BÛRDÛR - Li navçeya Bûcakê, dayika 2 zarokan Hatîce Işik, ji aliyê Ramazan T. ve bi çekê hat qetilkirin.
Li Taxa Karayvatlar a navçeya Bûcakê ya Bûrdûr, Ramazan T. ê 30 salî bi çekê êrişî jina 28 salî Hatîce Işik a ku li şarküteriye dixebitî kir. Xebatkarên li şarkuteriyê, agahî dan ekîbên polîs û tenduristiyê. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihêbûyer, dest nîşan kirin ku Hatîce Işik jiyana xwe ji dest daye.
BERSÛC HAT BINÇAVKIRIN
Ramazan T. ê Hatîce Işik kuşt, ji cihê bûyerê reviya. Polîsan piştî lêgerîneke demek kurt, Ramazan T. binçav kirin.
Cenazeyê dayika 2 zarokan Hatîce Işik, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bûcakê.