DERSÎM – Şaredariya Dersîmê li qada Demîrolukê bîrdariya 1’ê Gulanê ava kir.
Şaredariya Dersîmê li qada Demîrolukê bîrdariya 1’ê Gulanê ava kir û cejna Karkeran a 1’ê Gulanê pîroz kir. Di merasima avakirina bîrdariyê de Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê amade bûn. Şaredarê Dersîmê Maçoglu, anî ziman ku ew 1’ê Gulanê di şertên pir giran de pêşwazî dikin û wiha got: “Şertên şewba vîrûsa Covît-19 yek ji şertên herî giran in. Em pergalek ku keda karkeran nayê xwarin, cîhan û welatekî ku qeyrana aborî û şewb lê tune ye, welatekî ku heqê tedawiya neweşan ji gel nayê stendin û jin nayên kuştin dixwazin. “
Maçoglu, anî ziman ku ew wekhevî, edalet û mafê ked û jiyanê dixwazin û wiha got: “Heta ku em mafê xwe yê jiyan, ked, edalet, demokrasi û wekheviyê bi dest bixin em ê têkoşîna xwe berdewa bikin”
DAD: EM JI BO KEDÊ TÊDIKOŞIN
Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) jî , li Navenda xwe têkildarî 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê duxayanî da û destnîşan kir ku têkoşina kedkar û karkeran a ji bo mafê kedê di heman demê de têkoşîna azadiyê ye û wiha got: “Li her qadê yên têkoşîna aştî, edalet, demokrasî, ked û wekheviyê didin bi tundiyê re rû bir û ne. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê ferasetê û têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafê ked, demokrasi, aştî û edaletê berdewam bikin.”