ÎZMÎR – Nûçegîhanê PÎRHA’yê Ersîn Ozgul ku bi hinceta îfadeya wî heye hatibû binçavkirin, hat berdan.
Hat hînbûn ku nûçegîhanê Îzmîrê yê Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) di çarçoveya lêpirsîneke ku ji Amedê tê birêvebirin ve hatiye binçavkirin. Îfadeyên Ozgul li Şaxa TEM’ê ya Îzmîrê hat girtin û di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de sûcdariya “endamtiya rêxistinê” li Ozgul hat kirin.
Piştî îfadegirtinê Ozgul hat berdan.