Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 159 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 138’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 121’emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 32’yemîn, di roja 159’emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 138’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 138’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 121'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 121'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 

Sernavên din

06/05/2021
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin
12:09 Baroyan ji bo betalkirina giştînameya EGM’ê serî li Şûraya Dewletê dan
12:07 MKGP: Em soz didin rojnamegerên li ber xwe didin