MÛŞ - Li gundê Qorûca ya girêdayî Milazgirê zarokek 16 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Qorûca y girêdayî bi ser navçeya Milazgirê ya Mûşê ve F. Y. a 16 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayê; zarok piştî nîqaşek di nava malbatê wê de derketiye, çûye ser banê xanî û întîhar kiriye. Cenazeyê wê bi ambûlansa hat gund rakirin nexweşxaneyek Mûşê. Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.