* Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş, pêşnîyaznameyên lêkolînê yên partiya wan berpêşî Meclîsê kirine û redkirina pêşnîyaznameyan bibîr xist û got: "Heger twîtên hatine parvekirin, daxuyaniyên hatine dayîn û axaftinên hatine kirin sûc bin, nexwe hûn ji bo çi 6 salan sekinîn? Tişta di vir de telaşa sûcdarîkirinê ye."
* Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû diyar kir ku li cîhanê heger mirov nikaribin wekî mirovan, heywan nikaribin wekî heywanan, nebat nikaribin wekî nebatan, kêzik nikaribin wekî kêzikan û vîrus nikaribin wekî vîrusan bijîn, ev "krîza jiyanê" ye û heya pêşî li ber vê neyê girtin, dê şewb bidomin.
* Rojnanemeger Gulistan Tara, diyar kir ku wê encama operasyona Artêşa Tirk a li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê hevsengiya li herêmê biguherîne.
* Operasyonên dersînor ên ji sala 1983'yan heya niha tên kirin, bêçareseriyê kûrtir dikin û pêşî li ber lihevkirina civakiyî digirin.
* Piştî ku Serêkaniyê ya Rojava ket destê komên paramîlîter, Serêkaniya Rihayê jî bû hedefa gule û hawanan. Serlêdanên kesên ku ji ber guleyên hatine avêtin birîndar bûne jî bi hinceta "kiryar nehatiye dîtin" tên redkirin.
* Hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Wanê diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ranebe, civak aram nabe û xwest demildest tecrîd bi dawî bibe.
* Parêzerê doza facîaya keştiya li Wanê noqî avê bû Mahmut Kaçan, anî ziman ku ji ber kes eleqeyê nîşanî doza facîayê nade, talûkeya ku bersûc bê ceza bibînin heye.
* Malbatên girtiyan ên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê hişyarî kirin û xwestin her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan û dakevin kolanan.
* HDP’iyan, di çarçoveya kampanyaye ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermê hatibû dest pê kirin de, li navçeya Rezanê mal bi mal digerin û îmzeyan kom dikin.
* Dayika girtî Yûsûf Boz ê li Girtîgeha Amedê dimîne, Meymenet Boz diyar kir ku lawê wê nikare ji ber jana çavê xwe yê parçeyê şerapnelê tê de bisekine û xwest ku lawê wê bê tedawîkirin.
* Li Taxa Cevat Paşa ya girêdayî navçeya Sûrê, 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan. Muxtarê taxê Mehmet Deger, diyar kir ku divê avahî her tim bên kontrolakirin.
* Çalakiya "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 59'emîn de berdewam bike.
* Danişîna 2'yemîn a doza têkildarî kuştina Fatma Altinmakas wê li Dadgeha Cezayê Giran a Panosa Agirî were lidarxistin. (10.00)
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran têkildarî rojeva jinan wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (10:30)