NAVENDA NÛÇEYAN - MSB’ê ragihand ku du eskerên di operasyona derveyî sînor de birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest dan.
Operasyona ku Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di 26’ê Nîsanê de, li heremên Metîna, Avaşîn û Zap’ê yên di nava sînorê Herema Kurdistana Federe cih digire de, da destpêkirin didome. Wezareta Parastinê (MSB) ragihand ku çawişê pispor Mehmet Kirmizi û eskerê piyade Muslum Toprak ên ku di operasyona derveyî sînor de birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest dan.