên zilam de, dînamîkên wên herî girîng tundiye.” Surmelî, belavbûna tundiyê wiha pênase kir: “Bi taybetî di civakên baviksalarî û çewisîner de, tundiya li dijî jinan, zarokan û heywanan,  yek ji argumenên bingehîne. Ji ber vê yekê em nikarin tundiyê ji civakê cuda bigirin dest. Pergala baviksalariyê, li ser serdestiya zilam, hin rolên xwe diyar dike. Desthilatdar jî van rolên zilamtiyê, esas digere û li gorî vê teş dide civakê. Ev jî dibe sedem ku tundî li tevahiya welat belav bibe û di nava yekîneya herî biçûk a malbatê de bi cih bibe. Ev rewş jî herî zêde bandorê li jinan, zarokan û heywanan dike. Tundiya li dijî jinan jî, tam di vê rewşê de derdikeve holê. Ji ber vê dema zilamek tundiyê li jinê dike, weke jinê heq kiribe, xwe mafdar nîşan dide. Dîsa desthilatdarî bi awayekê pir rehet ji bo jinên li dijî tundiyê têdikoşin, dibeje ‘binyata malbatê xirab dikin.’ Ev jî dibe sedem ku tundî heya nava malê belav bibe.” 
 
SERDESTIYA ZILAM
 
Surmelî, da zanîn ku sedama bûyerên întîharê yên li welat belav dibe, tundiye û wiha got: “Di civakên kuz ilam serdestin de, jin her tim rastî tundiyên fizîkî, zayendî, derûnî û aboriyê tên. Lê jin herî zêde rastî tundiya derûnî û fîzîkî tên. Destûr nayê dayîn ku di rewşên wiha de jin xwe îfade bikin. Ev jî dibe sedem ku bi demê re bêhêvîtî, bêçaretî, fikar û tenêtî di jinan de pêş bikeve. Bêçaretî, bi demê re mirovan dixwe deprestyonê. Di roja me ya îro de, depresyon jî mîna pençeşêr û grîpê pir belav bûye. Di heman demê de, ev nexweşiyeke ku ji aliyê pergala kapitalîzmê ve hatiye pêşxistin. Mirov dem bi dem ji ber vê ji ser hişên xwe diçin. Ger tedawiyek baş neyê kirin, bi demê re dibe sedema bûyerên pir cîdî.” 
 
XEMLA ‘ÎNTÎHARÊ’ 
 
Derbarê xemlên “întîharê” yên ji bo cînayetên jinan tên dayîn de jî Surmelî, ev nirxandin kir: “Di demên dawî de, bi întîharê bi ser kuştinên jinan tên girtin. Bi taybetî jinên ciwan dema ku dikevin tora çeteyên fihûş, tiryak û dizîtiyê, piştre ber bi întîharê ve tên şandin. Di vê mijarê de, binyada dewlet û zilamê serdest, bi pergala faşîzm û tundiyê re dibe yek û xemla ‘întîharê’ didin, kuştinên jinan. Di hemam demê de gelek zilamên têkiliya wan bi hêzên paramîlîter ên girêdayî dethilatdar û dewletê re hene, dibin sedema van cînayetan. Bi taybetî bûyerên herî dawî yên Îpek Er, Aleyna Çakir û Gulîstan Dokû, mînakên vê yekê ne.” 
 
ROLÊ MEDYAYÊ
 
Derûnnas Şîlan Sûrmelî, bal kişan ser rolê medyayê yê di belavkirina tundiyê de û wiha bi dawî kir: “Zimanê tundiyê yê desthilatdarî bi kar tîne, di civakê de, belavî hemû nasnameyên din dibin. Dema ku medya nûçeyên kuştinên jinan û tacîzên jinan serwîs dike, herî zêde zimanê rewabûna sûc û sûcdar bi kar tîne. Di nûçeyên derbarê tundiya li dijî jinan de, herî zêde têgîna ‘dîn û har bûye’ tê bikar anîn. Di vîr de dema ku behsa bûyer tê kirin, hemû sûcan bi ‘dîn û har bûnê’ ve tê girêdan.  Ji ber vê heta zilamê bersûc qet nayê dîtin. Axirê bi navbeynkariya medyayê, dixwazin zextên faşîzan ên li ser civakê, bi sazî bikin. Ji ber ku amûra herî mezin a faşîzmê tundiye. Ji ber vê tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike. Ev jî ewil bandora xwe li ser jinan dike.” 
 
