* Rojnamevan Celal Başlangiç diyar kir ku neçareserkirin pirsgirêka kurd û operasyonên dersînorî her ku diçe Tirkiyê ber bi çiravê ve dibe û got: “Hulusî Akar dibêje ‘Helîkopter nikare tekere xwe deyne erdê’. Ev pirsgirêk bi danîna tekere helîkopterê nayê çareserkirin.”
* Di roja dayikan de gelek dayik, vê rojê xemgîn û bi êş pêşwazî dikin. Hin dayik, zarokên wan ji bo jiyanek azad û bi edalet jiyana xwe ji dest dan. Hin dayik, zarokên wan ji malê hatin binçavkirin û windakirin. Hin dayik, zarokên wan ji bo debarê di karkerî zevî û înşaetan de kar dikin. Lê hişmendiya mêr a serdest tenê salê rojekê wekî "Bihiştê" pênase dike. 364 rojan jî li dayikan dike dojeh.
* Emîne Şenyaşar ku zarokên wê li ber çavên wê qetil kirin, derbarê Roja Dayikan de ev tişt got: “Kesekî ku roja min pîroz bikin nehiştin. Celal û Adilê min roja min pîroz dikirin. Wan jî j imin girtin. Fadilê min jî kirin girtîgehê.”
* Karkerên di zeviyên pîvazan de di xebitin, ji ber ku hilberin di zeviyan de man, bi fikarin ku heqdestê wan neyê dayîn. Karkeran, bal kişandin ser rewşa xwe û gotin: “Ji serê sibê heya êvarî em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin.”
* Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, anî ziman ku divê kiryarê Komkujiya Vartînîsê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Navçeyê Bulent Karaoglû bê girtin. Parlementerê DEP'ê yê wê demê Sirri Sakik jî got: "Cinayetên bi vî rengî yan dikevin ber demboriyê yan jî daxilî nav ên kiryar nediyar dibin."
* Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, anî ziman ku îqtidar dixwaze pirsgirêkên li girtîgehan mayinde bike. Parêzera OHD'î Destîna Yildiz jî destnîşan kir ku tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî û dewlet guh li qanûnên xwe nake.
* Remziye Yel a 59 salî ku li Amedê tevî 4 zarokên xwe di xaniyekî kavilbûyî de dimîne û ji bo debara zarokên xwe bike nêrdewana paqij dike, got: "Wezîr dibêje, li welatê me xizan tune ne. Çawa tune ne? Bila were vî halê me yê perîşan bibîne."
* Jinên ku li Hala Zebze û Fêkiyan a Mêrsînê bi heqdesteke erzan tên şixulandin gotin: "Pandemî herî zêde bandorê li me dike, lê em tu carî nayên dîtin û hesibandin."
* Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn di 23'yê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû. Kurê wî Azîz Gultekîn, destnîşan kir ku li gel hemû zext û zoriyan jî bavê wî tu carî dev ji têkoşînê bernedaye.
* Derket holê ku qesîdebêj û mirîdê terîqeta Menzîlê Abdûrrahman Onul jî 10 stranên kurdî kirine tirkî û di albuma xwe de bi cih kirine. Nivîskar Selîm Temo ji bo Onul got: "Hem didize hem dibe xweyê xêrê. Hem dinyayê hem jî axretê eseh dike. Wele tam 'lehengekî serdema me ye.'"
* Mêşvanên ku li navçeya Rêya Armûşê qonax vegirtine û ji bo biçin zozanan li benda germahiyê ne, diyar kirin ku ziwabûn bandor li berdariya hinguv jî dike.
* Jina bi navê Hulya Dalmiş a li taxa Nurê ya navçeya Cizîr dijî û 10 salin tedawiya nexweşîna penceşêrê dibîne, bi ragihandina qedexeya derketina derve re barê wê girantir bû û 3 karan bi hevre dike. Dalmiş a ku kedeke mezin dide, ji neditina keda jinê bi gazince.
* Muhammed Kîraz ê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimîne, ligel cezayê wî qediyaye jî, bi hêceta ku belge ji Dadgeha Bilind nehatiye, ji girtîgehê nayê berdan.
* Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" ya li ber Edliya Rihayê, wê di roja 61'emîn de dewam bike.
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 639'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê wê çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda di 841’emîn de bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, wê civîna çapemeniyê bi rêya onlinê li dar bixe. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 476'emîn de, wê çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ser hesabê xwe yê medya civakî dê li dar bixe. (13.30)