Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê

img

ŞIRNEX - Dayikên Cizîrê yên ku zarokên wan di jêrzemînên li Cizîrê de hatin kuştin, bertek nîşanî operasyona derveyî sînor dan û gotin: "Derdê vê dewletê ew e ku gelê kurd tune bike. Divê ku kurd destûrê nedin operasyonên dagirkirina xaka Kurdistanê." 

Di 23'ê Nîsanê de ji hêla Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ve li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên bi ser sînorên Herêma Federe ya Kurdistanê ve operasyon hat destpêkirin. Piştî vê operasyona li Başûrê Kurdistanê li bajarên Şirnex û Colemêrgê jî bi tevlîbûna bi hezaran eskeran operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Li gel destpêkirina operasyona derveyî sînor bertek û nêrazîbûnên gelê herêmê jî berdewam dikin. Di sala 2016'an de dayikên ku di jêrzemînên Cizîrê de zarokên wan hatibû kuştin, bang li rayedarên Rêveberiya Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin ku li dijî operasyonê derkevin. 
 
'DIVÊ KES NEYÊ LEYÎSTIKÊN TIRKIYÊ' 
 
Dayîka Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tunç ê ku di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest da, Esmer Tunç diyar kir ku dewlet bi van operasyonan dixwaze axa Kurdistanê dagir bike û wiha got: "Daxwaza me ji birêz Mesûd Barzanî ew e ku bila destûr nede vî şerî. Bila rê nede Tirkiyeyê. Dewleta tirk xayîn e. Derdê vê dewletê ew e ku gelê kurd ji binî ve tune bike. Her çar perçeyên Kurdistanê yek e. Zimanê me yek e, me bi hev re zilm dîtiye, xwîn dîtiye û me bi hev re têkoşîn daye. Li ser xaka başûr bi hezaran ciwanên kurd xwîn rijandin e. Divê Barzanî bi vê zanebûnê rabe. Heger Barzanî xwestiba niha ev xwîn wê bihata sekinandin. Divê rayedarên başûr hêzên biyanî li ser xaka xwe qebûl nekin." 
 
'ÊDÎ XEW LI ME HERAM BÛYE' 
 
Dayika Yasemîn Çikmaz a ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû kuştin, Esmer Çikmaz jî anî ziman ku bi erêkirina Barzanî xaka Kurdistanê tê bombebarankirin û wiha axivî: "Zarokên me hemû di bin tanq û topên dewletê de ne. Em naxwazin ne zarokên me û ne jî zarokên wan bên kuştin. Bangawaziya min ji dayîkên tirk re jî heye, ew jî dayik in bila destê xwe bidin destê me û bila ji şer re bêjin na. Êdî bila zarokên me neyên kuştin. Daxwaziya min ji hemû kurdên başûr re ew e ku bila xwe bêdeng nekin. Heta duh jî DAIŞ li dora wan dizivirî. Zarokên me xwe dan pêşiya wan û ew parastin. Bila wan rojan ji bîr nekin. Çawa rê dan ku dewleta tirk bikeve başûr. Bila hikumeta Barzanî demildest dewleta tirk ji xaka Kurdistanê derbixe. Bila neyên lîstokên dewleta tirk. Ji ber zarokên me xewa me nayê. Çawa xewa dayikên wan leşkeran tê û ew çawa bi aramî radizên?"
 
'GELÊ KURD DI BIN ZILMÊ DE YE' 
 
Dayika Adil û Egît Kûçûk, Nafya Kûçûk bi lêv kir ku operasyonên tên kirin tenê yêkitiya gelê kurd têk dibe û wiha got: "Bi salan e gelê kurd li çar perçeyan di bin zilma dewletan de ye. Divê kurd êdî destê xwe bidin hevdu. Heger em îro bibûna tifaq ev tişt nedihat serê me. Ew kesên ku piştgiriyê didin van operasyonan xwedê jê re nehêle. Xwedê kezeba wan jî bişewitîne. Kesê ku mirina zarokê xwe nedîtiye nizane ku ev êşeke çawa ye. Heger Barzanî îro rê nedaba Tirkiyeyê, dewleta tirk îro nedikarî bikeve başûr. Xemsariya rayedarên başûr nayê qebûlkirin. Ew mirovê ku ne bi doza xwe re be xwedê jê re nehelê. Bila bibin tifaq, bila bes kezeba dayîka bişewitînin."
 
'ÎRO LI WIR SIBÊ KURDISTAN HEMÛ YE'
 
Dayîka Umît Kurt yê ku di çalakiyên Kobanê de ji hêla polîsan ve hat kuştin, Nafya Kurt jî bertek nîşanî xemsariya hikumeta Herêma Kurdistanê da û wiha axivi: "Divê hikumeta herêmê neyê xapandin. Heger tu destûr nedî dewletek nikare bikeve xaka te. Îro ev operasyon li ser Metîna, Zap û Avaşînê pêk tê lê wê sibê ev operasyon ji bo tevahiya Kurdistanê pêk were. Banga min ji gelê me yê başûr re ew e ku rabin ser piyan û li dijî vê operasyonê bisekinin."
 
'EM AZADIYÊ Û TIFAQÊ DIXWAZIN' 
 
Dayîka Hediye Bariş a ku kurê xwe Mehdî Bariş di şerekî de winda kir jî ji bo rawestandina operasyonê bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir û got: "Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Êdî em kuştinê naxwazin. Em azadiyê û tifaqiyê dixwazin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

06/05/2021
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin
12:09 Baroyan ji bo betalkirina giştînameya EGM’ê serî li Şûraya Dewletê dan
12:07 MKGP: Em soz didin rojnamegerên li ber xwe didin