ÎZMÎR - Nûçegihanê PÎRHA yê Îzmîrê Ersîn Ozgul hat binçavkirin.
Polîsan, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) yê Îzmîrê Ersîn Ozgul bi hinceta “îfadeya te heye” binçav kirin. Polîsan Ozgul birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê. Derbarê sedama binçav kirina Ozgul de tu agahî nehat girtin.