NAVENDA NÛÇEYAN - Baroya Enqerê û Amedê ji ber giştînameya Miduriyeta Giştî ya Polîsan "derveyî hiqûqê" ye, bi daxwaza betalkirina wê û sekinandina rêvebirinê li Şûraya Dewletê doz vekirin.
Baroya Enqerê û Amedê derbarê giştînameya Miduriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) a li ser astengkirina kesên deng û dîmenên polîsan qeyd dikin de li Şûraya Dewletê doz vekirin. Baroya Enqereyê di daxwaznameya xwe ya bi daxwaza betalkirin û sekinandina rêvebirina giştînameyê ya doz vekirinê de wiha got: “Bi giştînameyê hem azadî û mafên bingehîn yên mirovan, hem mafên agahdarkirinê hem jî mafên parastinê tê îhlalkirin. Talîmata astengkirina qeydkirina deng û dîmenan a ji polîsan re hat dayîn, derbaskirina rayeyê.”
‘GIŞTÎNAME DERVEYÎ HIQÛQÊ YE’
Baroya Amedê jî derbarê giştînameyê de ev tişt gotin: “Di rêvebirina karê cemaweriyê de kesên muhtacî parastinê ne peywîrdarê cemaweriyê ye, welatî ye. Ev giştîname derveyî hiqûqê ye. Ji bo ku ev giştînameya mafê bingehîn û azadiya mirovan binpêdike û derveyî qanûnan e bê rawestandin û betalkirin me serî li Şûraya Dewletê da.”