‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'

img

WAN - Hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Wanê diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ranebe, civak aram nabe û xwest demildest tecrîd bi dawî bibe. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'e Sibata 1999'an heta niha 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Mafê Ocalan ê ziyareta parêzer, malbatan ji destê wî hatiye girtin. Dîsa mafê Ocalan ê name, faks, telefon û ragihandinê ji destê wî hatiye girtin. Ocalan bi tu awayî nikare bi rêk û pêk bi derve re bide û bistîne. Li aliyê din bi armanca tecrîd bi dawî bibe girtiyên PKK û PAJK'ê ji 27'ê Mijdara 2020'an heta niha bi awayekî dorveger û bêdem ketine greva birçîbûnê. Çalakiya girtiyan a greva birçîbunê di roja 161'an de berdewam dike. 
 
Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wanê Handan Karakoyun û Fikret Dogan, têkildarî tecrîdê nirxandin kirin. Hevserokan anîn ziman ku ji bo civak aram bibe û bêhnê bistîne divê tecrîd bi dawî bibe. 
 
ÊDÎ CIVAK NIKARE BÊHNÊ BISTÎNE
 
Karakoyûn, anî ziman ku 22 salin tecrîd didome û wiha got: "Tecrîd li dijî hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan ên gerdûnî ye. Heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe, civak aram nabe û nikare bêhnê bistîne. Di sala 2013'an li ser banga Birêz Ocalan pêvajoya dialogê dest pê kir.  Bi vê yekê re aramî pêş ket û civakê bêhn stend. Divê tecrîdkirina Ocalan bi her awayî bê nirxandin. Li Tirkiye li her qadê û bi her awayî xetimandinek heye. Sedema vê yekê polîtîkaya tecrîdê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bi dawî bibe. Heta ku li Tirkiyeyê tecrîd hebe, gelên Tirkiyeyê dê nikaribin nefesê bistînin. Ji bo em disa li pêvajoya aramiyê vegerin divê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe." 
 
'TECRÎD LI SER HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ BELAV BÛYE' 
 
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Fîkret Dogan jî anî ziman ku îro tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bûye û wiha got: "Îro tecrîd tenê li Îmraliyê tune ye. Tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bûye. Bi pêvajoya şewba vîrûsê tecrîd li ser hemû beşên civakê belav bû. Hem di qada civakî û hem jî di qada aborî de bandorê li ser civakê dike. Ev jî nîşan dide ku hikûmet xetimî ye. Îro îqtîdar bi tu awayî nikare bibe bersîva daxwazên civakê. Di şer û tecrîdê de israr dike." 
 
'DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎN PÊŞ BIKEVE' 
 
Dogan, anî ziman ku îro şer berdewamiya polîtikayên şer in û wiha bi dawî kir: "Heta niha çiqas şer pêş ketin, hemû bi aştiyê bi encam bûn. Ji bo dîsa aştî pêş bikeve aktorê herî girîng û sereke Birêz Abdullah Ocalan e. Wekî partî û gel, heta tecrîd bişkê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Êdî tu bersîva ku îqtîdar bide civakê tune. Ew hebûna xwe li ser polîtîkayên şer pêş dixe. Dema deriyê Îmraliyê vedibe aştî û aramî pêş dikeve. Em bawer dikin du dîsa dê bi vekirina deriyê Îmraliyê aştî pêş bikeve." 
 
 

Sernavên din

06/05/2021
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin
12:09 Baroyan ji bo betalkirina giştînameya EGM’ê serî li Şûraya Dewletê dan
12:07 MKGP: Em soz didin rojnamegerên li ber xwe didin