MA / Esra Solin Dal
 

Sernavên din

30/04/2021
13:52 HDP xwedî li karkerên li dervê hatin hiştin derket
13:47 Çelenga 1’ê Gulanê danin Qada Gundogdûyê
13:21 Zarokê 14 salî bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kiriye’ hat binçavkirin
13:14 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin berdan
12:34 'Sînordarkirina fîzîkî nikare têkoşîna me ya edaletê asteng bike'
12:30 Sergardiyan bi kuştinê gef li girtî xwar
12:16 Heso Îbrahîm: Şengal venagere berî 2014’an
12:16 Ozsoy: Bi operasyona Metîna, Avaşîn û Zapê gav bi gav dagir dikin
11:21 Cerdevan bi mînîbusan şandin operasyona Lîcê
11:15 Seyarfiroş: Em bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin
10:44 Rayedarên girtîgehê derman nadin girtiyê nexweş
10:02 ‘Heta mafê karkeran neyê dayîn aramî pêş nakeve'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 155'emîn de dewam dike
09:00 Esnafên Cizîrê: Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?
09:00 'Têkoşîna civakî dikare ji daxwazên girtiyan re bibe bersiv’
09:00 Li Deşta Pirsûsê cotkarî veguheriye ezyetê
09:00 ‘Jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, ji ber zextên civakî xwe bêdeng dikin’
09:00 5 sal in neçûye hevdîtina lawê xwe
09:00 Kelemçeya elektronîk a xerabe 11 rojan di lingê wê de ma
09:00 Sûra şaredariya AKP’î çêkir rê li ber hezîna axê vekir
09:00 Her demsal hilberînên organîk
09:00 Çakas: Polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2021'AN
08:51 Dîroka bi dawîbûna Peymana Stenbolê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
29/04/2021
23:50 Li Şirnexê tevgerek zêde ya leşkerî pêk tê
20:46 Hevserokê MED-DER'ê û 11 siyasetmedar hatin girtin
19:52 Ji Kovîd-19'ê 339 kesên din jî mirin
19:42 Qedexeya giştî ya ji bo derketina derve dest pê kir
18:29 Dîroka danişîna Doza Kobanê guherî
18:09 Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê hat veşartin
16:53 1’ê Gulanê li Kadikoyê hat pîrozkirin
16:52 Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kirin
16:34 Malbata Şîşman: Bila ji me re bêjin saxe yan miriye?
16:31 Li Lîcê operasyona eskerî
16:23 Parêzerên Demîrtaş têkildarî biryara Dadgeha Bilind daxuyanî dan
16:03 Li ODTU’yê kampus li xwendekaran hat qedexe kirin
15:40 Kesê zarokekê tacîz kir hat binçavkirin
15:39 Karkerên Kurd ên mala wan hilweşandin li derve man
15:34 Li Erxeniyê gundekî kirin qarantînayê
14:54 Li Mereşê bersûcê îstîsmarê hat binçavkirin
14:17 Jina penaber a sancoya welîdînî dikişîne li pêş îdareya koçê tê rawestandin
14:08 Rihayiyan ‘girtina giştî’ nirxandin: Armanc ne em in turîzm e
14:05 Li Wanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê asteng kirin
13:55 Dadgeha Bilind cezayê Demîrtaş erê kir
13:26 Şahidan polisê ku Efe pelçiqand derewandin: Xiza wî 70-80 kilometre bû
13:22 Gunay: Ocalan hemû beşan vedixwîne cîdiyetê
12:53 Operasyona eskerî li Şirnex û Colemêrgê dest pê kir
12:47 Li Enqerê mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kirin
12:46 Ûca pirsgirêkên cotkarên mexdûr bir rojeva meclisê
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye
09:00 Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'AN
28/04/2021
23:49 Li Rihayê du bira di qenala avê de fetisîn
23:29 MSB: Leşkerek din jî mir
21:46 Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin
20:53 Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin
20:09 Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket
17:09 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan
16:43 ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:53 Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir
15:21 Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:15 Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe
15:15 Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
15:01 Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye
14:33 Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn
14:30 Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:00 Li çar navçeyan tecrîd şermezar kirin
14:00 Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
13:40 Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin
13:37 Li Çelê 5 kes hatin binçavkirin
13:15 Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
13:04 Guzel serdegirtina şînê pirs kir
12:52 Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
12:36 Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin
12:14 Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin
12:05 Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:49 Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne
11:30 Malbata Şenyaşar: Zilma li me hat kirin dibe belgefîlm
11:03 Zarokê ku traktor lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:56 Komisyona 21’ê Sibatê: Em dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî
10:55 Biryara binçavkirina 22 kesan hat dayîn
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye