AMED – Li Rezanê li baxçeyê dibistanekê cenazeyê mêrekî hat dîtin.
Li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê li baxçeyê Lîseya Pîşeyî yya Koşûyolûyê cenazeyê mêrekî hat dîtin. Piştî ku kesên li derdorê xeber dan koma tenduristiyê, koma tenduristiyê hat baxçeyê dibistanê û kesê li erdê dirêjkirî sehî kir û diyar kir ku jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku kesê jiyana xwe ji dest daye kesê bi navê H.K. yê 28 salî ye.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.