Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan

img

RIHA - Li naveya Eyyubiyeyê ji ber tesîsa bermayiyan ya li nav taxê hatiye çêkirin, şêniyên taxê ji ber bêhna tesîsê hew îdare dikin. 

Li Taxa Asya ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê tesîsa bermayiyan a şîrketeke xisûsî, şêniyên taxê nerihet dike. Ji ber bêhna genî ya ji tesîsê belav dibe şêniyên taxê hew îdare dikin. Çendî ku şêniyên taxê li ber rabûne jî, rayedarên şîrketê tiştekî nakin. Şêniyên taxê herî dawî li CÎMER'ê giliyê fîrmayê kirine û piştî vê şîrketê gotiye "em ê pirsgirêkê çareser bikin", lê belê heya niha hîn jî ji bo çareserkirina pirsgirêka navbirî tiştekî nehatiye kirin. 
 
Ji ber bêhna ji tesîsa bermayiyê tê Partiya Gelecekê ya Eyyubiyeyê kampanyayeke îmzeyê da destpêkirin. Di hefteyekê de 4 hezar îmze hatine berhevkirin. 
 
Serokê Partiya Gelecekê yê Eyyubiyeyê Mahmût Demîr, diyar kir ku bêhan tesîsa bermayiyê herî zêde bandorê li şêniyên taxa Yenîce, Ruha, Eyyup û Asyayê dike. Demîr, destnîşan kir ku ji ber ku bi salan e pirsgirêka navbirî nehatiye çareserkirin kampanyay îmzeyan dane destpêkirin û di hefteyekê de 4 hezar îmze berhev kirin û armanca wan 25 hezar îmze ne. Demîr, anî ziman ku çareserkirina pirsgirêê pir hêsan e û got: "Em ê van îmzeyan tevî rêya çareseriyê berpêşî şaredariy Eyyubiye û şaredariya bajarê mezin bikin. Heger çareyek neyê peydakirin, em ê serî li Wezareta Hawirodor û Bajarvaniyê bidin. Derdê rayedaran ne çareserkirin vê pirsgirêkê ye. Parfumên tankî hene. Şaredariyên Edene û Mereşê ev yek xistin dewrê û bi awayekî çalak didomin. Bi vê pergalê dikarin di di demeke kurt de pirsgirêkê çareser bikin. Maliyeta wê jî ne zêde ye. Me hevdîtin bi fîrmayê re kir. Maliyeta wê nêzî 200 hezar TL ye. Piştî vê jî barkirina vê tesîsê ye. Ma qey dixwazin mirovan bi vê bêhnê terbiye bikin?" 
 
'ZILM E'
 
Demîr, destnîşan kir ku gelek caran çûne cem Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul û Şaredarê Eyyubiyeyê Mehmet Kûş û got: "Heya neyê çareserkirin em ê bitêkoşin. Şaredariyê vê derê bi îhaleyê daye şîrketekê. LÊ mesele ne şîrket e. Li holê neçareseriyek heye. We daye şîrketê, dibe ku di warê aborî û teknîkî de pirsgirêk hebin, lê berpirsiyarî a we ye." 
 
Demîr, diyar kir ku ji ber qedexeya derketina derve di mal de ne, lê belê ji ber vê bêhnê nikarin îdare bikin û got: "Di navbera sergo û mala herî nêz de çend metre hene. Ka em ji wan malan du malan kirê bikin; yekê bidin Birêz Beyazgul û yekê jî bidin Birêz Kûş, hela bê dê çend rojan îdare bikin. Tenê ne 17 roj, du rojan jî karibin îdare bikin em ê bibêjin temam û kampanyaya xwe bi dawî bikin. Mirov nikarin fitarî û sihora xwe bikin. A tê kirin zilm e." 
 
JI BER BÊHNÊ DILÊ WAN NAÇE TIŞTEKÎ JÎ
 
Şêniyê Taxa Asyayê Levent Şeyhanlioglû, anî ziman ku her diçe bêhn zêde dibe û got: "Paceyên me girtî ne, lê dîsa jî bêhn tê. Meha Remezanê ye. Bêhn bandorê li me dike. Em bi rojî ne, em diwestin. Di dema fitariyê de, dilê kesî naçe tiştekî jî, ji ber vê bêhnê. Divê vî sergoyî ji vir rakin. Em ji rayedaran re dibêjin, dibêjin 'temam'. Lê tiştekî nakin. Çar roj berê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazguzel hatiye taxê. Cîranan mesele jê re gotiye. Wî jî gotiye, 'em ê hel bikin.' Lê bû cara çendan." 
 
‘EM NE MECBÛR IN BI VÊ BÊHNÊ BIJÎN' 
 
Şeyhanlioglû, destnîşan kir ku pirsgirêk pirsgirêka hemû taxê ye û got: "Me mehkûmî vê bêhnê kirine, lê em ne mecbûr in bi vê bêhnê bijîn. Ew bi xwe ikare rojekê îdare bike. Hat ancax saetekê îdare kir. Qedexe heye, em nikarin paceyê vekin. Gava em venekin jî hundir germ dibe. Taxa me, taxeke xizan e. Demildest divê bê çareserkirin." 
 
Şêniyê taxê Îsa Kaş jî got: "Em nikarin xwarinê bixwin. Em nikarin li hundir îdare bikin. Dibêjin dînemoyeke tesîsê xera bûye, ji ber wê bêhn tê. Em dixwazin ji binî de bê çareserkirin. Em naxwazin ji ber vê meseleyê xircirek çêbibe. Dibe ku welatî pêşiya qamyona çopê bar dike bigirin. Lê em naxwazin mesele bê vir. Bila bar bikin biçin deverek dûrî navenda navçeyê. Bila êdî guh li me bikin." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

06/05/2021
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin
12:09 Baroyan ji bo betalkirina giştînameya EGM’ê serî li Şûraya Dewletê dan
12:07 MKGP: Em soz didin rojnamegerên li ber xwe didin