Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnanemeger Gulistan Tara, diyar kir ku wê encama operasyona Artêşa Tirk a li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê hevsengiya li herêmê biguherîne. 

Operasyona Artêşa Tirk a di 23’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dest pê kir, didome. Hem ji aliyê Tirkiyeyê ve hem jî ji aliyê Iraqê ve derbarê operasyonê de daxuyaniyên cuda tên dayîn. Rayedarên Iraqê li dijî hewldanên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê dertên û Tirkiye jî zehmetiyên ku di operasyonê de dikişîne  tîne ziman.
 
 Parlamenterê Serbixwe yê Iraqê Mensûr Beêcî, rojek berê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî operasyonê da û ev tişt got: “Ev xaka ne baxçe û gundê Tirkiyeyê ye. Kîjan dema ku bixwaze nikare baregeh ava bike.” Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî derbarê operasyonê de ev daxuyanî da: “Danîn û rabûna li kaş û çiyayan pir zor e. Helîkopter nikarin tekerên xwe deynin erdê… Mixabin hin welatên ku em wan dost dizanin moşekan dane PKK’ê. Lewre her yek ji van ji bo me tahlûke û xetereyeke mezin e.”
 
 DAXUYANIYÊN AKAR
 
Rojnameger Gulistan Tara, daxuyaniyên ku derbarê operasyonê de tên dayîn û rewşa dawîn a li herêmê nirxand. Tara, diyar kir ku gelek armancên operasyonê hene û wê operasyon bandor li herêmê bike û û wiha got: “Dema ku mirov li rewşê dinêre zehmet e ku operasyon bigihîje armanca xwe. Piştî Operasyona Garê li bendê bû operasyoneke wiha bê kirin. Lê TSK ne li bendê bû bersiveke wiha jê re were dayîn. Daxuyaniyên Hûlûsî Akar jî nîşaneya vê yekê ne.”
 
HELWEST PDK Û IRAQÊ
 
Di berdewamê de Tara destnîşan kir ku operasyon bi erêkirina hêzên navneteweyî û hêzên herêmê dest pê kiriye û bi van gotinan qala helwesta PDK’ê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê ya li dijî operasyonê: “Bêdengiya PDK’ê ya li dijî operasyonê ji aliyê gelê herêmê ve tê rexnekirin. Meşrûyeta Hikûmeta Herêmî li ber dilê gel nemaye. Helwesta Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî di heman rewşê de ye. Notaya ku Iraqê da Tirkiyeyê berê jî hatibû ceribandin. Her du rêveberî jî li dijî operasyonan dernakevin.”
 
HEVPARÊ KONSEPTA ÊRIŞÊ
 
Tara, bi taybetî li ser helwesta Hikûmeta Navendî ya Iraqê rawestiya û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Hikûmeta Iraqê bûye hevparê vê konsepta êrişê. Hikûmeta Iraqê gelek caran dibêje ku êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Lê ev daxuyanî cihê xwe nabînin û di piştperdeyê de bazarên gemarî kirine.  Mînaka herî şênber a vê yekê nêzikbûna li hemberî Şengalê ye. Lewre Hikûmeta Iraqê bi tena serê xwe nikare bi notayan pêşî li operasyonên Tirkiyeyê bigire. Divê li dijî vê konsepta êrişê li gorî berjewendiyên welat û herêmê tevbigere û gavên şenber û pratîk bavêje.”
 
‘WÊ HEVSENGIYAN BIGUHERÎNE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Tara, bal kişand ser bandora HPG’ê ya di operasyonê de û ev tişt got: “Armanca hedefgirtina her sê herêman a Tirkiyeyê, bicihbûna Herêma Kurdistanê, Rojava, şengal, Mûsil û Kerkûkê û pêkanîna xeyalên neo-Osmanî ye. Weke operasyona Garê dê encama vê operasyonê jî hevsengiyên li herêmê biguherîne. Ji ber vê sedemê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî bêdengiya xwe li gorî berjewendiyên gelan bi dawî bikin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

09/05/2021
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin
09:00 Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê
08/05/2021
20:51 281 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:41 Gardiyanan li Girtîgeha Amedê tiliyên girtiyekî şikandin
16:25 Li Girtîgeha Tarsûsê gefa şewbê
16:01 Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand
15:31 DBP’î û HDP’iyan bi boneya Roja Dayikan serdana malbatên Şenyaşar û Gokkan kirin
15:22 Li Îzmîrê aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn
15:01 Di ‘Rûniştina F’ de xwest girtiyê nexweş Kurt bê berdan
14:41 Xwestin bersûcên Halîl û Kasim Alpsoy bên derizandin
14:36 Îkîzdereyî: Dê êdî ev der tenê kevir bin
14:24 Ji Serdozgeriya Xarpêtê daxuyaniya rojnameger Kaharman
14:13 Bi pankartê piştgirî dan greva birçîbûnê
13:52 Ji bo girtiyê nexweşiya dil Abî banga berdanê kirin
12:53 Li Silopiyê revandin, li Xarpêtê kuştin, cenazeyê wî avêtin golê
12:35 Malbata Şenyaşar: Roj roja piştevaniyê ye
12:29 Di laşê kolberê hatibû kuştin de birinên teng u fireh hatin tespîtkirin
11:58 HDP’ê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê serî li komîsyonê da
11:45 Tecawizî keça xwe kir, polîsan ew piştî du saetan berda
10:53 Bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne
10:21 Şaredariya AKP'ê ji bo qeyûmê berê rêyek taybet di goristanê re vekir
10:02 Komîsyona Jinan a KNK’ê banga rawestandina şer li NATO’yê kir
09:01 Ji ber belgeyekê, 10 roj in girtî nayê berdan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 163'yemîn de dewam dike
09:01 Mêşvan amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Qesîdebêjê Menzîlê Abdurrahman Onul jî 'diziya' stranên kurdî kiriye
09:01 Kurê Gultekîn: Bavê min tu carî dev ji têkoşînê berneda
09:01 Rewşa karkerên jin: Sîgorte tune, kedxwarî, nexweşîn...
09:01 Dayika hewl dide bi 600 TL'yî debara 4 zarokên xwe bike: Kî dibêje xizanî tune ye?
09:01 Rewşa girtîgehan: Tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî
09:01 ‘Divê berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên girtin'
09:01 Pergala Şer Roja Dayikan li dayikan kiriye dojeh
09:01 Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine
09:01 Alîkara Serokê Baroya Amedê: Armanceke me temsiliyeta wekhev e
09:01 Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin
09:01 Başlangiç: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2021'Ê
07/05/2021
20:34 Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
15:19 Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin
15:18 Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide
15:07 Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste
13:35 ‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin
13:09 Girtiyê nexweş ê 76 salî hat berdan
13:07 Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:19 Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin
12:14 ‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan!
11:48 Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar
11:37 ‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’
11:12 Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn
10:23 Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin
09:04 Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye
09:04 Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike
09:04 Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
09:04 Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin
09:04 Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Li Zîlanê bîra civakê tê tunekirin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de dewam dike
09:04 Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye
09:04 Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye
09:04 Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN
06/05/2021
21:41 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn
17:06 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:56 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan