Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand

img

AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a girtî, bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar a 61 rojin çalakiya xwe ya nobeta “Edaletê” didomîne re name şand û soza aştiyeke birûmet da hemû dayikan. 

 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Colemergê ya berê Leyla Guven a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dimîne, bi boneya Roja Dayikan bi rêya keça xwe Sabîha Temîzkan ji Emîne Şenyaşar re, nameyek şand û Roja wê Dayikan pîroz kir. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de beriya hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û kurê xwe Ferit Şenyaşar bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştine dikin.
 
Nameya ku di Jinnewsê de cih girt wiha ye:
 
 “Dayika bi wêrek, 
 
Te zarokên xwe li deşta Pirsusê anîbûn dinê. Bi hezar hewldanan te zarokên xwe mezin kir. Tu qet nefikirî ku rojekê dê tabûtên kurên tê li rex hev rêz bibin. Ji ber ku ev mirinek dijberî herikandina xwezayî ya jiyanê bû. Lê belê te wan bi çîroka Birahîm ku li hember zilma Nemrûd li ber xwe dida mezin kir. Te ew bi hişmendiya nirxên xwe yên bingehîn a mirovbûnê mezin kirin.
 
PEYV TUNE KU ÊŞA TE BÎNE ZIMAN
 
Dayika Emineyê. Dema careke din min xwest ez ji te re binivîsim, min zanî ku tu peyv tune ku êşa te bîne ziman. Dayika Cizirî Esmer, destê xwe danî ser tabûtên kurê xwe Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç bang li zilmkaran kiribû. Sakîne Arat a 5 zarokên xwe di vê têkoşînê de winda kiribû êşa xwe xist dilê xwe û têdikoşiya. Her kes dengê te, hewara dilê te dibihîze. Yên ku dibêjin em nabihîzin, ew êşa te înkar dikin. Daxwaza te ya edaletê pîroz û rewa ye. Em dizanin ku li vî welatî yê Kurdêkî bikuje dê bê ceza bimînin. Kujer hêza xwe ji vir digirin.
 
JI BO DAYIKAN DIYARIYA HERÎ GIRÎNG AŞTÎ YE
 
Kesên dibin sedemê girîna dayikan dê van rojan rabin peyamên Roja Dayikan bidin û bêjin 'Dayik taca serê me ne' û 'Bihişt di binê lingê dayikan de derbas dibe.' Bi salan in em dibêjin ji bo dayika diyariya herî girîng aştî, aramî û jiyanek azad e. Heta daxwazên Dayikên Şemiyê neyên cîh, peyamên wan yên Roja Dayikan sixte ne û ji bo me tu wateya wan nîne.
 
DI DÎROKÊ DE TU HEQÎQET DI TARIYÊ DE NEMAYE
 
Tu dilê xwe pak bigire dayika Emîne, dê ev roj derbas bibin. Yên ku zarokên we qetil kirine dê hesab bidin. Tu jî dizanî ku di dîrokê de heya niha tu heqîqet di tarîtiyê de nemaye. Ji ber ku heqîqet wek rojê ye, îlleh wê derkeve holê. Em soz didin te û hemû dayikan, Em li hundir û ji derve jî em têbikoşin ku em layiqê we bin. Em ê aştiyêk bi rûmet ji we re bînin.
 
Dayika Emîne, silavên hemû hevalên me yên Girtîgeha Xarpêtê dimînin hene. Em ji dilê te yê bi êş maç dikin.
 
Silav û rêz.”
 
 

Sernavên din

09/05/2021
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin
09:00 Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê
08/05/2021
20:51 281 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:41 Gardiyanan li Girtîgeha Amedê tiliyên girtiyekî şikandin
16:25 Li Girtîgeha Tarsûsê gefa şewbê
16:01 Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand
15:31 DBP’î û HDP’iyan bi boneya Roja Dayikan serdana malbatên Şenyaşar û Gokkan kirin
15:22 Li Îzmîrê aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn
15:01 Di ‘Rûniştina F’ de xwest girtiyê nexweş Kurt bê berdan
14:41 Xwestin bersûcên Halîl û Kasim Alpsoy bên derizandin
14:36 Îkîzdereyî: Dê êdî ev der tenê kevir bin
14:24 Ji Serdozgeriya Xarpêtê daxuyaniya rojnameger Kaharman
14:13 Bi pankartê piştgirî dan greva birçîbûnê
13:52 Ji bo girtiyê nexweşiya dil Abî banga berdanê kirin
12:53 Li Silopiyê revandin, li Xarpêtê kuştin, cenazeyê wî avêtin golê
12:35 Malbata Şenyaşar: Roj roja piştevaniyê ye
12:29 Di laşê kolberê hatibû kuştin de birinên teng u fireh hatin tespîtkirin
11:58 HDP’ê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê serî li komîsyonê da
11:45 Tecawizî keça xwe kir, polîsan ew piştî du saetan berda
10:53 Bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne
10:21 Şaredariya AKP'ê ji bo qeyûmê berê rêyek taybet di goristanê re vekir
10:02 Komîsyona Jinan a KNK’ê banga rawestandina şer li NATO’yê kir
09:01 Ji ber belgeyekê, 10 roj in girtî nayê berdan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 163'yemîn de dewam dike
09:01 Mêşvan amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Qesîdebêjê Menzîlê Abdurrahman Onul jî 'diziya' stranên kurdî kiriye
09:01 Kurê Gultekîn: Bavê min tu carî dev ji têkoşînê berneda
09:01 Rewşa karkerên jin: Sîgorte tune, kedxwarî, nexweşîn...
09:01 Dayika hewl dide bi 600 TL'yî debara 4 zarokên xwe bike: Kî dibêje xizanî tune ye?
09:01 Rewşa girtîgehan: Tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî
09:01 ‘Divê berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên girtin'
09:01 Pergala Şer Roja Dayikan li dayikan kiriye dojeh
09:01 Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine
09:01 Alîkara Serokê Baroya Amedê: Armanceke me temsiliyeta wekhev e
09:01 Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin
09:01 Başlangiç: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2021'Ê
07/05/2021
20:34 Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
15:19 Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin
15:18 Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide
15:07 Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste
13:35 ‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin
13:09 Girtiyê nexweş ê 76 salî hat berdan
13:07 Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:19 Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin
12:14 ‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan!
11:48 Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar
11:37 ‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’
11:12 Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn
10:23 Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin
09:04 Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye
09:04 Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike
09:04 Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
09:04 Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin
09:04 Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Li Zîlanê bîra civakê tê tunekirin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de dewam dike
09:04 Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye
09:04 Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye
09:04 Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN
06/05/2021
21:41 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn
17:06 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:56 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan