Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye

img

AMED – Raîfe Ergul, diyar kir ku ji bo wê tu wateya Roja Dayikan nemaye û ev tişt got: “Roja ku zarokên me qetil kirin Roja Dayikan ji me girtin.”

Roja Dayikan destpêkê di sala 1914’an de li Amerîkayê bi bêrîkirina jina bi navê Ana Jarvis a dayika xwe ku jiyana xwe ji dest daye dest pê kiriye û pişt re fermî bûye û li tevahiya dinyayê berbelav bûye. Her sal di duyemîn roja yekşemê ya meha gulanê de tê pîrozkirin. Lê dayikên kurd vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin. 
 
Dawî li êşa dayikên kurd ên mexdûrê şerê ku bi salan e tê domandin nayê. Rojekê li dayikên kurd didin, rojek wan digirin û rojek jî wan qetil dikin. Beşeke dayikan ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe yên ku windabûne û hatine qetilkirin têkoşîn didin û beşeke wan jî ji bo zarokên xwe yên girtî li ber derê girtîgehan rojên xwe jiyana xwe didomînin. Beşeke wan jî div ê oxirê de jiyana xwe ji dest didin. 
 
TENÊ YEK JI DAYIKÊN KURD E
 
Raîfe Ergul (63) ku gelek caran bi ser mala wê de hatiye girtin, ji cihê ku lê jiyaya hatiye koçberkirin, polisan lê daye, ketiye girtîgehê û keçeke di şer de jiyana xwe ji dest daye, tenê yek ji dayikên kurd e ku zilm li wan hatiye kirin.  Ergul, bertek nîşanî pergala ku ji ber hebûna goristana keça wê kêfa wê tîne da û  got ku êşa dayikên din kûrtir e. 
 
KOÇ, ZEXT, GEF
 
Ergul, di sala 1958’an de li navçeya Xîzanê ya Bedlisê weke keçeke malbateke ku debara xwe bi sewalkariyê dike ji dayik bûye. Tenê heta 5 salan dibistanê xwendiye, di 24 saliyê de zewiciye û 4 zarokên wê çêbûne. Di salên destpêkê yên zewaca xwe de bi zextên dewletê re rûbirû dimîne û koçkirina Edene û Amedê lê tê ferzkirin. Rexmî koç kirina xwe jî ji zextê dewletê rizgar nabe. Gelek caran bi ser mala wê de tê girtin û hevjînê wê 2 caran tê girtin. 
 
Derbarê  van serdegirtinan de Ergul, diyar kir ku dema serdegirtinekê qet ji bîr nake û wê demê wiha vegot: “Carekê li ber çavê min û zarokên min bi saetan bi kolman li hevjînê min dan. Pêkanîn li dijî mirovahiyê bûn. Her roj dengê bombeyan hebû. Zarokên min heta ku xwe navêtina min di xewde nediçûn. Carekê fermandar bangî min kir û bi van gotinan gef li min xwar: “3 rê hene, ya tu yê bê kuştin ya tu yê bêyî girtin û ya jî tu yê biçî. Me nedixwest em xaka ku lê mezin bûne terk bikin lê me neçarî koşkirinê kirin.”
 
3 MEHAN GIRTÎ MA
 
Ergul, da zanîn ku piştre ji ber zextên ku li wan hatine kirin zarokên wê dengê xwe derxistine. Zaroka wê ya duyemîn Gulistan Ergul (16) di sala 2005an de tevlî çalakiyên mertalên zindî dibe. Ergul jî di sala 2016’an de bi hinceta ku tevlî çalakiya 15’ê Sibatê dibe polis heqaret lê dikin û lê didin. Piştre polis wê binçav dikin û tê girtin. Dikeve Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê. Piştî girtina 3 mehan tê berdan. Ergul, bîranîneke xwe ya li girtîgehê bi van gotinan anî ziman: “3 mehan girtî mam. Li hundir min xwendin û nivîsandinê hînê dayikan dikir.  Min li ber xwe dida, lê dema ku min keça xwe ya 5 salî dît bi hestên dayiktiyê dest bi girî kir. Mehekê qet negiriyabûm. Dema ku min keça xwe dît bi qasî saetekê giriyam. Cudabûna min a ji keça min bandoreke zêde li min kiribû. Di meha 2’emîn de nexweş ketim. Girtîgeh ji bo dayikek gelek giran e. Hê jî wê bandorê li xwe hîs dikim.”
 
ROJEK TUNE
 
Dayika Ergul ku çavên wê tije rondik bûn, da zanîn ku piştî çûyîna wê bi 5 salan agahiya mirina keça xwe girtiye û wiha qala kêliyên ku agahiya mirina keça xwe girtibû kir: “Min gotibû ez ê negirîm lê min xwe winda kir. Min deyax nekir û giriyam. Gevizandina di nav êşê de bi tena serê xwe cezayeke. Zarokên me tenê doza aştiyê dikirin, lê wan qetil kirin. Keça min û hevala xwe hev dû hembiz kiribûn û şehîd bûbûn. Li Tipa Edlî wan ji hev qetandibûn. Ji bo dayikên ku zarokên xwe di wê rewşê de dîtine Roja Dayikan tuneye. Roja ku zarokên me qetil kirin Roja Dayikan ji me girtin. Min got, ‘Hêvî dikim ku keça min bibe ya dawiyê’ lê mixabin êşê berdewam kir.”
 
BILA DAYIK BIBIN YEK
 
Ergul, bi lêv kir ku ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nasnameya min, dîtina perwerdeyê ya bi zimanê min, jiyana bi çanda min çima Tirkiyeyê dabeş bike? Ji bo berjewendiyên xwe çima şer derdixin? Bi salan e me ji aştiyê pêştir tiştekî din negot. Em li ser gorên zarokên xwe jî vê tînin ziman. Weke kurdek û dayika şehîdekê, dibêjim ku rondikin çavên dayikan hemanin. Bila dayikên tirk jî vê bibêjin. Wê demê wê ev şer bi dawî bibe. Çima em li heman xakê di nav aştiyê de nejîn. Bila demildest şer raweste, daxwaza zarokên me yên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin û mirov bêsûc bên berdan. Bila dayikên kurd û tirk di Roja Dayikan de dest bidin hev.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

09/05/2021
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin
09:00 Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê
08/05/2021
20:51 281 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:41 Gardiyanan li Girtîgeha Amedê tiliyên girtiyekî şikandin
16:25 Li Girtîgeha Tarsûsê gefa şewbê
16:01 Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand
15:31 DBP’î û HDP’iyan bi boneya Roja Dayikan serdana malbatên Şenyaşar û Gokkan kirin
15:22 Li Îzmîrê aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn
15:01 Di ‘Rûniştina F’ de xwest girtiyê nexweş Kurt bê berdan
14:41 Xwestin bersûcên Halîl û Kasim Alpsoy bên derizandin
14:36 Îkîzdereyî: Dê êdî ev der tenê kevir bin
14:24 Ji Serdozgeriya Xarpêtê daxuyaniya rojnameger Kaharman
14:13 Bi pankartê piştgirî dan greva birçîbûnê
13:52 Ji bo girtiyê nexweşiya dil Abî banga berdanê kirin
12:53 Li Silopiyê revandin, li Xarpêtê kuştin, cenazeyê wî avêtin golê
12:35 Malbata Şenyaşar: Roj roja piştevaniyê ye
12:29 Di laşê kolberê hatibû kuştin de birinên teng u fireh hatin tespîtkirin
11:58 HDP’ê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê serî li komîsyonê da
11:45 Tecawizî keça xwe kir, polîsan ew piştî du saetan berda
10:53 Bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne
10:21 Şaredariya AKP'ê ji bo qeyûmê berê rêyek taybet di goristanê re vekir
10:02 Komîsyona Jinan a KNK’ê banga rawestandina şer li NATO’yê kir
09:01 Ji ber belgeyekê, 10 roj in girtî nayê berdan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 163'yemîn de dewam dike
09:01 Mêşvan amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Qesîdebêjê Menzîlê Abdurrahman Onul jî 'diziya' stranên kurdî kiriye
09:01 Kurê Gultekîn: Bavê min tu carî dev ji têkoşînê berneda
09:01 Rewşa karkerên jin: Sîgorte tune, kedxwarî, nexweşîn...
09:01 Dayika hewl dide bi 600 TL'yî debara 4 zarokên xwe bike: Kî dibêje xizanî tune ye?
09:01 Rewşa girtîgehan: Tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî
09:01 ‘Divê berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên girtin'
09:01 Pergala Şer Roja Dayikan li dayikan kiriye dojeh
09:01 Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine
09:01 Alîkara Serokê Baroya Amedê: Armanceke me temsiliyeta wekhev e
09:01 Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin
09:01 Başlangiç: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2021'Ê
07/05/2021
20:34 Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
15:19 Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin
15:18 Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide
15:07 Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste
13:35 ‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin
13:09 Girtiyê nexweş ê 76 salî hat berdan
13:07 Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:19 Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin
12:14 ‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan!
11:48 Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar
11:37 ‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’
11:12 Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn
10:23 Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin
09:04 Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye
09:04 Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike
09:04 Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
09:04 Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin
09:04 Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Li Zîlanê bîra civakê tê tunekirin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de dewam dike
09:04 Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye
09:04 Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye
09:04 Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN
06/05/2021
21:41 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn
17:06 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:56 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan