Rojnameger Roja Azadiya Çapemeniya li girtîgehan pêşwazî dikin

img

AMED - Li Tirkiyeyê 90 rojnamegerên muxalif, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li girtîgehan pêşwazî dikin. Yên li qadan jî bi tundî, zext astengiyan re rû bi rû ne. Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154’an de ye. Rojnamegerên muxalif diyar kirin ku ew ji aliyê îqtîdarê ve wekî sûcdarên veşarî tên dîtin. 

Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993'yan de ji bo ku balê bikişîne ser hişmendiya çapemeniyeke azad 3'yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê îlan kir.  Lê li Tirkiyeyê 90 xebatkarên çapemeniyê li girtîgehê pêşwazî dikin. Li gorî endeksa Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ya sala 2020'an a azadiya çapemenyê, Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 154'emîn de cih digre.  Tirkiye di sala 2019'an de di rêza 157'an de bû û bêtir paşve çû. 
 
Li gorî rapora 2020'an a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li Tirkiyeyê 90 rojnameger girtî ne. Di sala 2020'an de 79 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin binçavkirin û 19 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man. Di sala 2020’an de Hezar û 960 nûçe ji parvekirinê re hatin astengkirin. 
 
Têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, Nûçegîhana Jinnewsê Bertan Canozer û Nûçegîhanê Evrenselê Firat Topal rewşa çapemeniyê ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
ROJNAMEGERÊN KU ÎQTÎDARÊ TEŞÎR DIKIN DIBIN HEDEF  
 
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, anî ziman ku tu carî li Tirkiyeyê zext û tundiya li ser çapemeniya muxalif kêm nebûye û wiha got: "Di sala 2021'an de li gorî endeksa çapemeniya cîhanê Tirkiye di rêza 153’an de ye. Hişmendiya serdest qedexe û astengiyên li pêş çapemeniyê ji bo xwe kiriye kevneşopiyek. Azadiya çapemeniyê û azadiya raman û îfadeyê bi hevve girêdayî ye. Rojnamegerên ku polîtîka û rastiya îqtîdarê teşîr dike û aşkere dike, dibe hedefa îqtîdarê. Qedexe û asteniyan datîne pêş wan." 
 
'SALA 2016'AN BÛ MÎLAD' 
 
Altan, da zanîn ku li Tirkiyeyê sala 2016'an ji bo azadiya çapemeniyê bû mîlad û wiha axivî: "Îqtîdarê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê berê xwe da çapemeniya muxalif. Li Tirkiye bi taybetî saziyên çapemeniyê yên li Kurdistanê kirin hedefa xwe. Hemû saziyên çapemeniyê yên li Kurdistanê girtin. Hewl dan ku medya yek dengî û yek rengî ava bike. Di 5 salên dawî de ev yek hewldan didome. Îqtîdarê xwest împaratoriya medya ku gotinek wê nake dude ava bike. Îro nêzî 700 televizyon û weşanên çapemeniyê tam di xizmeta îqtîdarê de ne. Tenê çaemeniya azad li dijî vê yekê derdikeve. Ew jî dibe hedefa êrîşên îqtîdarê." 
 
'MÎNAKA WANÊ NÎŞAN DIDE KU ÇAPEMENÎ NE AZAD E' 
 
Altan, anî ziman ku îqtîdar li dijî rojnamegerên rastiyan dinivîse rêbaza zorê bikar tîne û wiha lê zêde kir: "Bi rêbazên zorê dixwaze rojnamegeran bitirsine. Dixwaze wan ji qadê dûr bixin. Rojnamegerên ji bo nûçeyê diçin herêmê bi hesanî tên astengkirin. Mînaka herî baş li Wanê pêk hat. Hevalên me yên li Wanê rastî welatiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin ronî kir û bi raya giştî re parve kirin, hatin binçavkirin û girtin. Hevalên me ji ber nûçeyê 6 mehan girtî man. Ev mînak tenê nîşan dide ku li Tirkiye çapemenî ne azad e."
 
'ESKER Û POLÎSAN DIPARÊZIN LÊ ROJNAMEGERAN CEZA DIKIN' 
 
Altan, bibir xist ku dema rojnamegerên erka xwe pêk tînin û rastiyan ronî dikin bi îdeaya “endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê" dozê li wan vedikin û wan ceza dikin û wiha berdewam kir: "Bi rêbazên cuda rojnamegeran asteng dikin. Daraz nelirêtî û bê hiqûqiya îqtîdarê nabîne. Dîsa ji ber bûyera helîkopterê ya li Wanê negotin ‘Te ev Nûçe çêkiriye ya na?" Xwestin têkiliya vî hevalê me yê rojnameger bi rêxistinê ve girê bidin. Rojnameger bi kêre axivîbû tev li îdeanameyê zêde kirine. Lê di rastiyê de ji ber hevalê me ev nûçe çêkir, kirin hedefa xwe. Hemû zext, tundî û astengî li pêş pîşeyê rojnamegeriyê ye." 
 
 
'BI GIŞTÎNAMEYÊ DIXWAZIN SÛCÊ POLÎSAN VEŞÊRIN'  
 
Altan, bal kişand ser giştînameya ku kişandina wêne û dîmenên polîsan qedexe dike û dîsa qeydkirina dengê polîsan qedexe dike û wiha pêde çû: "Naxwazin rojnameger li qadê kar bikin. Dema rojnameger bi taybetî li bajarên herêmê daxuyaniyên çapemeniyê dişopîne polis bi mertalhên xwe pêşiya rojnamegeran digirin û naxwazin rojnameger dîmen û wêne bikişînin. Niha bi vê giştînameyê dixwazin rê li pêş karê rojnamegeran bigirin. Ev nişan dide ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê di çi halî de ye." 
 
Altan, herî dawî destnîşan kir ku ew dê her dem rastiyan ronî bikin û dê vê ronîkirinê berdewam bikin. 
 
'BI AKP'Ê RE BÊTIR XERA BÛ 
 
Nûçegîhana JINNEWS'ê Beritan Canozer ku ji ber nûçeyên çêkirine hat girtin û berdan û bi salan e tê darizandin jî bal kişand ser Roja Azadiya Çapemeniyê û wiha got: "Di vê pêvajoya ku dema rojnameger nûçeyan dişopînin, bi lêdan, binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin û doz li wan tê vekirin mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. Azadiya Çapemeniyê bi taybetî bi hatina AKP'ê re bêtir xerab bû. Îqtîdar tenê kesên nasnameya wan a zer heye wekî rojnameger nas dikin. Yên din wekî rojnameger nas nakin." 
 
'JI BER MIN NÛÇE ÇÊKIR DOZ LI MIN VEKIRIN'
 
Canozer, diyar kir ku dema li qadê nûçeyan dişopînin her tim bi zext u tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Weşandina gelek nûçeyên me qedexe dikin. Belavkirina rojnameyan qedexe dikin. Dema em nûçe dişopînin wênekêş û kamerayên me desteser dikin. An jî destûr nadin em li qadê nûçeyan bişopînin. Hin caran jî polîs wekî em çalakger bin me binçav dikin. Dest datînin ser kartên me. Ev nîşan dide ku li vî welatî çapemenî ne azad e. Ez bi xwe bi van hemû zextan re rû bi rû mame û dimînim. Gelek hevalên me bûne şahidên van zextan. Heta niha bi dehan doz li min vekirin." 
 
‘BI NÛÇEYA MIN PÊ XELAT GIRTIYE MIN DADIRIZÎNIN
 
Canozer, herî dawî destnîşan kir ku ji ber nûçeya ku wê pê xelat girtiye dadirizînin û wiha bi dawî kir: "Min wekî çalakger tawanbar dikin. Em xebatkarên çapemeniya azad in. Ji vê kevneşopiyê tên. Eger em di çapemeniya Kurd û muxalif de bin, em ji bo wan ne rojnameger in. Ji ber pirsên min ji çavkaniyên xwe pirsîne lêpirsîn û dozê li min vedikin. Ez ne tenê wekî Bêrîtan, wekî xebatkara JINNEWS'ê tême darizandin. Bi vê yekê nûçegîhana ku jinê esas digire daririzîne. Berê jî ez li JINHA dixebitîm. JINHA bi KHK'ê girtin. Ji ber em nûçeyên tacîzê çêdikin, tacîzkar êrîşî me dikin." 
 
'EM WEKÎ SÛCDARÊN VEŞARÎ TÊNE DÎTIN' 
 
Nûçegîhanê Evrenselê Firat Topal jî anî ziman ku Tirkiye mijara Azadiya Çapemeniyê ji bo xwe wekî mesele nabîne û wiha got: "Bi salan e rojnameger têne binçavkirin. Li Tirkiyeyê her roj azadiya çapemeniyê bi sînor dibe. Êdî hatiye wê astê ku rojnameger nikarin li qadê rojnamegeriyê bikin. Polîs bi mertalên xwe rê li pêş nûçegîhanan digirin û destûr nadin nûçeyan bişopînin. Bi temamî ji bo xebatên rojnamegeriyê asteng bikin asteng dikin. 6 sal in li qadê rojnamegeriyê dikim. Lê bi me wekî gefan li hemberî xwe dibînin. Demek dirêj e bi awayekî fîzîkî me asteng dikin. Îro bi sedan rojnameger girtî ne. Bêyî hincetan nîşan bidin rojnamegeran digirin. Lê li gel her tiştî em ê vî karî berdewam bikin û emê berxwedana xwe berdewam bikin." 
 
MA / Ergîn Çaglar-Mehmet Erol 
 
 

Sernavên din

06/05/2021
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin
12:09 Baroyan ji bo betalkirina giştînameya EGM’ê serî li Şûraya Dewletê dan
12:07 MKGP: Em soz didin rojnamegerên li ber xwe didin